07 augusti 2011

Mişkê tirsonek

Hebû tunebû, mişkekî pir biçûkê tirsonek hebû. Rojekê li bin dara hinarê xwe dirêj kiribû, ketibû xeweke şîrîn a bêbinî.
Ji nişka ve hinareke mezin got GURM û ji darê da ket erdê.
Bi gurmînê ra mişkê tirsonek veciniqî û hirinekê firiya hewa, bi tirs ji xwe ra got:


-Haho! Haho! Ezman(asîman) diqelişin, ji ezmanan da kevir dibarin! Dibê ez herim vê xeberê bigihînim şêr, şahê daristanê!

Û dûra jî baz da û çû.
Bi rê da rastî kûçikekî qol hat. Kûçikê qol jê ra got:
-Mişko, ma tu wiha bi ku da diçî?
Mişkê tirsonek got:
-Wexta min tuneye bisekinim. Ezman qelişî, kevir dibarin. Dibê ez vê xeberê zû bigihînim şêr, şahê daristanê.
Kûçikê qol got:
-Ezman qelişî? Wê çaxê ez jî bi te ra têm.

Herdu ketin r
ê û çûn. Pir çûn hindik çûn, bala xwe danê wa ye qirdek(meymûnek) li ser darakê dike qîje wîj. Qirda qîjqîjokî ban wan kir û got.

-Ma hûn wiha bi lez û bez bi ku da diherin?
Mişkê tirsonek got:
-Wexta me tuneye em bisekinin. Ezman qelişî, kevir dibarin! Dibê ez herim vê xeberê bigihînim şêr, şahê daristanê.
Li ser vê, qirda qîjqîjokî got:
-Ezman qelişî? Wê çaxê ez jî bi te ra têm.

Hersê bi hev ra ketin rê û çûn. Pir çûn, hindik çûn, rastî pilingekî ji xwe ra dabû çindikan hatin. Pilingê çindokî ban wan kir, got:

-Ma hûn wiha bi ku da diherin?

Mişkê tirsonek got:

-Wexta me tuneye em rawestin. Ezman qelişî, kevir û gome ji asîmanan dikevin! Dibê em herim vê xeberê zû bigihînim şêr, şahê daristanê.

Liser van gotinên mişkê tirsonek, piling got:
-Ezman qelişîn, gome dibarin? Wê çaxê ez jî bi we ra têm.

Û ketin rê û çûn. Dîsa pir çûn, hindik çûn, îcar rastî lokekî hêc(deveyekî nêr)hatin. Lokê hêc, ban wan kir, got:

-Ma we xêr e, hûn wiha bi lez û bez bi ku da diçin?

Mişkê tirsonek got:

-Em nikanin bisekinin. Ezman qelişîne, kevir û goma dibarin! Dibê em vê xeberê zû bigihînin şêr, şahê daristanê.
Lokê hêc got:
-Ezman qelişîye, kevir û gome dibarin? Wê çaxê ez jî bi we ra têm.

Û giş bi hev ra ketin rê û çûn. Pir çûn, hindik çûn, rastî fîlekî pir mezin hatin. Fîl jî ji wan ra got:
-Çima hûn wiha dilezînin, hûn dikin bi ku da herin?
Mişkê tirsonek dîsa got.
-Wexta me tuneye em rawestin. Ezman diqelişîne, kevir û gome ji ezmanan dibarin! Dibê em herin vê yekê zû ji şêrê şahê daristanê ra bibêjim.
Fîl jî got:
-Heyhawar, ezman diqelişin, kevir û gome dibarin? Wê çaxê ez jî bi we ra têm.

Û giş bi hev ra ketin rê û çûn. Beziyan û beziyan, heta ku çûn gihîştin ber şikeftekê. Fîl got:

-Orrrr! Orrrr! û orriya
Lokê hêc got:
-Bilqq, bilqq û bilqiya.

Piling got:
-Xurrr! Xurrr! û xurriya.
Qirda qîjjqîjokî got:
-Qîjjj! Qîjjj! û qîjiya.
Kûçikê qol got:
-Ewwwt! Ewwwt û ewtiya.
Şêr di şikeftê da raketibû, bi dengê wan ra şiyar bû û bawîşk anî. Û dûra jî ji qulika xwe derket der û got:
-Ev çi qelebalix e?
Mişkê tirsonek bi dengekî hêdî got:
-Mîrê min, ezman qelişîn, kevir û gome jê ketin, em hatine xebera wê bidim te.
Şêr bi zimanekî şîrîn û nermik got:


-Ezman qelişîn? Ev yek ne mimkûn e! Bala xwe bide jor, wa ye ezman hîn li jor in!


Lê mişkê tirsonek bi dengekî lerizokî got:

-Deng hat min, got GURM û li erdê ket!
Şêr got:
-Ka were wê derê nîşanî min bide.

Mişkê tirsonek got:

-Wele ez newêrim werim. Ewê bi ser min da bikeve, ezê bimrim!

Şêr got:

-Metirse, ezê te biparêzim.

Mişkê tirsonek got:

-Ez pir westiyame, hewqas rê çavê min nabira. Ez ji taqet da ketime.

Şêr got:
-Wera ser pişta min, ezê te bibim wir.
Mişkê tirsonek ji mecbûrî li pişta şêr suyar bû û rê nîşanî wî da. Şêr ket rê û dûra jî kûçikê qol, qirda qîjqîjokî, pilingê çindokî, lokê hêc û fîlê mezin jî dan dû wî. Beziyan û beziyan, heta ku gihîştin bin dara hinarê. Mişkê tirsonek hema di cî da xwe ji ser pişta şêr holî erdê kir. Şêr û hemû lawirên din jî bi rengekî matmayî lê temaşe kirin. Şêr got:
-Ka nîşanî min bide, asîman li ku ketine?
Mişko hêdîka got:
-Bawer bike dengê GURMÎNIYEKE mezin hat min!

Şêr bala xwe da der û dora xwe. Li bin darê, di nav gîhê da hinarake mezin bi ber çavên wî ket. Li ser vê, pirqînîyek wiha bi şêr ket ku ji kenê wî erd û ezman hejiya. Şêr got:


-Ne hewce ye ku tu hewqasî bibizî. Tenê dengê ketina hinarakê bûye. Hinarak ji darê da ketiye erdê û te dengê wê bihîstiye. Binêr, a wa ye li wir, li hemberî te ye. Tenê hinarake mezin bûye. Te got ezman qelişîn, kevir û gome barîn!
Lawirên din jî gotin:


-Rast e, tiştekî meriv jê bitirse tuneye. Tenê hinarak bûye.


Dûra hemû lawir(heywan) bi paş da vegeriyan malên xwe û mişkê tirsonek jî dîsa ma li bin dara hinarê.






Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE