Xwepêşandan û tevliheviyên li Silêmaniyê hîn berdewam in.
Bi dirêjbûna demê ra xetera derketina bûyerên ne baş û bi tahlûlke jî roj bi roj zêdetir dibe.
Ji bo ku bûyerên xerab û trajîk dernekevin dibê ev tevlihevî zêde dirêj nebe û dawî lê were dayin.
Her ku mesele dirêj dibe, şans û îmkanên midaxele û pêjkirinên derve yên neyarên mikletê kurd jî zêde dibin.
Hukûmet, PDK, YNK û hemû ronakbîrên kurd dibê vê tahlûkeyê bibînin û miheqeq meselê çareser bikin.
Helbet gotina ”çareser bikin” rehet e, lê ewê çawa bikin, dibê bersîva vê pirsê were dayin, ev rê were nîşandan.
Tiştê xuyaye hukûmet, PDK û YNK nikanin Tevgeera Goranê û serokê Noşîrwan Mistefa îqna bikin.
Çend hewildanên heta nuha ji alî YNK-ê û hukûmetê va hatin kirin jî tu netîce nedan.
Ev jî nîşan dide ku kurd bi xwe, bêyî alîkariyeke ji derve nikanin vî agirî vemrînin.
Loma jî dibê riyeke din were dîtin.
Bi dîtina min dibê hin siyasetmedar û ronakbîrên kurd yên ji perçeyên din ên Kurdistanê di demeke herî kin da însiyatîvekê bigrin û têkevin nabêna wan.
Di serî da dibê siyasetmedar, hunermend û ronakbîrên ji herçar perçeyên Kurdistê bi beyanekê ji Tevgera Goranê û ji xwepêşnderan rawestandina vê xwepêşndana Silêmaniyê bikin.
Ya din, dibê di zûtirîn wextê da ”heyeteke/şandeke netewî” were sazkirin û ev heyet di demeke herî kin da here Silêmaniyê û bi serokên Tevgera Goranê û yên xwepêşnderan ra hevdînan bike û di nabêna wan û hukûmetê da bibin qasidê aştiyê.
Dîsa li cîhanê jî gelek dost û xêrxwazên miletê kurd hene. Dibê hin ronakbîrên kurd(mesele kesên weke Kendal Nezan)bi van şexsiyetên biyanî ra(kesên weke Îsmaîl Beşîkçî, Danîelle Mîttrrand)têkeve têkiliyê û ji wan jî daxwaza beyaneka nabêncîtiyê bike.
Heta mimkûn be dibê meriv ji wan hinekan bibe Silêmaniyê…
Yanî bi kurtî ne rast e ku siyasetmedar, hunermend û ronakbîrên perçeyên din yê Kurdistanê li vê lîstika pir tahlûke temaşe bike.
Her kurd dibê hewil bide avekê li vî ”agirê” li Silêmaniyê bi mala kurdan ketiye bike…
Ev wacibê me hemû kurdan e.
Heger di zûtirîn wextê da ev ”agirê” Silêmaniyê yê neyê vemirandin dû ra hemû kurd emê di ber vî agirî herin.
Destpêkirina şerekî li başûrê Kurdistanê ewê ne tenê bibe sebebê têkçûna Kurdistana Federe, li ser beşên din yên Kurdistanê jî ewê tesîreke negatîv ya pir û pir mezin bike.
Hebûn û îstîkrara Kurdistana Federe, çawa ku ji bo beşên din yên Kurdistanê bûye kela starê û çavkaniya hêviyê, bi derketina şerekî nabêna kurdan û têkçûna vê statuya siyasî jî kurdên din jî ewê zirarke pir mezin ji vê têkçûna başûr bigrin û ewê zû bi zû nikanibin pişta xwe rast bikin....
Loma jî gazî û hawara min ji hemû kurdan, ji hemû siyasetmedar, hunermend û ronakbîran ew e ku dibê bêdeng nemînin û bi lez û bez têkevin nabêna hukûmeta Kurdistana Federe û Tegera Goranê....
Heger her kurd van daxwaz û vê dîtina min di facebokê da minaqeşe û belav bike ezê pir kêfxweş bibim.
Bi dîtina min rabûna bi karekî wiha jî li ser milê her kurdî wezîfeyeke netewî ye, dibê meriv bicî bîne...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar