Hebû tunebû, rûviyek hebû. Wek her rûvîyî ew jî rûvîyekê pir kone û fêlbaz bû. Diket her kirasî, fêlbazîya nekira tunebû.
Rojekê zikê wî ji birçîna dikir qurequr, dibê biçûya li derekê ji xwe ra nêçîrek bikira.
Li daristanê pirr geriya lê tiştek bi ber tu nêçîr nekir. Ji mecbûrî bi berbanga sibê ra rabû berê xwe da gundekî, got belkî ez ji xwe ra mirîşkekê, tiştekî nêçîr bikim. Li gunda tim nêçîr heye.
Bi qelizan çû xwe gîhand gund. Ji bo ku kûçikên gund pê nehesin çi ji destê wî dihat dikir. Vir da geriya wê da geriya, dû ra dît ku wa ye dîkek li ser dîwarê hewşekê lûsiyaye.
Bi qeliza çû nêzî dîk bû û ji nişka ve xwe çindî ser dîk kir. Bi çindkirina wî ra dîk got pirr û firiya ser darê û dest bi azanê kir, got:
- Qîîî qilîî qîîî...qîîî...
Rûvî dît ku dîk ji nav lepên wî filitî û êdî nikane xwe bigihînê, lema jî dest bi xapandin û fenên xwe kir. Ji dîk ra got:
- Sofî, ma qey wexta nimêjê ye tu azan didî?
Dîk got:
- Erê wexta nimêjê ye, lema ez azan didim.
Li ser vê bersîva dîk, rûvî bi zarekî şîrîn got:
- Wele min nizanîbû wext e. Ê wê gavê kerem bike dakeve jêr, ji min ra jî bibe îmam û em bi hev ra nimêja xwe bikin. Ji xwe ez bi desmêj im, min nuh desmêj girt û ez hatim, em nimêja xwe bi hev ra bikin.
Dîk bala xwe dayê rûvî nêt lê xera kiriye, dema ji ser darê dakeve jêr ewê tavilê wî bixwe. Dîk got:
- Birakê rûvî, tu zanî nimêja bi cimetê ra xêr û sewaba wê zêde ye. Wa ye ji hember da du kûçik bi vî alî da tên, bira ew jî werin, ezê dû ra dakevim û nimêja xwe bi hev ra bikin.
Dema dîk qala kûçikan kir, hinavê rûvî qetiya, nema zanîbû berê xwe bide ku. Ji dîk ra got:
- Sofî, ez bawer dikim desmêja min şikiya. Heta ew bên, ezê herim li ber vî çemê hanê desmêja xwe teze bikim û werim.
Û dûra jî got seriyo nig bi qurbano, yek nekir dudu, ji wê derê reviya, dîk jî bi vî hawî ruhê xwe xelas kir...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar