Abdulah Ocalan PKK çêkir, ewê biqedîne jî. Bêyî Abdulah Ocalan, tu hêz, tu dewlet nikane PKK-ê biqedîne û teslîm bigre.
Ji ber ku PKK, partiyeke wisa ye ku nayê teslîmgirtin, nayê şikandin. Praktîk û dîrok şahidê vê rastiyê ye.
Ev 30 sal in 4 dewletên dijmin yên wek zebelihan, zalim û xwînxwar geh bi hev ra, geh jî yeko yeko dixwazin PKK-ê biqedînin, teslîm bigrin lê nikanin.
Dîsa, Emerîka, Yekîtiya Ewrûpa, heta meriv dikane bibêje ku piraniya cîhanê jî ji bo ku Tirkiye PKK-ê biqedîne û teslîm bigire di her warî da alîkariya Tirkiyê dikin, lê dîsa jî nikanin PKK-ê belav bikin û teslîm bigrin.
Ji ber ku PKK, tevgereke tu carî teslîm nayê girtin, tu kes, tu dewlet nikane wê teslîm bigre. Ji ber ku miletê kurd li piştê ye; bi kêmanî 20 milyon kurd bi can û malên xwe piştgiriyê didin PKK-ê.
Ew PKK-ya ku Tirkiyê, Îranê, Îraqê, Sûriyê, Emerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê nikanîbû biqedanda, bi îhtîmaleke mezin Abdulah Ocalan ewê belav bike, wî çawa çêkir, ewê wisa jî biqedîne. Bêyî wî tu kes nikane vê yekî bike. Û ji xwe loma jî Tirkiye wî dixe dewrê, jê ra postecîtiyê dike.
Abdulah Ocalan, ”Paniya Aşîl” ya PKK-ê ye, tenê bi riya wî, bi destê wî PKK dikane were zeîf xistin û belav kirin.
Dema meriv ji bo kurdan li daxwazên Ocalan û li pêşniyara qanûna esasî ya BDP-ê dinêre kenê meriv tê, meriv nizane bigrî, nizane bikene.
Tevgereke hewqasî xurt, hewqasî mezin, hewqasî bi hêz çawa dikane ji bo miletekî 20 milyonî daxwazên hewqasî biçûk(esas şerm e ku meriv bibêje daxwaz jî)bike?
Di dîrokê da kurdan li hemberî dijminên xwe gelek caran serî hildane û gelek caran jî têk çûne.
Serîhildana Şêx Mahmûdê Berzencî, ya Simkoyê Şikakî, ya Şêx Seîd, ya Dêrsimê, ya Qadî Mihemed û herî dawî jî ya Mele Mistefa Barzanî biserneketin û dev ji berxwedanê berdan.
Lê hemû jî ji mecbûrî, ji ber ku zeîf ketibûn, nikanîbûn zor dijmin bibirana loma dev ji serîhildanê berdan.
Lê ya PKK-ê ne wiha ye, PKK di şer da têk neçûye. Dijmin zora PKK-ê nebiriye. PK li ser daxwaza Ocalan dike çekan deyne. Bira deyne, ez ne li djî rawestandina şer im.
Lê li hemberî vê çekdanînê dewlet tiştekî nade kurdan, heta perwerdeya bi zimanê kurdî jî qebûl nake.
Di nava daxwazên Ocalan û BDP-ê da ji bo kurdan statuyeke siyasî nayê xwestin, qebûlkirina hebûna kurdan tuneye, zimanê kurdî nabe zimanê resmî. Navê Kurdistanê nayê qebûlkrin, partiyên kurdan serbest nabin. Teqrîben her tişt dîsa wek berê dimîne.
Zimanê resmî dîsa tirkî ye, al dîsa ya tirk e, marş(sirûda netewî) dîsa ya tirk e. Yanî her tişt dîsa ewê weke xwe be, tenê di warê belediyan da hin azadiyên biçûk tên xwestin. Ger belediya bixwazin ewê bikanibin perwerdeya bi kurdî jî qebûl bikin.
Yanî ”elewêre delevêre, kurd Mehmet nobete.”
Îcar dema meriv li vê hêza dêwîn û li daxwazên wê yên pêkenînî dinêre kenê meriv tê, meriv fêm nake hêzek hewqasî mezin çawa dikane bibe êsîrê şexsekî? Çawa dikane şertên dewletê hewqasî erzan qebûl bike?
Qey ev jî qedera me kurda ye…
Lê PKK belaş dev ji çekan berde, heta biqede jî kurd dev ji daxwazên xwe yên netewî bernadin, kurd heta ku li ser axa xwe nebin desthilatdar ewê tu carî dev ji liberxwedan micadeleya xwe bernadin...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar