01 augusti 2011

Hirçê birçî û deka rûvî

Dibêjin rojekê hirç, rûvî, dîk, mirîşk û kew bi hev ra çûn di şikeftekê da hêwirîn. Hirçê got:

- Gelî hevalan, werin ji nuha û pê da em bibin destbirakên hev û bi hev ra bijîn.

Gişan gotin:
-Baş e, ji nuha û pê da em destbirakên hev in.

Bîstek derbas bû, hirçê nêt li hevalên xwe na xera kir, ji rûvî ra got:
- Bira, ez birçî me, ji min ra çareyekê bibîne.
Rûvî got:
-Ez rûvî me, suyarê çîlspî me, nayême xwarin.
Bîstek din derbas bû, hirçê îcar deng li dîk kir, got:
- Birakê dîk, ez birçî me, ji min ra çareyekê bibîne.
Dîk got:
- Ez dîk im, dîkkundur im, nayême xwarin.
Piştî vê bersîva dîk, hirçê îcar ji mirîşkê ra got.
-Mirîşka delal, ji birçîna dilê min dixerbile, ji min ra çareyekê bibîne.
Mirîşkê got:
- Ez mirîşk im, nan û hevrîşk im, nayême xwarin.

Êdî kew tenê mabû. Hirçê îcar ji kewê ra got:

- Kewa şîrîn, qe nebe tu ji min ra çareyekê bibîne, ez dikim ji birçîna bixewirim.
Kewê got:
-Ez kew im, nan û dew im, nayême xwarin.

Piştî vê bersîva kewê, hemûyan berên xwe bi hirça birçî da kirin û xwestin ew jî tiştekî bibêje. Hirçê got:
-Çima hûn li min dinêrin? Ez hirç im, hemû pirç im, nayême xwarin.

Demekê deng ji hemûyan hat birrîn û kesî dengê xwe nekir. Dûra rûvî ji hirçê ra got:

-Bira, ma te qet nan û dew xwariye?
Hirçê got:

-Na, min qet nexwariye.
Rûvî got:
-Wey mala te nekeve, ma ji nan û dew xweştir çi heye?

Û hurçê dest pê kir kew xwar.
Bîstek din di ser ra bihurî, hirçê dîsa ji rûvî ra got:
-Bira, ez birçî me!
Rûvî got:
-Bira, ma te qet nan û hevrîşk xwariye?
Hirçê got:
- Na, min nexwariye.
Rûvî got:

- Wey mala te ava, ma li vê dinyayê qet tiştek ji hevrîşk xweştir heye?

Hirçê rabûn mirîşk jî xwar.

Piştî demekê hirçê dîsa got:

- Bira, ez ji birçîna mirim, ji min ra tiştekî xwarinê bibîne.

Rûvî got:

- Ma te qet nan û kundur xwariye?
Hirçê got:

- Na welle min qet nexwariye.

Rûvî got:

-Ez ji te ra sond dixum li dinyayê xwarina herî xweş nan û kundur e.

Bi vî hawî hirçê dîk jî xwar.

Êdî hirç û rûvî tenê man. Hinek wext derbas bû hirçê ji rûvî ra got:

- Bira, nuha jî ez tî me. Ji min ra çareyekê bibîne.
Rûvî got:

- Av heye, lê belê heqê wê çavek e. Heger tu çavekî xwe bidî, ewê avê bidin me, ya na nadin.

Hirç dûr û dirêj fikirî, lê dema dît wekî din çare tuneye, rabû çavekî xwe derxist û da rûvî, ji bo ku here jê ra avê bîne.

Rûvî rabû çû jê ra ji derekê şerbikek av anî. Hirçê di cî da şerbik bi ser serê xwe da kir, lê tîna wê neşikiya. Dîsa ji rûvî ra got:

- Bira, ez dikim ji tîna bibehecim, rabe hinek ava din ji min ra peyda bike.

Rûvî got:


- Tu zanî avê belaş nadin, her şerbikek av bi çavekî ye, heger tu çavê xwe yê din jî bidî, ezê herim hinek ava din jî ji te ra bînim.


Hirçê ji neçarî rabû çavê xwe yê din jî derxist û da rûvî. Rûvî çû jê ra şerbikek ava din jî anî. Lê hirçê dîsa têr venexwar, ji rûvî ra got:


- Bira min dîsa têr venexwar, dibê tu çareyekê ji min ra bibînî.


Rûvî jê ra got:


- Heyran, tu bi vî hawî têr venaxwî. Ka bide pey min. Belkî dema bibînin tu kor î, gunehê wan bi te bê û têr avê bidin te.


Rûvî da pêş, hirça tî û kor jî da dû wî. Rûvî ber xwe didît, lê hirç kor bû, ber xwe nedidît. Rûvî çû ji ser zinarekî bilind hêdîka xwe bera jêr da û dûra jî gazî hirçê kir, got.


- Bide pey min û rast were.

Hirçê got:

- Bira, ma rê rast e?


Rûvî got:
-Erê erê, rê rast e, metirse, were.


Hirça reben xwe li dengê rûvî girt û çû. Dema ji ser zinêr nigê xwe bera jêr da, hema ser serî totî newalê bû.

Rûvî lêxist çû ser termê wê, ji bo ku wê bixwe. Lê hîn dikira devê xwe bivêta hêta wê, nêçîrvanek ji nişka ve tê derket. Rûvî xwest bireve, lê keys neketê, tîra nêçîrvan ew li kêleka termê hirç dirêj kir.

Nêçîrvan dûra jî rabû zikê hirçê veqelaşt, dîk, mirîşk û kew saxsax ji zikê wê derxist. Her sê jî gelkî şa bûn.

Nêçîrvan jî ji wê rojê û şûn da dîk, mirîşk û kew hînî xwe kirin. Û lema jî ev hersê heywan man li ba însanan û kedî bûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE