Rola zimên di xurtkirin û pêkanîna yekîtiya netewî da pir girîng e. Bi riya zimên miletek hebûna xwe didomîne.
Bi yekîtiya zimên ferdên miletekî xwe nêzî hev his dikin û dibin xwediyê zargotin, çand, edebiyat, dîrok û hestên hevpar.
Bi zimên em difikirin, fikir û ramanên xwe tîninin zimên û berhemên dîrokî û edebî û netewî diafirînin.
Zimanê me çi qasî pêşketî û dewlemend be, fikir û ramênên me jî hewqasî dewlemend dibe.
Ziman mîrateke netewî ye, loma jî her milet hewil dide ku vî mîrata netewî biparêze û bi pêş da bibe û dewlemendtir bike.
Bi riya zimên em dîroka pêşiyên xwe, serpêhatiyên bav û kalên xwe fêr dibin û berhemên wan yên edebî û çandî dewir digirin û dewrî cîlên pêşerojê dikin.
Zimanekî feqîr, tevlihev û pêşneketî tu carî nikane bibe çavkaniya çand û hunereke dewlemend û fikrên mezin.
Ji xwe dema meriv li cîhanê dinêre, meriv vê rastiyê bi hêsanî dibîne. Miletên ku zimanên wan bi pêşketiye miletên herî berhemdar, xwediyê çand û hunerên pir dewlemend in jî.
Ziman aqilê însan e, gava ziman bi pêş nekeve, aqil jî bi pêş nakeve, însan ”kêmaqil” dimîne, zanîn û ilim ji meriv sadir nabe.
Ji bo ku civatek di warê fikrî da bi pêş keve, dibê zimanê wê civatê jî pêşketî û dewlemend be, zimanê paşdemayî dibe sebebê civata paşdamayî.
Loma jî hêzên kolonyalîst di serî da zimanên gelên bindest qedexe dikin, rê li ber pêşketin û geşbûna zimanê wan digirin.
Heger dewleta tirk ya nîjadperest ev 90 sal in zimanê kurdî qedexe nekira nuha nikanîbû hewqasî rehet ev zulm li kurdan bikira.
Paşdemayina zimanê kurdî li ba kurdan bûye sebebê lawazî û paşdemayina şiûra netewî, qelsiya daxwazên azadî û serxwebûnê.
Miletê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve û pêşda nebe, piştî demekê ji kok û kultura xwe qut dibe û dikeve bin bandora ziman û kultureke din û dû ra jî dihele û wenda dibe.
Heger heta îro em neheliyan e û nebûne tirk, xêra zimanê me mjye. Çimkî tiştê ku me kurdan ji dijminên me cuda dike ne dîn e û ne jî reng e, tenê ziman e.
Ji bo wê yekêye ku ji roja avabûna Komara Tirkiyê û virda ye tirk dixwazin kurdan asîmîle bikin. Ji bo ku zimanê me li ber çavê me reş bikin Arinç dibêje, "kurdî ne zimanê medeniyetê ye." Dixwazin bi hîle û xurdan perwerdeya zimanê kurdî qebûl nekin û di nava demê da me asîmîle bikin.
Lê dibê kurd tu carî bazariya zimanê xwe nekin, zimanê garantiya hebûna me ye.
Dema kurd jî weke miletên din asîmîle bibin yanî zimanê xwe wenda bikin ewê bibin tirk û tirkî jî ewê bibe zimanê wan yê dayikê. Wê demê kurdê jî weke hemû miletên din bihelin û bibin tirk.
Loma jî heger em naxwazin bibin tirk, dibê em li zimanê xwe xwedî derkevin û bi rengekî xurt dewrî cîlên pêşerojê bikin.
Di dîrokê da kîjan miletî zimanê xwe jibîrkiribe, ew milet ji ruyê erdê wenda bûye.
Lê miletê ku zimanê xwe ji bîr nekiribe herçiqas hatibe qetilkirin, zor û zulm dîtibe û marûzî surgûnan bûbe jî dawiya dawiyê rojek hatiye gihîştiye azadiya xwe.
Loma jî ”ziman, sîgorteya her miletî ye.” Miletê bêyî vê sîgortayê mahkûmê wendabûnê ye.
Em kurdên bakur îro di demeke dîrokî ya pir krîtîk da dijîn, weke milet berdewamiya hebûna me ketiye xeterê. Li hemberî vê tahlûkeyê çeka me ya herî mezin zimanê me ye. Roja ku em vê çekê ji dest xwe berdin emê biqedin.
Ji ber vê yekê jî dibê em kurd ji zimanê xwe pir hez bikin, biparêzin, pê bipeyivin, binivîsînin û bixwînin.
Zimanê me pêşeroja me û sîgorta hebûna me ye. Roja ku em zimanê xwe wenda bikin weke milet emê jî ji ruyê vê cîhanê wenda bibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar