Dibêjin berê dêla(pinda) dîk din nav çûk û teyrên da dêla herî delal û herî xweşik bû. Dêla wî dêleke dirêj û rengorengo bû, lema jî dilê hemû teyr û tuyên biçûk û mezin dibijiya xweşikiya dêla wî. Her teyrî dixwest dêla wî jî wek ya dîkxweşik bûya.
Wê çaxê dêla teyrê tawis jî wek nuha ne rengîn û xweşik bû. Dêleke gelkî biçûk bû, dişibiya pinda ordegê.
Ji ber vê yekê jî kêfa wî qet ji dêla wî ra nedihat, ew heyranê dêla dîk û xweşikiya wê bû.
Teyrê tawis rojekê rabû çû ba dîk û jê ra got:
- Birakê dîk, ez ketime bextê te, tu yê ji bo şevekê dêla xwe bi emanetî bide min. Ezê îşev herim dawetekê, bi vê dêla xwe ya kin a weke pinda mirîşkê û ne xweşik ez şerm dikim herim nav dost û hevalan. Çaxa ez ji dawetê vegeriyam ezê dêla te dîsa bidim te.
Dîk keniya û got:
- Ma tu dîn bûyî ? Ezê çawa dêla xwe bidim te? Tiştekî wiha nabe, ez dêla xwe nadim.
Lê teyrê tawis dev ji dîk berneda, gelkî li ber geriya, xwe avêt dexlê wî, got:
- Birakê dîk, ez ketime bextê te, tu yê min destvala venegerînî. Soz, piştî dawetê ezê dêla te dîsa bidim te.
Dîk bala xwe dayê tawis pir lavan dike, dema nedê ewê dilê wî jê bimîne. Lema jî bi hawakî bêdil ji teyrê tawis ra got:
- Baş e tu yê kînga bînî?
Teyrê tawis got:
- Hema çer ez ji dawetê vegerim ezê werim bidim te. Ez bawer dikim dawet zêde dirêj nakşîne, ewê zû biferike. Qey hetanî danê êvarê ezê werim.
Li ser van soz û gotinên teyrê tawis, dilê dîk hinekî ket cî, got:
- Baş e, ezê bidim te, lê belê dibê tu dereng nemînî ha! Ya na sibe ewê mirîşk bi min bikenin, bibêjin ka dêla te li ku ye?
Welhasil, dîk rabû dêla xwe bi emanetî da teyrê tawis.
Tawis rabû bi dilşadiyeke mezin dêla dîk bi xwe ve kir û dûra jî lêxist û çû dawetê. Dîk pot ma.
Lê carê dabûyê, lema jî tiştekî bikira tunebû. Dibê li benda vegera teyrê tawis bima, heta ku dêla wî jê ra bianiya. Bi tirs û bi dudiliyeke mezin çû li ser dîwarekî lûsiya û ma li benda vegera teyrê tawis.
Di nabênê ra wext derbas bû, bû êvar, roj çû ava. Lê teyrê tawis venegeriya. Bîna dîk gelkî teng bû. Rabû çend caran li pey hev bi dengekî bilind bang da, ban teyrê tawis kir, got zû were.
Lê teyrê tawis ne bersîv da bang wî û ne jî paş da vegeriya. Dîk ji bo ku dilê xwe têke cî, ji xwe ra got:
- Qey dawet hîn neferikiye. Çaxa dawet biferike ewê were.
Dûra dinya baş tarî bû û mirîşkan serên xwe kirin bin baskên xwe û hêdî hêdî di xew ra çûn. Piştî ku mirîşk giş lûsiyan, dîk xwest ew jî rakeve. Lê belê kir nekir, xewa wî nehat, çimkî dêla wî ji bîra wî nediçû.
Şeveke pir tarî bû, çava çav nedidît. Dîk hîn xulmaş bûbû nebûbû, ji nişka ve veciniqî. Şev nîvî şevê bû û mirîşk hemû di xew da bûn. Xwe hinekî gijomijo kir, çend bask li hev dan û dû ra jî dest bi bangdanê kir, bang da û bang da.
Lê teyrê tawis tu bersîv neda bangdana wî.
Dîk nizanîbû çi bikira, ji qahra dikira biteqiya, lê tiştek ji dest nedihat. Bi bangdanê ji hal da ketibû. Dîsa di xew ra çû. Di xewna xwe da tawis dît. Dizan bi rê da teyrê tawis girtibûn û dêla wî, heta perikê dawî jî giş jê kiribûn û biribûn.
Bi berbanga sibê ra dîk bi xwe hesiya. Xewna wî hîn di bîra wî da bû. Li der û dora xwe mêze kir ku teyrê tawis hîn nehatiye. Dîsa dest bi bangdanê kir û got:
- Qîîî qilîî…qîîî…qîîî… Teyrê tawis!…Zû were!…Tu li ku ma?
Lê teyrê tawis venegeriya û dêla dîk jî nedayê.
Çimkî piştî ku wî dêla dîk jê stendibû, wê şevê rasterast reviyabû çûbû Hîndistanê û heta îro jî ew hîn li wir e û tu carî jî nêt nake ku paş da vegere.
Di ser vê bûyerê ra sal û zeman derbas bûn. Dîk ji xwe ra bi zor dêlek nuh li hev ragirt. Lê belê ew dêla berê ya heftreng li ku ya nuha li ku!
A dibêjin ji wê rojê û vir da ye, her roj bi berbanga sibê ra dîk tim sê caran bang dide û gazî teyrê tawis dike. Dibêje:
- Qîîî qilîî… qîîî…qîîîî… Teyrê tawis!…Zû were!…Tu li ku ma?
Lê teyrê tawis hîn tê û hîn tê…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar