21 mars 2013
Li ser peyama Ocalan
Peyama Abdulah Ocalan ya ku ev çend roj bûn gelek kes bi meraqeke mezin li bendê bûn, îro di Newroza Diyarbekrê da bi kurdî û tirkî hate xwendin.
Wisa dihat hêvî kirin ku Ocalan, ewê di peyama xwe da şert û madeyên li hevkirina di nabêna xwe û dewletê da eşkere bike.
Lê di peyama Ocalan da diyar bû ku li ortê tu peyman tuneye, dewletê tu soz û tu ahd nedaye Ocalan û pê ra tu peyman jî îmze nekiriye.
Esas ev serê 14 salan e Ocalan çi dibêje, di peyama xwe ya îro da jî eynî tişt got, yanî ji bo kurdan tu mafî, tu statuyê naxwaze.
Tiştê di peyama Ocalan da konkret e, çekdanîna PKK-ê ye. Ocalan bangli PKK-ê dike, dibêje çekan deyne û derkeve derî sînor. Tiştên din hemû vala û zeytkirina dewletê ye.
Wisa xuyaye ku dewletê bê qeyd û şert ev peyam dîkteyî Ocalan kiriye.
Gelo PKK ewê ji vê peyama Ocalan ra çi bibêje, gelo ewê banga Ocalan qebûl bike û çekan deyne ya na?
Bi baweriya min hinek qebûl nekin, hinek veqetin jî PKK ewê qebûl bike.
Serokwezîr Erdogan li Hollandayê peyama Ocalan şirove kir û got, ew peyama Ocalan wek pêşketineke baş dibîne û tiştên Ocalan di peyamê da gotine û tiştên ew dibêjin li hev dikin.
Bi rastî jî peyam, tam bi termînolojiya tirkekî û li gorî dilê tirkan bû. Û loma jî Erdogan eciband.
Erdogan bi ecibandinê jî nehat serî, dû ra jî got, wî dixwest ku li qada Newrozê ala tirk jî hebûya, tunebûna ala tirk, ew wek kêmasiyekê dibîne.
Ne hewceye meriv zêde dirêj bike, axaftina ku ji alî serokwezîrê Tirkiyê ve were ecibandin, maneya xwe ew e ku Ocalan ji bo kurdan tu tiştekî konkret nexwstiye û naxwaze û ji xwe loma jî Erdogan peyama wî ecibandiye.
Netîce, yê heta nuha şer dikir PKK bû û yê dike dev ji şer berde jî dîsa PKK- ye. Ji ber ku em bi xwe ne di nava şer da ne, loma jî ne mafê me ye ku em bibêjin dev ji şer bernedin.
Hedefa PKK-ê ya detpêkê serxwebûna Kurdistanê û dewletbûna kurdan bû. Lê îro êdî PKK serxwebûnê, federasyonê û heta otonomiyê jî naxwaze. Tiştê Ocalan dibêje û dixwaze, ”demokratîkbûna Tirkiyê ye”. Ê dema hedef ev be, bêguman ne hewceyî şerê çekdarî ye, xebat û têkoşîna siyasî, legal û demokratîk têrê dike.
Loma jî ez dibêjim, devjêberdana ji şerê çekdarî ewê ji bo kurdan baş be. Dibê em vê riyê jî biceribînin.
Dewleta tirk bi vê manawrayê dixwaze PKK-ê belav bike û demake din jî serî li mesela kurd bigerîne; belkî bi demê ra kurd bihelin û bibin tirk. Ji ber ku hêviya hukûmeta AKP-ê hîn ev e, asîmîlekirina kurda ye…
Demagojiyên ”aştiyê”, filan û bêvan hemû vir û çîrok in û ji bo xapandinê ye. Hukûmeta AKP-ê bi Ocalan ra çi pîlanan çêke, çi dolaban bigerîne jî vala ye, PKK û tevgera ntewî naqede, kurd miheqeq ewê xwe ji bin vê bindestiyê rizgar bikin.
Heta ku kurd azad nebin û nebin xwediyê welatê xwe, di nabêna tirk û kurdan da tu ”aştî maştî” ne mimkûn e. Bi vê manawrayê pir pir ewê çend salên din dirêj bikin, emê çend salên din micadelê bidin û hew…
Loma jî çekberdan PKK-ê û rawestina şer bi dîtina min ewê ji bo kurdan gelkî baştir be.
Prenumerera på:
Kommentarer till inlägget (Atom)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar