06 mars 2011

Şirîkatiya dîk û kûsî

Dibêjin hebû tunebû, dîkek û kûsiyek hebûn.
Salekê herdu bûn şirîkên hev ên cot. Rabûn li derekê erdekî baş ji xwe ra dîtin, toximê (tovê, bizrê) xwe peyda kirin û man li hêviya dema çandinê.

Lê dîk her roj di bin ra, bi dizî tim çû hinek ji toxim xwar.
Dema wexta çandiniyê hat, kûsî carê bala xwe dayê ku hebek toxim jî nemaye, dîk giş xwariye.

Kûsî gelkî hêrs bû û rabû misasek li qorika dîk xist. Bi derba misasê ra dîk got “pûzz” û ba ji ber çû.

Dîk bi derbê ra him êşiya û him jî bi fisê ra gelkî li ber xwe ket. Wî jî rabû xwe çindî ser kûsî kir û nikilek li çavê dîk xist, çavekî wî rijand.

Herdu ketin gewriya (qirk) hev, lê kirin nekirin li hev nekirin, ne dîk neheqiya xwe qebûl kir, ne jî kûsî.

Li ser vê, biryar dan herin ba qazî(hakim) û doza xwe li ba wî safî bikin. Gotin ya baş em herin ba kund(bûm). Çimkî yê herî jîr û biaqil kund e, lema jî ancax ew kane me ji hev bigerîne û biryareke adil bide.
Rabûn dan pey hev û çûn ba kund.
Kund got:
- Kûsî, hela ka tu bibêje, we ji bo çi li hev xist?
Kûsî got:
- Apê kund!
Kund got:
- Ew navê min e.
Kûsî got:
- Li ser tûm.
Kund got:
- Ew paytextê min e.
Kûsî got:
- Em hatine ba te şerîetê.
Kund got:
- Ew karê min e.
Kûsî got:
- Ez û dîk em bûne şirîkên hev ên cot.
Kund got:
- We biaqilî kir.
Kûsî got:
- Dîk bi dizî nîvê toxim xwar.
Kund got:
- Wî bênefsî kir.
Kûsî got:
- Li ser vê, min jî misasek li qorika wî xist.
Kund got:
- Te neheqî kir.
Kûsî got:
- Bi derba misasê ra dîk got, “cûzz” û ba ji ber çû.
Kund got:
- Wî jî bîhnfirehî kir.
Kûsî got:
- Wî jî rabû nikilek li çavê min xist û çavekî min rijand.
Kund got:
- Wî jî bêhemdî kir.
Dûra jî kurn biryara xwe da, got:
- Ez bi vê eniya xwe ya pan dikim,
min ya xwe ji we ra got.
Dîk û kûsî nabin şirîkên hev ên cot...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE