01 mars 2014

Çîroka dizên Medîneyê û şîereta Pêxember


Derew çavkaniya hemû xerabiyan e. Derew însên bêexlaq û bêheya dike. Lê îro li Tirkiyê derew bûye hunerek, meziyetek…
Li ser derew û virekan çîrokek pirr xweş heye. Dibêjin li bajrê Medîneyê sê diz miseletî malan bûbûn. Kesî nikanîbû deriyê xwe vekirî bihêle ya jî tiştekî deyne ber deriyê xwe.

Kîjan derî vekirî bidîtana tavilê diketin hundur û çi bi ber destên wan kata radikirin û dibirin.
Gav û saetê pezek yekî, mirîşkek yekî, devakî yekî, hespek yekî, manegeyek yekî ji ortê beta dibû.
Xelkê dizanîbû diz kî ne, lê nikanîbûn îspat bikin. Hercara ku xelkê li ba qadî li wan gilî dikir, bi sondan û şahidiya ji hev ra tim xelas dibûn.

Nav û dengê van hersê dizên bêar li herderê belav bû. Dawiya dawî rojekê milet li hev civiya û ji nava xwe heyetek hilbijartin û ji bo gilîkirinê şandin ba Pêxember.

Heyet derket huzûra Pêxember û rewş jê ra îzah kirin. Pêxember li heyetê guhdarî kir û dû ra jî rabû şand pey hersê dizan.
Diz derketin huzûra Pêxember. Pêxember, piştî xêrhatinê, silav û kilaman ji dizan ra got, li Medîneyê mala ji we ne bi gazin be nemaye, herkes giliyê we dike û ji tirsa we, kes malê xwe di ewlekariyê da nabîne. Û dû ra jî ji wan ra got:
-Ji bo çi hûn malê xelkê didizin? Tiştê hûn dikin him sûc e û him jî gune ye.

Pêxmber, ji bo ku diz dev ji dizekiya xwe berdin gelek şîret û nesîhetên din jî li dizan kir.
Dizan bi dor mafê peyvê girtin. Hersê jî merivên pir zîrek û zimandirêj bûn, di derewan da kesî nikanîbû bi wan ra kab biavêta. Hersiyan jî bi ahd îman û Quranê sond xwarin ku ew ne dizin û wan heta nuha diziya kesî nekirye.

Pêxember, fêm kir ku ew çi bike jî bêfeyde ye, bi şîretan diz ewê dev ji diziya xwe bernedin. Loma jî rabû pêşniyarek bir ji dizan ra. Ji wan ra got, ”derewa nekin !.”

Pêxember fikirî, ji dêlî ku ewê bi saetan bi wan da bikeve, lê dîsa jî nikanibe wan ji dizektiyê qut bike, baştir e ku ew wan îqnayê derewnekirinê, rastgotiyê bike. Loma jî ji wan soza derewnekirinê xwest.
Dizan jî tavilê soza dan Pêxember ku ewê derewan nekin.
Piştî vê sozê ji ba Pêxember rabûn û çûn.

Wan ji xwe ra got, ewê vê sozê bidin Pêxember lê dû ra dîsa diziya xwe bidomînin.
Roja din dîsa yekî medîneyî derket huzûra Pêxember û dîsa giliyê hersê dizan pê kir, got ketine mala min.
Pêxember şand pey hersê dizan. Hersê bi hev ra derketin huzûra Pêxember.

Pêxember, careke din li ser xerabiya derewan peyivî û soza wan rojek berê dabûn wî, bi bîra wan xist û ji wan xwest bêyî derew rastiyê bibêjin…

Dizan tiştekî wiha texmîn nedikirin.Hersê diz jî ji mecbûrî bi dor li xwe mukir hatin. Ji serî heta dawî, ta bi tê ve kirin, çawa ketine mala mêrik, çi dizîne, çima dizîne û çawa li hev par kirine, yek bi yek ji Pêxmber ra gotin.

Dizan, piştî wê rojê fêm kirine ku dizî bêyî derew nabe, yê diziyê bike dibê derewan jî bike, dibê virek be. Û loma jî hersê dizan bi hev ra dev ji dizektiyê berdan.

Ez bawer nakim dizên dewleta tirk wek van hersê dizên Medîneyê xwedî exlaq bin û ji bo ku derewan nekin dev ji diziyê berdin.
Belovacî wê, ji bo ku diziyên xwe veşêrin ew hîn bêtir derewan bikin.

Yanî wek Hz. Muhamed, em ji wan ra bibêjin derewan nekin jî weleh ewê bikin, ji ber ku êdî şerm nakin, êdî ne ji însên fedî dikin û ne jî ji Xwedê ditirsin.

Nuha li Tirkiyê li ba siyasetmedar û birêvebirên dewletê derew êdî bûye sinet. Derewa herî mezin kesê herî mezin, herî berpirsiyar dike.

Medya tirk ji xwe bûye makîna derewan. Piraniya rojname û telewîzyon bûne organên derewên berpirsiyaran. Serokwezîr û berdevkên hukûmetê çi derewê bikin, dibin manşetên xeberan.

Her roj bi derewan kasetên axaftinên serokwezîr û zarokên wî dibin Emerîkayê û bi pisporan didin tahlîlkirin û li ser navên pisporên xelayî raporên derewan belav dikin.
Derew koka hemû xerabî û nerindiyan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE