Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu bi rastî jî merivekî pir
bêrû, bêheya û bêar e. Xelk naxwaze wî bibîne, naxwaze pê ra bipeyive, lê ew wek
parsekan dihere li deriyê xelkê dixe û dixwaze bi wan ra bipeyive...
Piştî qebûlnekirina waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîmî, serokê şîiyên Îraqê Seyid Elî Sîstanî jî ziyareta Kiliçdaroglu qebûl nekir.
Sîstanî, bi noteke biçûk ji hukûmeta Bexdayêyê ra gotiye, ”Ez naxwazim Kemaloglu(yanî Kilçdaroglu) bibînim.”
Diyare bi qestî paşnavê wî jî rast nenivîsî ye.
Wek tê zanîn, di gerra Kiliçdaroglu ya Îraqê da dîtina bi dehan serokên ereban û tirkmenan hebû, lê kurdek jî tunebû.
Kiliçdaroglu nedixwest here Hewlêrê û bi serok û lîderên kurdan ra rûne. Qey wek nîjadperestekî tirk bi wî pir zor tê bi serokekên kurd ra rûne û bi wan ra rismê wî were kişandin.
Çimkî ew kurdan wek dijminê xwe yê esaî dibîne. Dihere ba her kesî, bi her kesî ra rûdine, lê tahamul nake bi kurdan ra rûne.
Vê şêla Kiliçdaroglu ya nîjadperest û dijmina helbet kurd gelkî aciz kirin. Û loma jî Necmedîn Kerîmî serdana Kiliçdaroglu ya Kerkûkê qebûl nekir…
Hukûmeta Bexdayê hefteyekê bi Kerîmî da ket ji bo ku wî îqna bike, lê Kerîmî îqna nebû.
Li ser vê, hukûmetê xwest serokê Meclîsa Bajêr Hasan Turanê tirkmen here pêrgî Kiliçdaroglu.
Lê Turan jî wek Kerîmî pêşwazîkirina Kiliçdaroglu qebûl nekir, loma jî Kiliçdaroglu êdî ji mecbûrî ”li ser dêla xwe ket” û dev ji çûyina Kerkûkê berda.
Lê bi şêla Kiliçdaroglu diyar bû ku ew çiqasî neyarê miletê kurd e, bi kêmanî kurdan careke din ev yek fêm kirin.

XXX
Parlamenterê BDP-ê yê Diyarbekrê Altan Tan, di hevpeyvîna xwe ya radyoya Dengê Emerîkayê da gotiye, ”Tirkiye qebûl nake kurd ji xwe ra konekî jî vegrin. Kurd kon jî vegirin Tirkiye xera dike. Tirkiye dibêje îro kon e, sibe ewê xaniyekî ava bikin…”
Altan Tan rast dibêje, heger kurd ne li erdê, li asîmanan jî ji xwe ra konekî vegrin, Erdogan û Ahmnetoglu ewê dîsa bibêjin em qebûl nakin û êrîşê bibin ser asîman û bixwazin konê kurdan li wir jî bişewitînin.
Ji bo ku kurd kanibin bibin xwedî dewlet dibê dewleta tirk nemîne, heta Tirkiye hebe ji li vê dinyayê ji kurdan ra rehîtî tuneye. Tirkiyê dijminatiya xwe ya bi kurdan ra aniye vê nuxteyê; ya em ya ew…
Li gorî tirkan ev dinya ji me herdu miletan ra teng tê…

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar