29 april 2013

Îskenderê Mezin û Şîreta Arîsto

Îskenderê Mezin ji Arîsto ra nameyekê dinivîsîne, jê alîkariyê û aqil dixwaze, dibêje:
”Ji bo ku ez bikanibim însanên ez welatên wan îşxal dikim di bin hukmê xwe da bihêlim, dibê ez çi bikim?”
Û dû ra jî van hersê pirsên xwe ji Arîsto dike:

28 april 2013

Tirk ji siya hin kurdan jî aciz in

Nuha min pêşgotina kitêba ”Jiyan û Helwest” cilda duyem ya Fuad Onen xwend. Cilda yekem min berê xwendibû û ez bi bêsebrî li bende cilda duyem bûm.
Ji ber ku di cilda duyem da ewê mijar û bûyerên dema min û belkî jî hinên ku ez bûme şahid hebûna.

27 april 2013

Merheleya veqetandinê destpêkiriye

Mine Kirikkanat xanimê di telewzyona CNN-ê da gotiye, ”Ez ne tirkçî me, ne kurdçî me û ne jî milîyetçî. 
Heger Diyarbekrê bigrin û herin ez nabêjim na jî. Lê belê girtina wan ya Diyarbekrê pir vekirî ye. 
Ji ber ku Diyarbekir ji xwe êdî ne ya me ye. Em ji hev vediqetin. Ev tenê ne merheleyeke aştiyê ye. 
Ev merheleyeke veqetandinê ye.”

25 april 2013

Dawiya dawî Beşîkçî xoce Kurdistana xwe ya azad dît

Sosyolog û nivîskar Îsmaîl Bêşîkçî xoce, îro ji bo serdanekê li Kurdistana Federe bû. Dema min ev xeber xwend ez ji kêfa firiyam.
Îsmaîl Beşîkçî, di daxuyaniyekê da ji Rûdawê ra gotiye, ew pir keyfxweşe ku dibîne ala Kurdistanê li ser xaka Kurdistanê hêl dibe.
Beşîkçî, li ser banga fermî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana Kurdistana Federe dike.

24 april 2013

Buhara kurdan hindik maye

Di salekê da çar demsal hene; buhar, havîn payiz û zivistan. Kurd, di dîroka xwe da demsalên havîn, payiz, zivistanê jiyan, lê heta nuha tu carî buhara rengîn nedîtin û nejiyan.
Lê hindik maye, di vê sedsala 21-ê da êdî dor hatiye buhara kurdan, Tirkiye û dijminên kurdan yên din çi bikin jî nikanin rê li ber buhara kurdan bigrin; kurdê di vê sedsalê da buhara rengîn jî bibînin û bibin xwediyên welatê xwe.

22 april 2013

Dibê meriv ji dîroka xwe dersê bigre

Di  rojên 27-28-ê nîsanê da hevalên me yên DDKD-î yên kevn li Diyarbekrê civîneke siyasî çêdikin. Armanca civînê i bo xwe organîzekirinê minaqeşeyeke siyasî, lêgerîneke siyasî ye.
Wek kadirekî DDKD-ê û partiya Pêşengê, hevalan ez jî vexwendime civînê. Ji bo vexwendina wan, ez spasî hevalên berpirsiyar dikim.

21 april 2013

Kurd belasebeb xwe li ber baranê şil dikin

Tirkiye li alîyekî bi navê ”çareserî û aştiyê”(!) kurdan dixapîne û li aliyê din jî li ser sînorê Tirkiyê û Îraqê 402 qereqolên pir modern yên bi navê "KALEKOL" ava dike.
Derket ortê ku ji agirbesta PKK-ê virve li serê çiya û girên bilind heta nuha 149 ”KALEKOL” bi lez û bez hatine avakirin.

Weleh zû bi zû kurd dev ji hezkirina tirkî bernadin

Ayhan Geverî, piştî vegera xwe ya ji Kurdistana başûr ferqa di nabêna kurdên Behdînî û Soran da wiha aniye zimên:

”Ferqa Soran û Bahdînan: Muzîka şofêrên Soran: Kamkars, Hesen Zîrek, Leyla Ferîqî, Ednan Kerîm, Qala Mara. Ya ên Behdîniyan: İbrahim Tatlises. e”
Rast e, lê Kurdistana bakur ji Behdînan jî xerabtir e, li Kurditana bakur ne muzîk tenê, ziman jî bi tirkî ye, qenekê li Dihokê ziman bi kurdî ye.

Kurd, miletê bêhafize

Li bajarê min Wêranşarê gundekî bi navê Eyûbnebî heye. Li başûrê gund, li wê çolê di nava keviran da gomeyek û çiravek, kaniyek hebû. Li gorî çîroka di nava milet da, digotin Hz. Eyûb Pêxemberê kurmaxwarî, di rojeke ji pertavketî da pişta xwe spartiye vî gomeyî û ji Xwedayê xwe şîfa xwestiye.

20 april 2013

Kurd bûne heyranê dijminê xwe

Nuha min bîstekê bala xwe da programa Bajarê Me ya TRT6-ê ya ji Batmanê dihat weşandin.
Moderatorê programê bi walî û çend kesên siwîl ra li ser rewşa bajêr û hin meseleyên siyasî sohbetê dikir.
Kurdên me dema qala hukûmetê û serokwezîr dikin, tu dibêjî belkî qala serokê Kurdistanê ya jî qala Pêxemberekî dikin.

Xezal mabû, wê jî derbek li min xist

Îşev ez gelkî xemgîn im. Ya do bi şev ya jî îro xezal ketiye hewşa me, hemû kulîlk, pîvaz û laleyên me xwarine; bêûjdanê heywaneka hewqasî çavnebar bûye, yek pîvaz, kulîlk û lale jî ji me ra nehîştiye…
Ev deh sal in em di vî xaniyî da ne, ji ber ku kulîlkên me wek yên cîranan nedihatin xwarin em pir kêfxweş bûn.

Kurdê li malê kurd û li kuçê tirk


Endemê Heyeta Rîspiyên herêma Derya Spî Muhsîn Kizilkaya gotiye, ”Ez li malê kurd im, li kuçeyê tirk im.”

Ev bersîva Kizilkaya, qerekterê kurdê şelaf, kurdê ku ji şexsiyet û hêjayiyên xwe yên netewî dûr ketiye, ji bo menfeetê bûye tirk û merivê sîstemê nîşan dide.

Meriv ya kurd e ya ja jî tirk e, meriv nikane ”li mal bi kurd be û li kuçê jî bi tirk be.”

17 april 2013

Kurd çima ji tirkî hez dikin?

Kovara Dîwar, di hejmara xwe ya vê mehê da mijareke pir girîng, ”Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin ? kiriye mijara sereke.

Kovar, di her hejmarekê da mijarekê digre dest û ji gelek aliyan ve li ser wê mijarê radiweste. Di vê hejmarê da mijara sereke, ”Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin”? e.

Li gorî anons û pêşgotina kovarê, di vê hejmarê da çend nivîskar li ser tesîra sê zimanan, ”erebî, tirkî û farisî” ya li ser kurdî sekinîne.

Ez erebî û farisî didim aliyekî, ji ber ku zanîna min têra xwe li ser rewşa kurdên Îranê, Îraqê û Sûriyê tuneye. Ezê tenê li ser kurdên Tirkiyê çend gotinan bibêjim. Ew jî pir kin. Ji xwe ne hewceye meriv zêde dirêj jî bike. Çimkî sebeb pir vekirî ye.
Bi dîtina min meriv dikane pirsa kovarê hîn konkrettir bike.
-Kurd çima bi tirkî dinivîsin?
Ez bawer nakim li ser vê mijarê tu kesî bi qasî min nivîsîbe, ji destpêka salên 1980-î virda ye ez gelek caran li ser vê meselê rawesitiyame. Lê ezê fikrê xwe bi kurtî careke din jî dubare bikim.
Ji ber ku kurdên bakur ji kurdî hez nakin û ji tirkî hez dikin loma bi tirkî dinivîsin.

Û sebebê vê hezkirina ji tirkî jî helbet asîmîlasyon e. Yanî ji ber ku kurdên bakur(Tirkiyê)di warê zimên û kulturî da asîmîle bûne loma bi tirkî dinivîsin.

Kurdên bakur ji ber ku ji alî tirkan ve asîmîle bûne, loma jî di warê kulturî, hest û fikrên netewî da jî ji kultur, aso, şiûr û taybetmendiyên xwe yên netewî dûr ketine, êdî bi fikir, hest û zewqên xwe yên şexsî ji kurdan bêtir dişibin tirkan.

Mesela, ferqiyeta ku meriv di nabêna du gundiyên kurd û tirk da dibîne, meriv nikane di nabêna ronakbîr û bajariyekî kurd û tirk da bibîne. Êdî her du jî dişibin hev, ji ber asîmîlasyonê tu ferqeke zêde di nabêna bajariyekî kurd û tirk, ronakbîrekî kurd û tirk da nemaye. Ya jî pir hindik e. Çimkî zimanê wan yek e, û bi zimên ra kultura wan jî pir nêzî hev bûye.

Ji ber ku kurdên bakur asîmîle bûne, zimanê tirkî bûye zimanê wan yê esasî, yê perwerdê, edebiyatê û siyasetê. Kurdî, êdî ji bo piraniya kurdan ne zimanê meju û dil e, teqrîben wek zimanekî biyanî ye, carnan dema pêwîst be û ew jî bi rengekî sînorkirî pê dipeyivin. Wek turîstan. Lê ne wek zimanê dayikê.
Kurdên bakur ji ber ku asîmîle bûne, ji kurdî jî hez nakin û heger pir ne mecbûr bin naxwazin pê bipeyivin jî. Ji muzîka kurdî jî hez nakin.

Kurdên bakur ji ber ku asîmîle bûne, loma jî ji zimanê tirkî, ji muzîka tirkî, ji Tirkiyê, ji bajarên Tirkiyê, ji keçên tirk pir hez dikin. Çimkî asîmîlasyona zimên ya kulturî û siyasî jî bi xwe ra aniye, êdî wek tirkan, ew jî ji zimanê tirkî, ji muzîka tirkî, ji edebiyata tirkî, ji bajarên Tirkiyê û ji jiyan û şevbêrkên bi tirkî hez dikin, zewqê jê digrin.
Ziman kilîta dil e, bi riya vê kilîtê însan û milet ciyê xwe di dilê meriv da çê dikin.

Aqilekî baş têrê nake

Aqilekî baş têrê nake, dibê meriv bizanibe wî aqilî baş bikar jî bîne. Îcar bi hin siyasetmedarên me ra aqilê baş heye, lê nizanin wî aqilî baş bi kar bînin. 
Û li ba hinan jî tew cismê aqil tuneye. Loma jî em dikin nakin, em nikanin biesrkevin.

XXX
Hiso merivekî şivan bû. Pismamê wî miribû, jina pismamê wî jinbî mabû.Hiso piştî 50 saliya xwe, xwe li sofîtiyê danî. Hiso digot, li gorî dînê îslamê zilamê ku bi jineke jinbî ra bizewice pir xêr e, li ba Xwedê pir meqbûl e.
Hiso bi vê fikarê rabû çû ba meleyê gund. Jim mele ra got:
-Seyda, ez dixwazim xêrekê bikim.
Mele got:
-Bêje, ka xêra tu dixwazî bikî çi ye?
Hiso got:
-Seyda, Fata bûka me ev deh sal in bî ye. Ez dixwazim li xwe mahr bikim û pê ra bizewicim.
Mele got:
-Xêra tu dixwzî bikî ev e Hiso?
Hiso got:
-Erê weleh seyda ev e. Ma qey ne baş e ez xêreke wiha bikim?
Mele got:
-Teres, îcar xêr, ma xêr bi doxîna te ve ye kuro? De rabe ji min biteqize…!


XXX
Yekî Cilînî şeveke zivistanê li çolê mabû, ji bo ku li malekê zikê xwe têr bike û di nava nivînên germ da rakeve çû gundekî, lı perê gund dageriya malekê, li deriyê malekê xist. Xwediyê malê derî lê vekir. Yê cilînî got:
-Selamunaleykum, ez xwarzîyê Xwedê me û dixwazim îşev bibim mîvanê we.
Xwediye malê got:
- Aleykumselam, serseran û serçavan, bide dû min.
Ew bir nava gund û bi tiliya xwe mizgefta gund nişanî wî da, got:
-Mala xalê te wa ye, here bibe mîvanê mala xalê xwe....

16 april 2013

Li Tirkiyê bikaranîna herfa hîn jî ”W” sûc e

Dibê meriv ji bo ”demokrasiya Tirkiyê” û ”merheleya çareseriyê” çend dengan ji Erdogan ra bilîrîne. Ji ber ku demokrasiya Tirkiyê êdî halan û lîrandin heq kiriye.(!)
Cîgirê Şaredarê Wêranşarê yê berê Kemal Kodîn, ji ber ku li ser wesaîtên şaredariyê bi kurdî, "Şaredariya Wêranşarê" dabû nivîsandin sê sal berê doz lê hatibû vekirin. Kemal Kodîn, roja pênşemiyê li Wêranşarê ji ber vê dozê hat girtin.

14 april 2013

Mirin, weleh tu pir bêbext î !

Bira qeda li vê dinya derewîn keve, va ye careke din ez û xanim, em rêwiyên ser gorra miriyan in; em dikin herin ser gorra Aslan(Mehmet)Kaya, dîsa bîstekê xemgîn û heznî bibin, wan roj û salên borî bi hesret bibîr bînin.
Roja 9-ê nîsanê 12-mîn salvegera wefata wî bû, wê rojê îmkana me ya çûyinê tunebû, emê îro herin.

Çepên do bûne gurên îro

Mahacira ji Kafkasan, çepa berê ya bi nav û deng, xwediya ”Nîşana Azadiyê” ya filîstîniyan û faşîst û panturkîsta nuh Alev Alatliyê do bi şev di programeke telewîzyonê da gotiye, ”Nasnameya Tirk kela me ya dawî ye. 
Heger em nîjada(qewmîyeta) vê şemsiyeyê wenda bikin emê ji hev perengperengî bibin. Hevalên kurd yên ku girîngiyeke mezin didin nîjada xwe bi min pir komîk tên…”
Hela hûn werin bala xwe bidin vê dêlegura mahcir, heger tirk girîngiyê nedin nîjada xwe ewê ji hev perengperengî bibin, lê gava kurd eynî tiştî dikin, bi dêlegura Kafkasî komîk tê…
Ez çi bikim, qey di nanê kurdan da xwê tuneye, heger xwê hebûya Alev Alatliya mahcira Kafkasan û pêsekiniya tirkan nuha hewqasî nedibû neyara kurdan…
Yasar Arafat, ji ber xizmet û alîkariyên Alev Alatli yên bi gelê filîstîn ra di sala 1986-a da Nîşana Azadiyê da wê.
A ev şervana azadiya Filistîniyan, nuha wek dêlegureka har êrîşê dibe ser kurdan û ji bo bindestmana wan xwe perçe dike…

XXX
Sê heramzadeyên dêrsimî
Kiliçdaroglu: Ez ne kurd im, turkmen im. Em ji eşîreke tirkmenên ji Xoresanê ne. Bûyerên Dêrsimê ne bûyereke ku meriv ji bo wê uzir bixwaze
Lê xanima Kiliçdaroglu(keça xaltiya wî ye)Sevîm Kiliçdarogluyê got, em kurd in.

Kamer Genc: Em ne kurd in, em tirk lawê tirkan e(turk oglu turkuz). Ciyekî bi navê Dêrsimê tuneye, Tuncelî heye.

Huseyin Aygun: Ez ne kurd im, ez elewî me. Ev erd ji serê hezar salan e ku axa(erdê)tirka ye.

Dema tirs ketê newêrîbûn bibêjim em musilman in

Mêrik kêr di dest da ket hundurê mizgeftê û bi dengekî bilind got:
-Ey cimat, ma di nava we da kesê misilman heye?
Kesî ji tirsan dengê xwe nekir. Dawiya dawî kalekî ji ciyê xwe hêzî ser xwe kir û got:
"Law ez misilman im…”

Xwediyê kêrê ji kalo ra got, wê demê deqîqeyekê were derve. Û ket milê kalo û ew derxist derve.

13 april 2013

Kurd xwe dixapînin

Heta ji kurdan tê bira bibêjin em û tirk birayên hev in, di nabêna miletê tirk û kurd da tu dijminatî tuneye. Li hemberî vê derewa kurdan tirk di bin simêlê ra dikenin.
Bêyî Stenbol, Anqere û Îzmîrê, hema hema li hemû bajarên Tirkiyê li zanîngehan xwendevanên kurd di bin hesargehê û teroreke mezin da ne.

11 april 2013

Kurd çima ji tirkan hez dikn?

Xortekî kurd di facebookê da gotiye, ” Dibê her kes nesîbê xwe ji micadeleya Galatasarayê ya bi şerf bigre…”
Wek tê zanîn, Galatasarayê pêr bi şev li Stenbolê zora Realmadrîdê 3-2 bir. Vê serkeftina GS-yê gelkî kêfa xortê kurd aniye û lema jî bi van gotinên jorîn pesnê GS-yê daye.

Xeta xwar ji miletê tirk da ye

Serokê CHP-ê liqê Betlîsê Çetîn Yavuz gotiye, ”Apê Mihemedê yozgatî ya jî xaltîka Eyşê ya trakyayî bi kurdan ra dijminatiyê nakin. Di nabêna gelan da tu gelş tuneye.”
Bêguman ev ji kok da derew e. kurd buhtanan li tirkan û miletê tirk dikin. Miletê tirk her tim dijminatî, kîn û nefreta xwe ya li hemberî kurdan nîşan daye û dide…

10 april 2013

Demirel ji qedandina tirkan ditirse

Dibêjin Suleyman Demîrel gotiye:
”Em ji tirkîtiyê pê va tu nasnameyeke din qebûl nakin. Heger yê kurd bibêje ez kurd im, laz bibêje ez laz im, rûm bibêje ez rûm im, ermenî bibêje ez ermenî me, pomax bibêje ez pomax im, çeçen bibêje ez çeçen im, çerkez bibêje ez çerkez im, gurcî bibêje ez gurcî me, arnawit bibêje ez arnawit im, boşnak jî bibêje ez boşnak im.
Baş e, kî tirk e?

09 april 2013

Dibê em ji dîroka xwe dersê bigrin

Ev du sê roj in li Zanîngeha Dîcleyê di nabên xwendevanên alîgirên Hizbullahê û hin xwendevanên din da şer heye. Wek her tim polîs dîsa alîkariya aliyekî dike û dajo ser aliyekî din.
Yanî ev fîlm ne nuh e, fîlmekî kevn e, me kurdan di salên 90-îda li vî fîlmî temaşe kiriye.
Di destpêkirina büeran da aliyek dikane neheq be. Lê belê ev nayê wê maneyê ku meriv vê neheqiyê bi şer û riya zorê çareser bike.

08 april 2013

Nav çîrok be jî ziman helbestî ye

Fatma Savcî xanimê ji min ra kitêba xwe ya dawî, ”Risika Morîkan” şandiye. Ez gelkî kêfxweş bûm. Çendakî berê me yê li Stokcholmê hev û du bidîta lê li hev nehat. Wa ye îcar bi posteyê şandiye. Ez gelkî spasî wê dikim.
Min Fatma Savcî bi helbestên wê nas kir û ez ji helbestên wê gelkî jî hez dikim.

07 april 2013

Ocalan PKK çêkir ewê biqedîne jî

Abdulah Ocalan PKK çêkir, ewê biqedîne jî. Bêyî Abdulah Ocalan, tu hêz, tu dewlet nikane PKK-ê biqedîne û teslîm bigre.
Ji ber ku PKK, partiyeke wisa ye ku nayê teslîmgirtin, nayê şikandin. Praktîk û dîrok şahidê vê rastiyê ye.

04 april 2013

Îşkenceya li ber çavên her kesî

Demokrasiya Erdogan dema 12-ê îlonê paşda anî. Polîs êdî ronkayiya rojê kurdan îşkence dikin.
Li navçeya Amedê Bismilê, polîsan li baxçeyê dibistanê, li ber çavê her kesî gelek xendekar, welî û mamoste dan ber copan û îşkence kirin. Ji welî û mamosteyan 2 kes giran birîndar bûn û rakirin nexweşxanê.
Ev ne bes bû, pûlisan 4 kesên din jî girtin binçavan.

03 april 2013

Sînorê pîsiyê tuneye

Serokwezîr Erdogan, ji bo tespîstkirina taktîkên nuh li ser mesela çareseriyê û têkiliyên bi Ocalan ra îro li qesra serokwezeretê civînek çêkir.
Li gorî çapemenî dinivîsîne, alîkarên serokwezîr Bulent Arinç, Beşîr Atalay û Bekir Bozdag, wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn, wezîrê karênhundur Muammer Guler, Wezîrê kultur û turîzmê Omer Çelîk, Musteşarê MIT-ê Hakan Fîdan û berdevkê AKP-ê Huseyîn Çelîk beşdarî civînê bûn.

01 april 2013

Kurd ji dijminên xwe naqeherin

Parlamenterê MHP-ê yê bajarê Kocaeliyê Lutfu Turkkan, di civîna MHP-ê ya qeza Başîskelyê da ji kurdan ra gotiye:
”Ji kesên ku dibêjin vira axa me ye, gotineke me heye. Belê, wira axa we ye, lê belê binê wê axa we ye, ser wê aîdî me ye…”
Wek tê dîtin, mêrik ji kurdan ra pir vekirî dibêje, Kurdistan ancax ji we kurdan ra dikane bibe gorr, wekî din tu mafekî we li ser vê axê tuneye.