Wa ye saet tê 01.00. Yanî ev saeteke ku em ketine sala nû, sala 2011-an.
Li Stockholmê bef e, tozan e.
Bi lêdana zengilê saet 12.00-an ra em û zarok em derketin der, me çend deqîqeyan li fîşekên hewayî temaşe kir û me çend rismên xwe girtin û dû ra me bazda hundur.
Nuha roja sala nuh ya pêşîn e, me salek li pey xwe hîşt. Êdî wexta wê ye ku meriv bîstekê raweste û carê li pey xwe binêre.
Gelo di vê sala borî da min ji gelê xwe û welatê xwe ra çi kar û xizmet kir, çi li pey xwe hîşt?
Ez bîstekê fikirîm, min dît ku ez qala kîjan xebata xwe ya şexsî bikim bikim jî vala ye, ne hêja ye...
Ji ber ku çi ferq dike, çi diguherîne, piştî ku em kurd weke milet hîn jî bindest û ji hemû mafên xwe yên înssanî û netewî bêpar in, min çi kiribe, hezar nivîs nîvîsîbin jî ferqe nake, netîceyê qet naguhere.
Di sedsala 21-ê da li Îranê, li Sûriyê kurd hîn ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in.
Li Kurdistana bakur 20 milyon kurd hîn weke milet nayên nasîn, hîn nikanin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, hîn nikanin li ser deriyê belediyên xwe bi kurdî tabeleyekê daleqînin, hîn nikanin navê partiya xwe bi kurdî binivîsînin, hîn nikanin li her derê bi rengekî bêtirs li straneke kurdî guhdarî bikin.
Hîn nikanin bê kontrol û azar herin bajarên xwe û malên xwe.
Serokwezîr, serokkomar û wezîrê hundur hîn jî ji kurdan ra dibêjin li Tirkiyê “yek al, yek milet, yek welat, yek dewlet û yek ziman” heye, ne miletekî bi navê kurd û ne jî zimanekî bi navê kurdî heye...
Ma ji bo miletekî bi kêmanî 20 milyon nufûs ji viya xerabtir çi heye?
Ferdê miletekî di bin vê zulmê da çawa dikane dilşa û bextewar be...
Ez jî ferdekî vî miletê kole me, piştî ku xelk kanibe hebûna miletê min, hebûna zimanê min înkar bike, nehêle ez navê welatê xwe hildim, nehêle ez bi zimanê xwe bixwînim, ez nivîsakrê herî baş bim, min bi hezaran meqale û bi dehan kitêb nivîsîbin, ez di karê xwe da pir serketî bim, pir dewlemend bim çi ferq dike?
Piştî ku ez bê welatekî serbixwe, bê dewlet, bê pasaportekeke netewî bûm û şûn da wek şexs hemû dinya ya min be jî agirê dilê min nakewîne...
Ez dixwazim wek yekî tirk, yekî ereb û yekî faris bibim xwedî dewlet, xwedî welat, xwedî al, xwedî pasapaorteke netewî.
Ji ber ku wek ferdê miletetekî bindest, bêdewlet, bêmaf û bêhuqûq ez dikevim saleke nuh, ez pir li ber xwe dikevim, ez ji xwe fedî dikim.
Loma jî ez naxwazim fortên vala bidim xwe û qala xebata xwe ya sala borî bikim, pê pesnê xwe bidim...
Wek ewladê miletekî êsîrê çar dewletan tu heqê min tuneye ku ez pesê xwe bidim û ji halê xwe û jiyana xwe bextewar bim...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar