29 oktober 2013

Bi siyasetmedarên wiha Kurdistan rizgar nabe

Heger yek ji derve were û bi darê zorê gundê meriv ji meriv bistîne û têda bicî bibe. Û meriv jî ji xwe ra bike xizmetkar û kole.
Zimanê meriv li meriv û li zarokên meriv yasax bike, nehêle zarokên meriv bi zimanê dayika xwe bixwînin û zimanê xwe jî bi zor bi meriv û zarokên meriv bide fêrkirin.

Navê gundê meriv biguherîne û navekî bi zimanê xwe lêke. Û ji bo ku meriv li dij ranebe û gundê xwe jê nestîne bi hezaran qereqol di gundê meriv da çêke.

Bi hezaran leşker û polis têda bicî bike. Bi sedan zindanên wek kampên êsîran di gund da lêke.
Û gava meriv li hemberî vê zulmê derkeve jî ji meriv ra bibêje “terrorist” û meriv bavêje zindanê û bi salan di zindanan da birizîne. Nehêle meriv di zindanê da bi dê û bavê xwe ra bi zimnê xwe bipeyive, bi zimanê xwe binivîsîne.

Yên neyên girtin û ji ber vê zulmê birevin jî li serê çiyan bi balafiran, bi tank û topan bombebaran bike, çekên kîmyayî li hemberî wan bikar bîne.

Welhasil ji bo ku gundê meriv jê ra bimîne û meriv jî wek qewm bihelîne, her zulmê û neheqiyê li meriv û li xizmên meriv bike.
Heger meriv dev ji doza girtina gundê xwe bernedabe meriv naçe li ba vî axayê zalim naxebite, di radio û telewîzyona wî da programan çêneka û nabe karkirê wî.

Ez bi xwe karekî wiha bi çi nêtê û di bin çi navî da dibe bira bibe, rast nabînim, wek karekî pîs dibînim.
Heger ez nikanibim li hemberî vî zalimê ku gundê min ji min û ji merivên min stendiye û hewqas zulm li min û li merivên min dike rabim, lê jê ra nabim karkir jî, di dezgeha wî ya propagandeyê da kar jî qebûl nakim.

Dema ez viya dibêjim hin kes diqeherin, gazinan ji min dikin, dibêjin tu neheq î…
Xelkê ne gundek, welatek ji me stendiye û van tiştan hemûyan tînin sere me, lê em dîsa jî rast dibînin ku di dezgeha dewletê ya propagandayê da kar qebûl bikin.
Dema ez vê yekê rexne dikim, gelo ez neheq im, tişê ez dibêjim şaş in?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE