26 mars 2011

Qijika çelziman û kortela bêziman

Dibêjin hebû tunebû, qijikek û kortelek hebûn. Li daristanê hêlînên herduyan jî li kêlek hev bûn.
Rojekê qijikê ji kortelê ra got:
- Em herdu jî bi zimanekî din nizanin, were em herin ji xwe ra fêrî zimanê însanan bibin. Çaxa em zimanê wan fêr bibin, emê bikanibin li wan guhdarî bikin û bizanibin hela ka di heqê me da çi dibêjin û çi difikirin?
Gotin baş e û dûra jî fir dan xwe û bi hewa ketin, ji bo ku herin zimanê însanan fêr bibin.
Daristana qijik û kortel lê dijiyan gelkî dûrî gund û bajaran bû. Qijik û kortel pir firiyan, hindik firiyan, dawiya dawî rastî riyeke mezin hatin. Ji hev ra gotin:
- Weleh ji vir baştir cî tuneye, emê li vir xwe veşêrin û li rêwiyên diherin û tên guhdarî bikin. Bi vî hawî emê zimanê wan zû fêr bibin.
Li kêleka rê tenê du dar hebûn. Yek dara beruyê û ya din jî dara tuhokê bû. Dara beruyê mezin bû, şax û guliyên wê dirêj û pelên wê jî mezin bûn.
Ji ber vê yekê jî siya wê pir û honik bû. Lê dara tuhokê ne wek dara beruyê bû; ew biçûk bû. Pelên wê hûrik û siya wê jî hindik bû. Guliyên wê jî hemû bi stirî bûn û stiriyên wê jî wek serê derziyê tûj bûn.
Qijikê bi zanetî got pirr û çû li ser dara tuhokê venişt. Ji kortelê ra jî tenê dara beruyê ma. Wê jî ji mecbûrî çû li ser dara beruyê danî. Li ser darê lûsiya, ma li hêviya ku karwanek ji wir derbas bibe û ew jî li însanan guhdarî bike û bi vî hawî jî zimanê însên fêr bibe.
Ji ber ku siya dara beruyê pir û honik bû, lema jî piştî demeke kurt xewa kortelê hat û raket.
Lê ji ber ku dara tuhokê hemû stirî bû, loma jî qijik nikanîbû raketa, hergava ku ew xulmaş dibû, histiriyên darê di laşê wê ra diçû û xewa wê diherimî.

Piştî demekê karwanek hat û di ber daran ra bihurî. Ji ber ku qijik şiyar bû, lema jî rêwiyan çi gotin û çi peyivîn qijikê baş lê guhdarî kir û ji ber kir.
Gava karwan baş bi dûr ket, qijikê ban kortelê kir, got hela were ka tu zimanê însên çiqasî fêr bûyî.
Kortel bi dengê qijikê ra ji xew şiyar bû, hew carê bala xwe dayê tew karwan ji zû da derbas bûye, tenê kuriyekî biçûk li dû kêrwîn/karwên ma ye. Xwediyê wî dibêje “kurrr, kurrr” û ban wî dike.
Kortelê got:

- Wele ez gotina “kurrr, kurrr tenê fêr bûm, min tiştekî din nebihîst.
Qijik û kortel rabûn firiyan û berê xwe dan hêlînên xwe.
Ji alîkî da difiriyan û ji alîkî da jî gotinên ku ji kêrwîn fêr bûbûn ji hev ra digotin.
Qijikê bala xwe dayê bi rastî jî kortel tenê gotina “kurrr, kurrr” fêr bûye. Ji ber ku ew raketibû.
Lê qijik raneketibû, ji ber ku stiriyên dara tuhokê nehîştibû ew rakeve. Loma jî qijikê baş li kêrwîn guhdarî kiribû û hemû gotinên wan ji ber kiribû.
Qijikê hinekî bi qurretî û hinekî jî bi pozbilindî ji kortelê ra got:
- Hûşşş, hûşşş… qîjjj, qîjjj, req, req, req, kurrrr, kurrr, req, req, req…bala xwe bidê ez çi qasî fêr bûme.
Kortelê jî heq da qijikê û got bi rastî jî tu çelziman î.
A ji ber vê yekêye însan hîn û hîn jî ji wan ra dibêjin, qijika çelziman û kortela bêziman.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE