Dibêjin rojekê şêrekî pir birçî derketibû nêçîrê, ji xwe ra li seydekê, li qûtekî digeriya.
Pir geriya, hindik geriya, dawiya dawî bala xwe dayê wa ye gayekî tu dibê ecêb, weke boxeyekî li mêrgekê diçêre.
Zikê şêr ji birçîna dikir qurequr, lê dîsa jî newêrîbû êrîş bibira ser gê. Bi hawakî ku ga wî nebîne çû xwe di pişt darekê da veşart. Bîstekê li gê (ga) temaşe kir, di dilê xwe da ji xwe ra got:
- Xwezî ew qiloçên gê tunebûna. Heger qiloçên ew bêquloç bûya minê bi rehetî bajota ser û ew bixwara û zikê xwe têr bikira. Nuha ez êrîş bikimê, ewê bi wan qiloçên xwe yên wek xençeran zikê min perçe bike, hûr û pizûrên min berde erdê.
Dûra jî ji nişka ve aqilek hatê û nermik nermik çû ba gê û bi zimanekî gelkî şîrîn jê ra got:
- Birakê ga, ji vêsê da ye ez bi dilbijokî û heyraniyeke pir mezin li te temaşe dikim. Ez hêvî dikim ewê tiştekî xerab neyê ber dilê te.
Min baş bala xwe da bejn û bala te, serê te gelkî xweşik e, qet qusûr nayê ser.
Sînga te wek çiyayekî pahn û bilind e, li hember bedewî û bilindbûna wê, devê meriv ji hev dihere.
Nig û simên te jî heta tu bixwazî xweşk in, meriv dixwaze ji xwe ra bi seetan li wan temaşe bike.
Çavên te wek yên xezalan reşbelek in.
Lê ji ber ku ez dibêjim li qusûra min nenêre, bi baweriya min qiloçên te qet nexweşik in. Bêyî qiloçên te, tu qisûr nayê ser bejn û bala te. Lê ew herdu quloç, şûfa te xera dikin.
Ez fêm nakim tu çawa kanî tehamulî wan qiloçên nexweşik, wek du singan bi serê te ve ne bikî?
Her dera te xweşik e, her tiştê te temam e, lê tenê qiloçên te vê çelengiya te ji çav da dixîne û pîs dike.
Û jixwe ez wer bawer dikim ew giranî nuha serê te jî pir diêşîne. Ma ne were ye?
Gotinên şêr ket serê gê, got:
- Ya ha, weleh tu rast dibêjî birakê şêr. Heta nuha ez qet lê nefikirîbûm. Lê wek te jî got, bi rastî jî gelek caran ew serê min diêşînin û min nerehet dikin. Û te got wa ye ew li bejn û bala min jî nayên, min ne xweşik dikin, ne wisa?
Şêr got:
- Erê, erê. Bi rastî jî ew herdu qiloç sipehîtiya te xera dikin.
Û dûra jî şêr xatir ji gê xwest û çû xwe di pişt darekê da veşart. Ga sekinî heta ku şêr ji ber çavan wenda bû. Dema dît şêr xuya nake, çû berê xwe da zinarekî û got gurm û ha gurm, gurm û ha gurm, bi hemû hêza xwe qiloçên xwe li zinêr xist. Heta ku her du qiloçên xwe jî şikandin.
Êdî ew bêqiloç û eniya wî jî tep û dûz û tazî bû.
Gava şêr ev yek dît, bi xurrîniyeke mezin ji pişt darê derket û bi êrîş bir ser gayê bêqiloç; jê ra got:
- A nuha temam e, êdî tu yê min î. Mala te ava, te xwe bêqiloç kir. Çimkî wan rê li ber êrîşa min digirtin û ji min ra dibûn kelem. Ji ber hebûna wan kuloçan min newêrîbû xwe bida ser te. Lê nuha, êdî tu tiştekî ku ez jê bitirsim tuneye….
Û dûra jî xwe çindî ser kir…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar