Rûvî li gundekî bîna (bêhn) berateyekê girtibû, lê ji tirsa kûçikên gund newêrîbû bi tenê biçûya. Rabû çû ba gur, ji gur ra got:
- Birakê gur, li vî gundê li pişt vî girê hanê beranekî tu dibê ecêb mirar bûye, ka em îşev herin zikê xwe têr bikin.
Gur got:
- Rûvî, wele kûçikê wî gundî pir har in, ez newêrim.
Rûvî rabû perçak kaxet nîşanî gur da, got:
- Qet metirse, va ye min ji muxtarê gund destûr girtiye, gava kûçik werin me, emê destûrnameya muxtêr a bi mohra wî nîşanî wan bidin. Gava destûrnameya muxtêr bibînin ewê neyên me.
Ev yek ket serê gur û rabûn çûn. Lê dema nêzikî li berateyê kirin, kûçikên gund bi wan hesiyan û gişan bi hev ra dan ser pişta rûvî û gur.
Şerekî mezin dest pê kir, kûçikên gund tu nemabû ku gur bixeniqînin. Di wê rev û qereperê da gur deng li rûvî kir, jê ra got:
- Law rûvî, zû destûrnameyê derxe, îzna muxtêr nîşanî wan bide, yan na ji me venaqetin, ewê me ji hev zîfêl zîfêlî bikin!
Rûvî bêyî ku li gur varqile got:
- Birakê gur, di vê haşermahşerê da kê guh bide îzna muxtêr, bireve û ruhê xwe xilas bike!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar