Min do ji bîr kir bibêjim. Pêr bi şev, dema ez hatim mal, li nêzî mala me di kaşekî da ez şemitîm û ser piştê ketim. Îsal, ev ketina min ya sisiyan lê ya herî xerab bû.
Tiştê baş serê min li erdê neket û neşikiya, lê ji ber ku ez pir xerab ketim, ez boçikî bûm. Do ez bi kûtanî çûm Newrozê. Li ser kursiya hişk, bi saetan rûniştan jî pir zor bû.
Lê kêfxweşiya temaşekirina govenda kurdan ya bi sedan kesî, pir hindik êşa boçikê bi min dida jibîrkirin.
Keç û xortên kurdan dilê xwe li govendê rehet dikirin, min tenê kanîbû pel pel, bi dilşewatî lê binêriya. Ne ji ber îşa boçikê, ji ber ku ez nizanim bazdim, yanî nizanim govendê bigrim. Û ez wek kurd, vê nezaniyê li ba xwe wek kêmasiyeke pir mezin dibînim. Rahmetiyê bavê min tim sergovend bû. Yê kurd dibê bizanibe govendê bigre. Xanim hinekî îdare dike, lê ew jî ranebû...
Bi tabetî jî govenda soranan min dihelîne, ez heyrana govenda wan im. Govenda soranan dilê min radike pêdarê, lê piştî vî umrî fedî dikim fêr bibim. Esaz dibê meriv fedî neke, umrê fêrbûnê tuneye, lê axirê meriv naxwaze xelk bi meriv bikene. Kurd zalim in, zû bi meriv dikenin.
Û ya din jî kê têkeve destê nezanekî wek min?
Em hetanî saet donzdan rûniştin, salon tije bûbû, ez bawer dikim di salonê da li dora 2 hezar kesî hebûn. Mala Medenî Marşîl û xanima wî ava be, nehîştin şevnîvêşevê, di wê sar û sermayê da em bi saetan têkevin riyan û belkî careke din jî bikevim û dereke xwe ya din bişkînim. Em bi erebeya xwe, anîn danîn ber deriyê me…
Xwedê kesî bê dost û heval neke… Amîn…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar