27 augusti 2012

Serboriya rêwîtiya min


Min do nîvsozek dabû ku ezê îşev li ser rêwîtiya xwe ya Kurdistanê tiştekî binivîsînim.
Çûna min ya welêt qet di hesêb da tunebû, ji nişkave bû. Dema min bihîst malbata Yilmaz eydiyê diçe Diyarbekrê ser gora Yilmaz, min got ez jî bi we ra têm. Û roja berî eydiyê em bi hev ra çûn Diyarbekrê.
Ji ber ku ez neketibûm bin darbesta Yilmaz û bi cenazeyê wî ra neçûbûm Amedê, ev yek di dilê min da bûbû kulek mezin. Ez çûm ser gorra wî û me xatir ji hev xwest û hevûdu helal kir û bi hêsirên çavan axa gorra wî şil kir...
Di vê nabênê da ez çûm ser gorra bavê xwe û min eydiya diya xwe jî kir.
Haya diya min ji çûna min tunebû, min xwest jê ra surprîzekê bikim.
Piştî donzdê şevê em ji Stockholmê birêketin û saet li dora nehê sibê em gihîştin balafirxaneya Mêrdînê. Dema em ji balafirê daketin wek em ji sarincekê derkevin û têkevin himamê. Di wê saeta sibê da germiyan 38 derece bû, roja bi tîn bedena me germ kir.
Merivên Yilmaz bi du ereban hatibûn pêrgî me. Me bawilên xwe girt û berê xwe da Diyarbekira xopan.
Ji 1967-an virda ye ez diçim û têm Diyarbekrê. Min tu carî Diyarbekir hewqasî qilêr nedîtibû. Qey şeva eydiyê bû loma, lê Diyarbekir teslîmî tozê û gemarê bûbû, herder dişibiya sergo. Ez û hevalên din matmayî man, Diyarbekir çawa ketibû wî halî?
Lê tiştê bala min kişand, tu kes ji vê derya tozê ne aciz bû, însanan di nava wê derya tozê da bêxem alvêra xwe dikir. Min ev yek ji çend kesan pirsî, gotin ji ber ku roja berî eydiyê ye loma hewqasî qilêr e, sibe ewê paqij bikin.
Roja eydiyê ez derketim nava bajêr û min bala xwe da kuçe û kolanan. Erê belediyê paqij kiribû, lê dîsa jî qilêr pir bû. Ji belediyê bêtir, însanan ji milet gazin dikir, digotin milet ne tu milet e, însan her tiştî davêjin erdê û dibêjin bira belediye paqij bike.
Diya min digot, dema meriv ji însanan ra dibêje çima hûn toz û tebara xwe davêjin erdê, dibêjin ma tozçî ji bo çi meaş digrin, bira paqij bikin.
Ez çar rojan li Diyarbekrê mam û pir hindik geriyam, lê min vê carê Diyarbekir pir qilêrî dît.
Dema ez çûm mal diya min ne li mal bû, cîranên wê kilît dan min û ez çûm hundur.
Gava diya min ji bazarê hat û dît ku deriyê wê vekirî ye, matmayî ma. Ji cîrana xwe pirsî, xwest bizanibe gelo mîvanê wê kî ye? Lê ji ber ku min temî li wan kiribû, jê ra gotin em nizanin, nasekî te ye.
Bi lez hat hundur û bala xwe da sola min, lê soleke xerîb bû û loma jî nas nekir. Min li mitbaxê çay çêdikir, gava ez ji mitbaxê derketim û berbî wê ve çûm, feqîrê matmayî ma, got ma ev xewn e ya rast e? Min got rast e. Û ji kêfa dest bi girî kir.
Lê giriyê wê zû dageriya dilşadiyeke mezin; şeva eydiyê mîvanekî ku nedipa bûbû mîvanê wê…

Sibe ewê dom bike…




Formulärets överkant

X

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE