Rojekê li dor qesra xwe rastî mûristanekê hat. Rabû ji mûristanê mûriyek(gêreyek) girt û bi hêrs, bi stûrî jê ra got:
-Te çima erdê dora qesra min xera kiriye, te kiriye serad, hişnayî li der û dorê nehîştiye? Ez te nakujim, bac û xercê jî ji te nastînim, ma qey ev ne besî te ye? Di ser vê qenciya min ra tu çawa diwêrî ax û erdê dora qesra min xera bikî ?
Mûrî keniya û got:
-Tu jî yê min î û axa dora qesra te jî.
Îskender qeherî û got:
-Çawa ez jî yê te me? Mûriya reben, dema ez sê mehan li ser te bikim şilî û şepelî û baran, tu yê di qulika xwe da ji birîçna bimrî.
Mûrî dîsa keniya û got:
-Rebenê Xwedê, ez kanim bi libek genim heft salan debara xwe bikim û qet ji qulika xwe jî dernekevim. Tu yê çawa bikanibî min ji birçîna bikujî?
Li ser vê bersîva mûrî, Îskender rabû ew girt û avêt ji binê qutiyekê da û hebek/libek genim jî avêt ji ber da û dûra jî devê qutyê girt. Û qutî girt avêt ji quncikekî malê yê tarî da.
Qutî heft salan li wir ma. Piştî heft salan Îskender got hela ka wê qutiyê ji min ra bînin, ez mêze kim mûrîya me di çi halî da ye? Hela hîn sax e yan mirî ye?
Çûn qutî jê ra anîn. Îskender bala xwe dayê ku mûrî hîn sax e, nîvê heba(liba) genim xwrariye û nîvî jî maye. Îskender ji xwe ra matmayî ma. Ji mûrîyê ra got:
-Te gotibû ez kanim bi hebek genim heft salan îdara xwe bikim. Va ye heft sal bihurîn lê te hîn heba genim neqedandiye, te tenê nîvê hebê xwariye. Ma ev çawa dibe?
Mûrî mizicî, got:
-Rast e, min wer gotibû, lê ez dûra fikirîm, min ji xwe ra got, Îskender merivekî zalim e, dibe ku heft salên din jî devê qutiyê veneke. Lema jî min nîvê liba genim xwar û nîvê din jî ji bo heft salên din hîşt. Ji bo ku ez kanibim heft salên din jî li ber xwe bidim û ji nêza nemrim.
Îskender di ciyê xwe da tevizî, bêyî ku tiştekî bibêje serê xwe li ber mûrîyê tewand û di cî da ew azad kir.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar