Dibêjin Xwedê gava ker xuliqand jê ra got, “Ez 60 sal umir
didim te, heta dawiya umrê xwe tu yê di xizmeta însên da bî, tu yê tim
bixebitî, ewê li te xin, bar li te kin û li te siwar bin.”
Kerê îtîraz kiriye, gotiye, “60 sal pir e, 35 salan jê bikuje, 25 sal têra min
dike”.
Ev daxwaza kerê qebîl bûye.
Dû ra dor hatiye kûçik. Xwedê ji kûçik ra jî gotiye:
“Ez 30 sal umir didim te. Tu yê tim sadiqê xwediyê xwe bî, çi bidin te tu yê bixwî, tu yê bi şev û roj mal û heywanên xwediyê xwe bipê.”
Kûçik jî îtîraz kiriye, gotiye, “30 sal umir ji min ra pir e, 15 sal têra min dike, 15 salên din ez naxwazim.”
Û Xwedê ev daxwaza kûçik jî qebûl kiriye.
Dû ra dor hatiye meymûnê. Xwedê ji meymûnê ra jî gotiye:
“Ez 20 sal umir didim te. Heta taliya umrê xwe tu yê wer qeşmeriyan bikî, însan ewê bi qeşmeriyên te bikenin, li daristanan tu yê xwe ji ser darekê çindî ser dareke din bikî.”
Meymûnê gotiye weleh “20 sal ji min ra pir e, 10 salan jê bikuje, 10 salên mayî tê ra min dike.”
Û Xwedê daxwaza meymûnê jî qebûl kiriye.
Dû ra dor hatiye însên, xwedê ji însên ra gotiye ku:
“Ez 20 sal umir didim te, tu xwediyê her tiştî yî, her kes ewê têkeve bin hukim û emrê te.”
Însên gotiye, ya Rebî weleh 20 sal umir ji bo min pir hindik e. Ka tu were 35 salên ku kerê nexwest, 15 salên ku kûçik nexwest û 10 salên ku meymûnê nexwest, wan jî têxe ser 20 salên min, bira umrê min hinekî dirêj be, ji bo ez kanibim kêfekê ji dinyayê bigrim.”
Xwedê gotiye baş e û rabûye 35 salên kerê, 15 salên kûçik û 10 salên meymûnê jî daye însên.
Û ji ber vê yekê ye ku însan piştî 20 salên wek însên jiya û şûnda, dest pê dike 35 salan wek keran dixebite û ji hal da dikeve û teqawit dibe.
Dû ra 15 salan jî wek kûçikan nobeta malê ku kom kiriye digre û 10 salên taliyê jî dibe meymûnê civatê û neviyan, bi qeşmeriyên xwe demên xweş bi neviyên xwe dide derbaskirin…
Ma gelo ne rast e?

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar