08 april 2012

Li başûr rojên giran li pêş kurdan e

Wisa xuyaye ku di rojên pêşda nabêna Hewlêrê û Bexdayê ewê xerabtir bibe, heta dibe ku kurd gavekê berbî serxwebûnê va jî bavêjin. Lê ev yek bi piştgiriya emerîka û hinekî jî bi şêla Tirkiyê ve girêdayî ye.

Lê beyî piştgiriya Emerîka û Tirkiyê ev gav mimkûn xuya nake.
Kurdên başûr ev 10 sal in di praktîkê da Îraqa perçebûyî bi hewildanên xwe bi hev ve zeliqandine.

Ev hewildanên kurdan yên ji bo lihevkirina ereban û avakirina dewleteke xurt şaş e û ne di berjewendiyên kurdan da ye.
Bi kêmanî ji îro û pê va dibê kurd dev ji vê siyaseta xwe ya nabêncîtiyê berdin. Lihevanîna ereban ne karê kurda ye.

Hukûmeta Malikî di vê rewşa xwe ya herî zeîf da jî mafê kurdan yê rewa nas nake. Ji ber ku îro zeîf e hin têkiliyên taktîkî dimeşîne. Malikî li hemberî kurdan bi zihniyeteke ji dema Seddam mayî hereket dike.

Xwediyên vê zîhniyetê di bin ra li hemberî kurdan dijminatiyeke mezin dimeşînin.

Lê kurd hîn jî ji bo xurtkirin û îstîkrara vê dewletê dixebitin. Di maneya siyasî da ev jî tê wateya xwedîkirina cenewarê ku ewê te bixwe. Dibê di serî da ev dewlet bihata guhertin û kurdan ciyê nigê xwe xurt bikira û hemû mafên xwe ji ereban bigirtana.

Lê ev yek ji ber gelek sedeman nebû. Wê demê jî dibê ji nuha û pê va kurd pêştgiriyê nedin xurtkirina vê dewletê.

Çimkî dewleta ku di dema zeîfiya xwe da heqê kurdan yê rewa qebûl neke û nede, sibe dema xurt bû û bû xwedî artêşeke yek milyonî, wê demê ewê qet nede.

Ji xwe felsefeya Seddam jî ev bû, heta ku zeîf bû hustuyê xwe xwar dikir, lê roja xurt dibû, dibû cenawar û dixwest kurdan bixwe.
Ereban li hemberî Îranê jî eynî siyaset meşandin.

Tiştê xuyaye dijayetiyên kurdan yên bi hukûmeta merkezî ra bi lihevkirinên rojane û demî çareser nabin. Dibê kurd bi destê xwe neyarên xwe li hev neynin û gorra xwe nekolin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE