”Wê rojê ez çûm welêt. Me behsa bûyera Farqînê dikir, ji hevalên min ê zaroktiyê yekî got ku `Çi sêzde mirî, ez dixwazim her roj pênce kes werin kuştin. Dibê ya em biqedin ya ew, lê dibê em ji van tirkan xelas bibin`, hevalên din jî hemûyan heq dan wî.”
Weleh li hemberî zulm, çavsorî û quretiyên tirkan li gel ku ez li Kurdistanê ya jî di nava tirkan da najîm, lê dîsa jî gelek caran ez bi xwe jî têm wê nuxteyê û hestên wiha bi min ra jî peyda dibin.
Çimkî tehamula însan tu carî ne bêsînor e, meriv çiqasî xwedî bawerî, xurt û xwedî aqilê selîm be jî, meriv heta derekê dikane tehamulî neheqiyê, zulmê û çavsoriyê bike.
Zulm û neheqiya tirk li kurdan dikin êdî kevir û daran dihelîne, êdî nayê kişandin.
Ez bi xwe him matmayî dimînim û him jî kêfxweş ku ji nava kurdan jî kesên weke qatilê Norweçî Anders Behrîng dernakavin.
Yanî pir ne dûr î îhtîmalê ye ku rojekê li Tirkiyê jî bûyerên wiha biqewimin, ji ber ku însaan tije ne.
Ez bawer dikim piraniya kurdên li Kurdistanê û di nava tirkan da dijîn û gav û saetê marûzî zulm û zorbatiya pûlis û leşkerên tirk û çavsoriya milet dibin jî gelek caran weke vî kurdî difikirin û van hestan dijîn.
Yanî ev gotinên vî camêrî ne hestên ferdekî tenê ye, bi texmîna min di serê piraniya kurdan da fikrên wiha derbas dibin.
Yanî ev gotinên vî camêrî ne hestên ferdekî tenê ye, bi texmîna min di serê piraniya kurdan da fikrên wiha derbas dibin.
Ji ber ku zulm û terora dewletê û ya miletê tirk êdî nayê kişandin, însan ji canê wan bêzar kirine, êdî meriv naxwaze jiyaneke wiha rezîl bijî.
Ev hestên vî kurdê dilkovan, bi xîret û bi namûs psîkolojiya mirovên kurd nîşan dide, halet û hestên berî întîxarê ye.
Lê mixabin dewlet qet guh ande vê rewşê û dîsa jî zulm û terora xwe zêde dike. Hêzên dewletê her roj kurdan terorîze dikin, davêjin ser partî û malên wan, wan biçûk dixînin, bi xurûr û şexsiyeta wan dilîzin, heqaretên mezin li wan dikin.
Yanî her roj pê li kesên ku ji xwe ra dibêjin em kurd in dikin, wan digrin, li wan didin, dixin hefsan û tiştên nemayî tînin serê wan.
Bi dîtina dewletê mesela kurd ancax bi vê riyê û bi van metodan, yanî bi şîdetê, bi girtin û kuştinê dikane çareser bibe.
Sinyalên Erdogan didin tu pir xerab in, tu hêviyekê nade meriv.
Mesela gotinên Arinç îro derbarê boykota parlamenterên BDP-ê da kirine ji gotinên siyasetmedarekî berpirsiyar bêtir, dişibib gotinên merivekî sivik û bêberpisiyarî.
Arinç, henekê xwe bi parlamenterên BDP-ê dike, meselê û şêla wan karîkatorîze dike û wan biçûk dixîne.
Yanî şêla û gotinên wî ne şêl û gotinên siyasetmedarekî di mesela kurd da li riyeke çareseriyê digere.
Arinç, bi wan gotinên xwe miheqeq ewê ji Erdogan ”eferimekê” bigre, lê dibê bête zanîn ku di mesela kurd da bêyî zirarê tu feydeyeke wê tuneye.
Netîce, zulm , teror, girtin û kuştin ne tu rê ye, ne çareserî ye, kurd bi van riyan êdî dev ji têkoşîn û daxwazên xwe yên netewî bernadin.
Dibê hukûmet vê rastiyê bibîne û weke gayê zexel ji xeta xwar derkeve, dev ji fen û fûtan berde, were ser riya rast û mafê kurdan yên netewî qebûl bike…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar