18 mars 2014

Heger zimanê me bibe tirkî emê jî bibin tirk



Heger em dixwazin her kurd zimanê xwe fêr bibe, bikanibe bixwîne û binivîsîne dibê em bi lez û bez tiştekî bikin. Li hemberî asîmîlasyonê dibê em xwedî program û hedef bin.

Lê ji bo biserxistina karekî wiha jî tevgerek zimên lazim e, rêxistineke ku kanibe pêşengiya karekî wiha bike. Ji ber ku karê wiha bê rêxistin nabe.

Tiştê xuyaye nêta hukûmetê tuneye perwerdeya bi kurdî qebûl bike û mafekî mayinde bide kurdan. Pêşeroja AKPê jî pir ne diyar e, kes nizane heta du salên din ewê çi bibe û kî yê were ser hukim.

Loma jî dibê em kurd li hêviya dewletê nemînin û li hemberî asîmîlasyonê miheqeq hin gavan bavêjin.

Kurd, wek berfa roj bide ser dihelin, yanî bi suretek pir mezin asîmîle dibin.
Sê sal berê li ser riya Wanê di otobozê da ez rastî Berken Breh hatim. Di sohbeta me ya ser girîngiya zimên û rewşa xortan da, got weleh li Şirnexê piraniya xortan, lê bi taybetî jî keç bi tirkî dipeyivin û kesên kurdîaxêv roj bi roj kêm dibin.

Dîsa du roj berê di twîttirê da min hinekî bi dostê xwe yê hêja Xalidê Sadînî ra sohbet kir. Wî jî got, ”Mixabin, sed car heyf û mixabin ku li Colemêrga kurdewar jî keç û xort bi piranî Tirkî diaxivin...”

Nuha heger li Şirnexê û li Colemêrgê rewş ev be, li bajarên din yên Kurdistan sedcarî xerabtir e. Û xerabtir e jî.

Ji salên 80î û virdaye qîreqîra min e, ez dikim gazî û hawar lê dengê min naçe serok, siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan. Miletê kurd li ber çavê me asîmîle dibe û em li hemberî vê asîmîlasyonê tiştekî nakin, bendekê li hember ava nakin.

Mesele êdî ji peyvê û leqeleqa vala derbas bûye, dibê konkret tiştek were kirin.
Ji ber ku bi gotinê, bi gazanan rê li ber asîmîlasyonê nayê girtin, dibê hin biryar werin girtin, tevgerek li hemberî asîmîlasyonê were avakirin.
Em dikanin çi bikin, biryarên çawa bigrin?

Bi dîtina min dibê tevgera, rêxistina, komeleya kurdîaxêvan, kurdîparêzan were avakirin. Û însan bibin endamê vê tevgera zimên, zimanê kurdî di nava xortan da belav bikin.

Wek tevgera femînîstan, wek tevgera keskan ji bo parastina zimanê kurdî jî dibê tevgerek çê bibe. Heger tevgereke wiha xwedî program çênebe kes ji ber xwe li kurdî xwedî dernakeve û kurdî fêr nabe, nade fêr kirin. Girîngiya zimên fêm nake.

Hema hema ez her roj ji kurdan ra dibêjin bi hev ra bi kurdî bipeyivin, heger hûn nivîsandinê nizanin fêr bibin. Herkes dibêje rast e, dibê meriv bike lê netîce li ber çava ye.

Loma jî ji bo fêrkirin û bipêşxistina kurdî dibê meriv bi rengekî organîze bixebite, propagandeyê bike. Li Kurdistanê bajar bi bajar bigere û civînan çêke, semîner û konferansan bide.

Yanî bi gotegot, ga naçe cot, dibê meriv tiştekî bike, seferberligekê îlan bike.

Ez tim dibêjim, bi baweriya min, kurdê haya wî ji kurdayetiyê hebe, bibêje ez kurdperwer im û bi zarok, dost û havalên xwe ra bi tirkî bipeyive hemû gotinên wî pûç in. Îro kurdayetiya herî lazim axaftina bi kurdî ye, kurdê viya neke wezîfa xwe ya netewî bicih nayne.

Dema ziman here edebiyat jî namîne, muzîk jî namîne, zargotin jî namîne. Ji ber ku her tişt bi zimên dibe, gava ziman bihele û tirkî têkeve dewsa kurdî, êdî edebiyat û muzîka kurdî jî namîne, folklora kurdî jî namîne. Û ji bo me kurdan mirina zimên mirina me ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE