Li Kurdistana bakur şeş partî û rêxistinên kurd berî Newrozê bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kiribûn ku ewê ji bo 4 daxwazên kurdan yên wekî, “statûya siyasî, perwerdeya bi zimanê dayîkê, azadiya xwe birêxistinkirinê û nasnameya kurdî” kampanyayekê bidin destpêkirin.
Kampanyayê di Newrozê da dest pê kir.
Hedefa hêzên kurd ew e ku ji bo van her çar daxwazên kurdan yê sereke bi kêmanî 5 milyon îmze top bikin. Esas 5 milyon hindik e, dibê 10 milyon be...
Parlamenterê BDP-ê yê Colemêrgê Adil Kurd, derbarê kampanyayê da ji malpera Rûdawê ra gotiye, kampanya dom dike û hedefa van 5 milyon îmze ye. Di Newrozê da gelek îmze hatine komkirin. Lê ji ber ku îmze nehatine jimartin loma jî ew nizanin di Newrozê da û heta nuha çend îmze hatine komkirin.
Li gorî beyana Adil Kurt, kampanya heta dawiya meha nîsanê ewê bidome. Û dû ra jî îmzeyên hetine komkirin ewê bi şiklekî resmî teslîmî Parlamentoya Tirkiyê, serokwezîrtiyê û serokkomariya Tirkiyê bikin.
Gaveke di cî da û daxwazên asgarî lê baş in. Dibê kurd dev ji van daxwazên xwe bernedin û li her derê van daxwazên miletê kurd bidin pêş.
Lê berlê waliyê Diyarbekrê, van her çar daxwazên hêzên kurdan li dijî Qanûna Esasî ya Tirkiyê û li dijî Qanûna Partiyên Siyasî dît û destûra topkirina îmzeyan neda partiyên kurd.
Gavên wiha durûtiya hukûemtê derdixe ortê.
Hukûmet ji alîkî ve xwedêgiravî ji bo qanûna esasî ya nuh bi hêz û gurûbên cuda ra hevdîtinan pêk tîne û dixwaze her kes pêşniyarên xwe yên derbarê qanûna esasî da pêşkêşî hukûmetê bike lê li aliyê din jî waliyê Diyarbekrê nahêle kurd standa xwe vekin û ji gel îmzeyan top bikin.
Bi vê qedexekirina walî jî diyar dibe ku hukûmet li hemberî kurdan siyaseteke çuqasî durû dimeşîne.
Heger kurdê nikanibin pêşniyarên li dijî qanûna esasî û qanûnên din yên Tirkiyê pêşkêş bikin wê demê çima di meclîsê da komîsyona lihevkirnê hatiye çêkirin û çima ji kurdan dîtin û pêşniyarên wan tê xwestin?
Wê demê çêkirina qanûna nuh jî bêmaneye.
Nêta hukûmetê ew e ku di qanûna esasî ya nuh da jî tu mafî nede kurdan, hebûna kurdan, avakirina partiyên kurd û perwerdeya bi kurdî qebûl neke.
Yanî AKP dixwaze hin behaneyan, hin qal û qîlan bibîne û ji kurdan ra bibêje, îcar nebû careke din ê…
Lê êdî kum ketiye û serê gurrî derketiye ortê, yanî dawiya xapandinê û derewan hatiye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar