Banga BDP-ê û KCD-ê ya ”jiyana duzimanî” li Kurdistana bakur di nava gel da roj bi roj berfirehtir dibe.
Li seranserê Kurdistanê gel bi dil û can nêzî meselê dibe û "duzimaniyê" di her qada jiyanê da dixe jiyanê.
Rojê çend bajar beşdarî vê xebatê dibin û bi alîkariya belediyên BDP-ê dikandar tabeleyên bi kurdî bi ser dikanên xwe da dadiliqînin.
Nuha destpêk e, hîn esnaf nizanin bi kurdî binivîsin, lê piştî demekê ewê fêr bibin û ewê ne hewceyî alîkariyê be.
Qahwe û û aşxane menuyên xwe dikin kurdî, fêkîfiroş û sebzefiroş jî etîketên kurdî yên belediya li wan belav dike datînin ser eşyayên xwe.
Ji ber ku heta nuha di vê xebatê da min navê Wêranşarê nebihîstibû ez pê diqeherîm, min digot dibê bajarê min ji vê xebata netewî nemîne, dibê hemşeriyên min jî bi xurtî beşdarî vê xebeta dîrokî bibin.
Axirê min îro di çapemeniyê da xwend, belediyê etîketên kurdî li hemû dikandaran belav kirine û gotiye dibê ji nuha û pê da zimanê etîketan bi herdu zimanan bin û zimanê bazarê jî bere bere bibe kurdî.
Her bijî belediya Wêranşerê û hemşeriyên min!Li Depê, Dêrikê, Mêrdînê, Nisêbîne, Wanê, Amedê, Cizîrê, Elihê û gelek bajar û navçeyên din esnafan tabeleyên xwe kirin duzimanî.
Hêdî hêdî esnaf navên dikanên xwe jî ji tirkî tikin kurdî.
Dikandar dibêjin kêfa milet gelkî ji belavbûna zimanê kurdî ra tê û loma jî ewê xizmeta bi kurdî bidomînin.
Yanî bi kurtî, kurdan bi derengî be jî gaveke pir dîrokî avêtin, xebateke pir baş dan destpêkirin.
Ev gav teqabûlî rastî û hewcedariya gel dike, ev serê salan bû ku gel li bendî gaveke wiha bû.
Dewlet li hember vê tevgerê belhazir şeqizî ye, nizane çi bike, carnan gefan li BDP-ê dixwe û kurdan tehdît dike, lê vala ye.
Li gor rojnameya Millîyetê dinivîse, di demeke nêzîk da mudûrên îstîxbaratê yên 81 wîlayetan ewê li Anqerê bicivin û ewê siyaseta ku dibê dewlet li hember kurdan bimeşîne minaqeşe bikin.
Bi dîtina min heger PKK û BDP, di vî warî da gavê paşda navêje dewlet zêde nikane tiştekî bike.
Îmkana bike tuneye.
Bi demê ra kurdê hêdî hêdî zimanê xwe bihebînin, fêrî bazar û tîcareta bi kurdî bibin, ewê hinek wext bigre lê ewê bibe.
Kurdan şerê çekdarî jî nizanîbûn, lê fêr bûn û dewleta tirk ya xwedî 1 milyon hêza çekdar perîşan kirin.
Ev xebat ji şerê çekdarî ne girantir û ne tahlûketir e, di vî warî da molîze kirina milet li gor şerê çekdarî pir hêsantir e.
Dewlet bi viya zane lê nikane rawestîne.
Ma ewê her dikanê, her aşxaneyê, her qahweyê pûlisekî deynin ber, ma ewê hundurê belediyan tije pûlis bikin?
Yanî dema kurd di vê xetê da israr bikin tu hêz nikane rê li ber bigre vê tevgerê bigre…
Dewlet nikane zorê bikar bîne û heger li hin deran bixwaze prova bike jî ewê li zirarê derkevin, miletê bêtir biazire, bêtir li meselê germ bibe. Kurdên bêtir berê xwe bidin serxwebûnê.
Kontorlkirina bajarên bi milyonan ne mimkûn e.
Kontorlkirina bi milyonan însanî ne mimkûn e.
Meşa azadiyê û serxwebûnê dest pê kiriye…
Lê ji bo ev meş zêde dirêj nebe, xebateke bi şev û roj lazim e, îro fersendeke dîrokî pêk hatiye dibê meriv heder neke.
Dibê xebateke pir berfireh û pir întensîv were meşandin, rojê tiştekî nuh were dîtin.
Wek min got, PKK û BDP, xwedî vê hêz û îmkanê ne, dibê vê xebatê sist nekin. Agir carê gurr bûye, dibê venemire, gurrtir bibe…
Sistî mirin e, îro tam wext e, sibe dereng e…
Serpêhatiyên pêşiyên me dibê tu carî ji bîra me neçin...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar