21 februari 2014
Kurd û roja zimanê dayikê…
Îro roja zimanê dayikê ya cîhnê ye. Li cîhanê 21ê sibatê wek roja zimanê dayikê tê pîrozkirin.
Min bala xwe dayê gelek kurd jî vê rojê pîroz dikin. Pîrozkirin baş e, bira pîroz bikin. Lê belê ji bo me kurdan ev mesele bi pîrozkirina rojekê tenê çareser nabe. Dibê ne 21ê sibatê tenê, her roja me roja zimanê dayikê be.
Ji bo min bi xwe ne salê rojek tenê, her roj, ”roja zimanê dayikê” ye. Ev 34 sal in ez di jiyana xwe da vê îstîkrarê nîşan didim. Ev 8 sal in di bloga xwe da û 5 sal in jî di facebooka xwe da vê rojê bi nivîsandina bi kurmancî her roj pîroz dikim.
Mesele pir vekirîye, heger em kurd dixwazin kurdî nemre dibê em hemû rojên xwe bikin roja zimanê dayikê. Ne ku salê carê di facebookê da wek reqlam vê rojê pîroz bikin.
Pîrozkirin baş e, ez ne li dij im, lê tiştekî naguherîne. Heger em ciddî ne û bi rastî jî ji zimanê xwe hez dikin, dibê em biryarên cidîtir bigrin, kurdî bikin zimanë xwe yê esasî, yê rojane, yê nivîsê…
XXX
Tu tişt bi derbekê da nabe, jê ra xebat, wext, sebir û îstîkrar lazim e. Meriv parî necû nikane daqultîne, meriv nemeşe riya herî kin jî naqede. Yanî destpêkirin lazim e.
Berê, kurdên Kurdistana Bakur di mesela şerê çekdarî da pir dudil bûn, lê bi xebatê û bi demê ra qebûl kirin û şer û berxwedaneke bêemsal nîşanî dost û dijminên xwe dan.
Kurdên Kurdistana Bakur berê bi piranî ne ji xwe ra bûn, tim li dû qûna partiyên tirk bûn, bawer nedikirin ew bi xwe dikanin bibin hêz û xwe îdare bikin.
Lê bi xebat û demê ra ji partiyên tirk diqetin, baweriya wan ya bi wan zêde dibe.
Ev merhele hîn temam nebûye, lê bi israra di kurdayetiyê da kurd ewê bi tevayî ji tirkan dûr kevin. Ewê rayên xwe bidin xwe.
Mesela zimên jî wiha ye, heger kesên kurdperwer baş bixebitin û di kurdî û xeta kurdayetiyê da israr bikin, kurd ewê li zimanê xwe vegerin û hêdî hêdî dev ji tirkî berdin.
Lê xebat û berdawamî lazim e, dibê meriv teslîmî tirkîhezan nebe, guh nede gilî û gaazinên wan…
Heger em dixwazin kurdî nemre, dibê em pê bipeyivin, binivîsin û bixwîn, bikin zimanê hemû qadên jiyanê…
Y ana, pîrozkirin mrozkirn ne çare ye, kurdî ji mirinê û wendabûnê xelas nake. Zimanê cîlên nuh pê mezin nebin, pêş eroja wî tuneye, mehkûmî mirinê ye
Prenumerera på:
Kommentarer till inlägget (Atom)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar