Dibêjin kûçik rojekê xwe ji ber mala xwediyê xwe vedizî û bi çolan ket, çû serê çiyan û nava daristanê.
Bi rê da ji xwe ra got:
- Halê min ne tu hal e, ji bo parîyek nan ez bi şev û roj ji xelkê ra notirvaniyê dikim. Ezê herim li serê çiya û li daristanê ji xwe ra azad û serbixwe bijîm ji vî halî çêtir e.
Pir çû, hindik çû, rastî kîroşkekê hat. Kîroşkê baz da û wî jî da ser piştê, ha li vir, ha li wir, hew carê dît ku ji nav deviyekê gurekî cûn xwe çindî ser kir û li hustiyê wî siwar hat.
Gur got:
- Kero, min tu girt! Jixwe ez pir birçî bûm. Tu yê bibî şîva min.
Kûçik got:
- Ez bawer nakim ku tu bixwazî min bixwî. Ji ber ku ez pir zeîf im. Carê bala xwe bidê, ez tenê hestî û çerm mame. Lema jî tu bi min têr nabî.
Gur qîlên xwe hinkî li hustiyê wî sist kir û dûra jî dest pê kir pençên xwe hêdî hêdî li pişta wî gerand. Piştî ku baş dest kir, got:
- Ji bo min tu ne zeîf î. Ev qelewiya te têra min dike.
Kûçik got:
- Îcar kî bîra xwe û qelew ? Hela carê tu min piştî xwarineke baş bibînî ez çawa qelew dibim û di ser hev ra digerim. Guh bide min û min nuha nexwe. Hefta pêş me daweta keça xwediyê min e. Ewê bi dehan mihî û berx werin şerjêkirin. Her kes ji min hez dike. Ewê hestiyên herî mezin bavîjin ji ber min da. Ezê têr hestiyan bikojim û di ser hev ra bigerim. Piştî dawetê ezê wer qelew bibim ku, ezê bibim mazmaze û nikanibim ji ciyê xwe bilivim. Pêşniyara min ji te ra, tu yê nuha min serbest berdî, ezê di dawetê da ji her demê bêtir goşt û birincê bixum û hestiyan bikojim. Dûra, gava ez baş qelew bûm, ezê werim vir. Wê demê tu yê bibînî ku goştê kûçikê bi kêf û qelew çiqasî xweş e û lezîz e !
Gotinên kûçik ketin serê gur û rabû ew berda.
Kûçik baz da çû mal.
Gur hefteyekê, du hefteyan pa, lê kûçik nehat. Dawiya dawî biryar da here fêr bibe hela kûçik ji bo çi nehat.
Gava dinya tarî bû, gur rabû lêxist, çû ber mala kûçik. Bala xwe dayê ku wa ye kûçik li ber derî ketiye. Deng lê kir, hinekî jî bi hêrs jê ra got:
- Ma tu ji bo çi nehat? Ne te soz dabû min, tu yê bihata. Ev du hefte ne di nava dêr (daristanê) da ez li benda te kevzikî bûme. Tiştê ez dibînim wa ye tu baş qelew bûyî. Rabe em herin! Ez hew kanim bipêm.
Kûçik got:
- Birakê gur, êdî wê çîrokê ji bîr bike! Ez êdî bi tena serê xwe hew diherim serê çiyan û nava dêr. Min carê dersa xwe girt. Û careke din jî ez wê şaşiyê nakim. Ez yê vir im û ezê li vir bim. Zû ji ber deriyê min here. Yan na ezê a nuha bireyim û kûçikên gund gişan bi te bihesînim. Û dema kûçik bi te hesiyan jî tu zanî ku ewê çi were serê te!
Gur tiştek ji kûçik ra negot, dêla xwe kir nava şeqa xwe, lêxist û çû…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar