06 november 2011

Mustafa Gezgor û bîranîneke min

Min bîstek berê di kanala Roj TV-ê da  li programa li ser hemşeriyê xwe Mustafa Gezgor temaş kir...
Hema hema hemû kadir û mezinên PKK-ê li ser jiyana Mustafa Gezgor dîtinên xwe gotin, dûr û dirêj qala mêranî, cesaret, fedekarî û têkoşeriya wî kirin.

Bi vê minasebetê ez jî dixwazim qala bûyerke wî bikim û bîranîneke xwe bikim. Bira ew jî bibe belge û derbasî dîrokê bibbe.
Mustafa Gezgur, berî ku bibe Apocî, diçû û dihat komeleya me, ew jî bi hevalên me yên xort ra digeriya, dihat li me guhdarî dikir.

Berî ku em komeleyê bikin şûbeyeke DDKD-ê, ji her fikrê xort endamên komeleyê bûn, dihatin û diçûn. Min jî hewil dida ku wan şiyar bikim û bikim endamên DDKD-ê.

Piştî derketina KAWA, TIKO, Rizgarî û APOCIYAN me bi kongreyekê komele xist destê xwe û kir şûbeyeke DDKD-ê.

Li Wêranşarê Şivancî û DDKD-liyê pêşî ez im, hevalên KAWA, TIKO ne têda , lê hemû DDKD-lî û beşekî Apociyan bi saya  xebata min ketine nava xebata kurdewariyê.

Mustafa Gezgor jî yek ji van xoran bû. Lê xorterkî hinekî şerûd, hîperaktîf bû, nedihat zeftê. Dixwest xwe tevî mesela bike lê wê demê qet tiştek nizanîbû. Lê dixwest fêr bibe, pirs dikir.

Musta ji min gelkî hez dikir, min jî jê hez dikir û ez gelkî pê da jî diketim. Û ez dikanim bibêjim ku di kurdbûn û çepîtiya wî da pir hindik rol û tesîra min jî heye.

Piştî koalîsyona CHP-ê û MSP-ê û efûya 1974-an li "demokrasiyeke" nîsbî çêbûbû û xort weke mûriyan dixebitîn.

Berî ku Mustafa were nava xortên çep, ji ber tesîra malbat û apên xwe hinekî nêzî grûba nûrciyan bû, belkî jî çend carnan(dikane salên 1973-74 be)çûbe civînên wan jî. Apên wî nûrçî bûn.

Lê dû ra di sala 1975-an da me li Wêranşarê komeleyek vekir û hêdî hêdî xort nêzî fikrên çepîtî û kurdayetiyê bûn. Weke min li jor got, Mustefa jî yek ji van xortan bû ku sempatiya wî hêdî hêdî berbî kurdbûn û çepîtiyê ve hat.

Çend xortên Wêranşarî li Dêrsimê li mekteba mamostetiyê dixwendin û li wir yek du hebên wan bûbûn ”Apocî. Weysî Badem jî yekî ji van xortan bû.
Di sala 1977-an da têkiliya Musta Gezgor bi Weysî Badem ra çêbû û êdî ji me dûr ket û bû Apocî. Musta tim dixwest biber merivê yekem û tim xuya bike. Weysî jî şexsiyetekî tersê wî bû, xortekî bêdeng bû û zêde xuya nedir.

Çend minaqaşeyên min sert pê ra çêbûn.

Ez dikanim bibêjim ku di Apocçtiya Musta Gezgor da tesîra Weysî Badem pir e. Bi baweriya min Weysî Madem tunebûya jî Gezgor ewê bibûya Apocî, çimkî Apocîtî tevgereke tam li gorî qerekterê wî bû. Lê Weysî Badem ev dem kin kir.

Li vir, armanca min ne ew e ku ez dûr û dirêj qala Mustafa Gezgor bikim. Tenê dixwazim li vir qala bûyereke wî bikim ku heta nuha tu kesî li tu derê qal nekiriye.

Ji bo ku meriv mêranî û cesûriya Mustafa fêm bike ev bûyer pir girîng e.

Mustafa berî ku were girtin(78-79)Sawciyekî edeneyî, ez dibêjim navê wî jî Musta bû, hatibû Wêranşarê. Nuh bûbû dozger û merivekî faşîst bû. Bi daxwaza xwe ahtibû Wêranşarê. Me rapora wî girtibû, me dizanîbû kî ye û fikrê wî çi ye.

Min dozger nas dikir, ez çend caran pê ra peyivîm û carê jî ji min ra got, ez naxwazim li Wêranşarê bûyer çêbibin.

Ez nizanim çi mesele bû, ji bo çi bû lê Gezgor ji bo îfadeyê çûbû ba dozger…
Tam wê gavê axa ya jî dewlemendekî ji Qezê(Kiziltepê)jî li ba dozger rûniştiye.
Mêrik dû ra weke şahid  îfade da û qala bûyerê kir.

Di dema îfadegirtinê da dozger diqehere û li Musta radibe, belkî jî jê ra gotineke nexweş dike.
Li ser vê, Mustafa hema dibê tep û di devê wî da lêdixe û xwe çindî ser dike û dikeve ser dozger.
Dozger yekî yekî dirêj, du caran bi qasî Mustafa bû, lê Mustafa dîsa jî lê dabû, çavê wî reş kiribû.
Bersîva dozger dayin, di bin gotina wî da neman temam, lê di odeya wî da lêdana dozgerekî ne tiştekî hindik e, cesrateke pir mezin dixwaze.

Lê ji bo Mustafa Gezgor ne problem bû.

Ez jî wê gavê li bînaya hukûmetê bûm, bi qelebalixê ra em beziyan jêr, berbî odaye dozger.
Pûlisan Mustefa birin emniyetê û zulmeke pir mezin lê kirin. Bavê wî jî li emniyetê bekçî û merivekî ne baş bû. Wî nedixwest Gezgor tevî van meselan bibe, lê nikanîbû bi Mustefa.

Piştî bûyerê dozger êdî li Wêranşarê nesekinî, revîrevî çû û hew paşda vegeriya.

Bi qasî ku tê bîra min ji ber vê bûyerê Mustafa neket hefsê…

Merivekî heta tu bixwazî mêr û cesûr bû, lê gav û saetê li mirina xwe digeriya, bira gora wî buhuşt be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE