Bûyerên 6-7-ê Îlona 1955-î di dîroka dewleta tirk ya kemalîst û nîjadperest da sûcekî pir mezin yê li hemberî însaniyetê ye û teşebusî qetlîameke mezin e
Di 6-ê îlona 1955-a da li Stenbolê, Îzmîrê, Adalarê û hin deverên din yên Tirkiyê li hemberî rûman û hemû xeyrîmuslimên din ji alî nîjadperestên tirk ve êrîşeke organîzekirî û pir berfireh hat pêkanîn. Armanca êrîşê ew bû ku rûmên mane ji Tirki
yê bi dûrxin û dest bidin ser mal û milkên wan.
Êrîşê du rojan(6-7-ê îlonê) dom kir. Êrîşkaran li ber çavên hêzên ewlekariyê di van herdu rojan da bi kêmanî 15 kes kuştin, bi sedan kes birîndar kirin, tecawizî bi sedan jin û keçên rûm û ermenî kirin. Û li dora 5.500 dikan, dêr, sînanog, manastir, mekteb, fabrîqe, otêl û karxaneyên aidî rûman û xeyrîmusliman talan kirin û şewitandin.
Li gel ku haya hêzên ewlekariyê ji berê da ji bûyeran hebû, lê dîsa jî ne tedbîrek girtin û ne jî êrîşkar dan sekinandin. Talana mal û milkên rûman, lêdan û kurştian wan, li ber çavên pûlisan bû, bi hezaran kes li ber çavên pûlisan marûzî êrîşê bûn, hatin kuştin û birîndarkirin.
Piştî êrîşê di serî da bi hezaran rûm, êrmenî û cihû hemû mal û milkên xwe, serwetên xwe li pey xwe hîştin û ji bo ku canên xwe xelas bikin Tirkiye terk kirin.
Û dû ra jî dewletê dest da ser hemû serwet, mal û milkên wan û li tirkên merivên dewletê û kesên ku beşdarî êrîşê bûbûn belav û par kir.
Ji van êrîşkaran yek jî Suleyman Demîrel e. Demîrel weke ajan-prowakator di nava êrîşkaran da bû û milet tahrîk û pîj dikir. Bi îhtîmaleke mezin malbata wî nuha ji wê talanê miheqeq para xwe girtiye.
Tirk, mahcirên Balkan û Kafkasan bi van metodên talankirinê û qirkirinê li ser erdê xelkê rûniştin bûn xwedî dewlet. Tiştê anîn serê rûman dixwazin îro bînin serê me krudan jî. Lê dikin nakin hukmê wan lê nayê. Heger hukmê wan lê were ewê eynî tiştî bînin serê kurdan jî. Lê yê kurdan wek rûman Yûnanîsteke wan tuneye ku herinê, wê demê çare veqetandin e. A ji xwe tiştê mahcirên Balkan jê ditirsin jî ev e, veqetandin û avabûna Kurdistanê ye.
Komara Tirkiyê di 6-7-ê Îlona 1955-î da li hemberî însaniyetê sûcekî pir mezin kiriye, dibê ev sûc neyê jibîrkirin
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar