Tam di wê nabênê da rûviyek ji wir derbas bû.
Çer çavên rûvî li penêrê di devê qijikê da ket dilê wî bijyayê. Ji bo ku qijikê bixapîne çû bin darê û dest bi pesindana qijikê kir. Jê ra got:
- Qijika şîrîn û narîn, tu pirr xweşik û delal î, min heta nuha tu carî teyreke wek te şîrîn û bi bedew nedîtiye.
Rûvî bi konetî ev pesindanên xwe hinkî din jî dirêj kir û dûra jî jê ra got:
-Erê tu pirr xweşik î, tu pirr delal î lê çi hefy ku tu nikanî xweş bistirê. Heger te bikanîbûya bistira jî ez bawer dikim tu yê di nav hemû teyran da wek teyra herî bedew û herî şîrîn bihata bilbijartin.
Kêfa qijikê gelkî ji van gotinên rûvî ra hat û xwest nîşan bide ku ew kane bistirê jî. Û hema di cî da bû vîçevîça wê, dest bi stranekê kir.
Lê bi destpêkirina sitranê ra penêr ji devê wê got tep û ket erdê. Rûvî jî ji xwe li benda ketina penêr bû, hema xwe çindî ser kir û xwar. Dûra jî dora devê xwe alast, berê xwe da qijikê û jê ra got:
- Qijika delal, her tiştê te temam e, gelek marîfet û meziyetên te hene, lê çi heyf aqilê te hinekî kêm e. Ku ew jî hebûya ewê tu kêmasiyeke te nema.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar