Li gundekî xerabe, li ser dîwarê hewşekê dîkekî azan dida. Tam di wê esnayê da rûviyek ji wir dibuhurî. Dengê azana dîk çû rûvî.
Rûvî bala xwe dayê ku dîk bi tenê ye, kûçik jî li wan doran xuya nake.
Rûvî tahma devê xwe xweş kir, di dilê xwe da got, vaye Xwedê qismetek da min, ji zû da ye min goştê dîk nexwariye. Bi qeliza çû xwe da ber dîwêr, bang dîk kir, got:
-Birakê dîk, roja te bi xêr! Ma tu li wir çi dikî?
Dîk bi tinaz got:
-Rûviyê şekalan, ma tu kor î, tu nabînî gundê me wêran bûye ? Ez bang didim, dikim gazî û hawar ji bo ku çend gundî û cotkaran bidim hev ji bo ku em vî gundê xwe yê şîrîn ji nuh ve şên û ava bikin.
Rûvî bi fen got:
-Wele şans û siûda te heye. Ji bav û kalan da em hosteyên xanîyan e. Ez hosteyekî gelkî baş im! Min ji xelkê ra gelek qesir û qonax lêkirine, gelek gund ava kirine. Ji kerama xwe zû dakeve jêr û were cî nîşanî min bide, ji bo ku ez dest bi xebatê bikim, asasê xaniyan bikolim.
Dîk nêta rûvî fêm kir, got baş e, lê dibê em herin ba ”muxtêr…”, gerek ew jî li ser hazir be.
Û dûra di ser dîwêr ra da pêşiyê, rûvî jî li jêr da dû, ji bo ku herin ba muxtêr ku ciyekî ji bo xebatê nîşanî rûvî bide.
Dîk ji ser dîwêr daneket jêr, her di ser dîwêr ra dimeşiya, nedihîşt rûvî nêzî wî bibe. Dema çûn gihîştin dawiya dîwêr, tajîyek li wir, li ber siyê ketibû, dîk ban “muxtêr” yanî tajî kir.
Muxtar rabû, bala xwe dayê wa ye rûvî li pey dîk e. Muxtar, tajiyekî wek fêrizan bû. Rûvî baz da, tajî bi ser ket, heta ku ji gund bi dûr xist.
Roja din rûvî dîsa ji wir dibuhurî. Dîk, rûvî nas nekir, dîsa ban kirê û çîroka avakirina gund careke din jê ra got.
Rûvî keniya û li dîk vegerand, got:
-Dîko, heta ku tu kizîrê vî gundî û tajî jî muxtar be,
divê tu baş bizanibî ev gund tu carî ava nabe,
ewê tim û tim wêran be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar