13 mars 2011

Çivîka wîtwîtanî

Dibêjin yekî gundî zivistanekê ji zozanan kiş kir pezê xwe û çû deştê. Piştî ku li deştê pezê xwe çendakî çêrand, rojekê rastî hêlîna çivîkekê hat.

Bala xwe dayê ku çivîkê çêlik derxistine û ji kêfa li ser hêlînê wer wîtewîta wê ye. Yê gundî ji xwe ra got:

- Wey li min bavo! Tew haya min tuneye ku buhar hatiye. Va ye çivîkê çêlik jî derxistine. Ev jî nîşana buharê ye. Dibê ez zû vegerim gundê xwe ku hîn buhar neqediyaye.

Û mêrik rabû bi lez û bez pezê xwe top kir û berê xwe da zozanên xwe.
Bi rê da lê bû berf, tozan û bager. Pezên wî hinek jê ji serma mirin û hinek jî di bin berfê da xeniqîn. Tenê çend heb ji mirinê xelas bûn û dîsa kor poşman, paş da berê xwe da deştê.

Pir çû, hindik çû, bi rê da rastî yekî hat. Mêrik jê pirsî, got:

- Bira, ma tu wiha bi ku da diherî?

Xwediyê pez dest bi çîroka xwe kir, got:

- Min pezê xwe biribû deştê. Min demekê çêrand. Rojekê ez rastî hêlîna çivîkekê hatim. Min dît ku çivîkê çêlik derxistine û li ser hêlînê wer wîtewîta wê ye. Li ser vê, min got wele va ye bihar hatiye haya min jê tuneye, dibê ez zû vegerim zozanan. Û min rabû zû zûka pezê xwe top kir û berê xwe da zozanan. Bi rê da li min bû berf, tozan û bager û piraniya pezê min telef bû. Wek tu dibînî, tenê ev çend heb xelas bûne. Nuha jî ez dîsa paş da vedigerim deştê.

Mêrik jê ra got:

- Heyran, dibê tu bi wîtewîta çivîkê nexapiya. Ev meha, meha adarê ye, geh xweş dike, geh jî dike berf û bager. Buhar hîn bi temamî nehatiye.
Yê gundî heq da gotinên mêrik û riya xwe domand. Çû gihîşt deştê, dîsa rastî hêlîna çivîkê hat. Bala xwe dayê ku wa ye çivîk û çêlikên xwe di hêlînê da ji serma hişk bûne. Bi hêrs got:

- Çivîka wîtwîtanî, te mala min wêran kir û ya xwe jî li ser danî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE