10 januari 2011

Hin kurd dizan bera neqeba xwe didin û ew jî ji wan ra paşmêriyê dikin

Min do di malpera Avestakurdê da hevpeyvîna Dilbixwîn Dara ya bi Hasan Kaya ra xwend.
Min nizanîbû Hasan Kaya bûye endamê HAS PARTI-YÊ.
Gava di hevpeyvînê da çavê min bi vî beşî ket, minn ji çavê xwe bawer nekir, min got belkî ya ez şaş dixwînim ya jî Dilbixwîn henekan dike.
Lê dû ra min dît ku ne henek e, rast e, mêrik ji serokatiya kurdan terfî kiriye, (!) bûye zilamê serokê tirkan.
Rewşwenbîr û siyasetmedarên xelkê mezin dibin biaqil dibin, yên me dixirifin, di taliya emrê wan da hestê wan yê kurdayetiyê zeîf dibe, diçin dibin zilamên tirkan.
Hin kes hene dema diçin dikevin nava partiyên tirkan, bi meriv pir ecêb nayê, çimkî meriv dizanîbû ku berê jî tim nîvê dilê wan li ba tirkan bû, tu carî sedîsed nebûbûn kurd.
Lê min wisa bawe dikir ku Hasan Kayayê ku 6 salan(1997-2003) serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2 salan(2004-1006)jî serokatiya PEN-a Kurd ya Stenbolê kiriye û belkî ev 20 sal in jî nivîskarekî kurd e êdî ji tirkan qut bûye, êdî kadirekî miletê xwe yê cebirî ye, xwedî tecrûbe û xwedî baweriyeke saxlem e.
Lê di texmîna xwe da ez xeyalşikestî bûm.
Ez bi tiştên xuya, tiştên min didît û min dibihîst xapiyam, min nizanîbû ku bi dev kurd e, lê bi dil tirk e...
Yanî min ”li bejnê nêrî bi zêran kirî, laçik rakir qalikê gurrî..”Hasan Kaya, di salên 80-ê û 90-î da, dema ku partiyên kurdan tunebûn û kurdan nikanîbûn weke kurd xwe organîze bikirana neçûye nava tirkan, nebûye endamê partiyeke tirk. Di wan salan da biçûya nava partiyeke wiha dîsa rê tê hebû.
Lê camêr wisa nekiriye, piştî 30 sal kurdayetî û xebata di nava rêxistinên kurdan da dev ji xebata bi kurdan ra û di nava rêxistinên kurdan berdide, diçe dibe berpirsiyarekî partiyeke tirk, rêberekî tirkan.
Û di ser da jî vê teqleya xwe jî diparêze.
Heger Hasan Kaya bi rastî xwe wek siyasetmedar û rewşenbîrekî kurd bidîta ewê neçûya nava partiyeke tirk, ewê di nava partiyeke kurd da bixebitiya.
Heger partiyek li gor dilê xwe nedîta, ewê ji bona avakirina partiyeke li gor dilê xwe bi bixebitya. Ma çi yê wî ji Numan Kurtulmuş kêmtir e?
Numan Kurtulmuş, dema partiyeke li gor xwe nabîne, yekê ava dike, nayê nabe meriv û rêberê kurdekî.
Li ser pirsa Dilbixwîn Dara, gelo tu ji bo çi bûyî hîmdarê partiyeke tirk, ma gelo partiyeke kurd ya li gor te tunebû, Kaya, ji ber ku neheq e û di hundurê xwe da jî zane şaş e, loma jî tu bersîveke konkret û maqûl nedaye, demagojî kiriye, çend tişmiştên vala gotine.
Li gor îdîa Hasan Kaya, seokê wî ji serokên hemû partiyên din çêtir e û di vî warî da numûne jî daye, gotiye:
”Serokê Partiyê Numan Beg dibêje ev der ne market e ku herkes ji malê xwe re cihekî vekin û lê bifroşin.”Yanî di nava partiyê da kurdê nikanibe doza kurdayetiyê bike, ev qedxe ye.
Li gor Kaya, ev ne ji bo kurdan, ji bo her kesî ye.
Kurro li Tirkiyê tu miletekî din doza azadî û serxwebûna xwe nake, her kes tirk e.
Dema dibêjin ji bo ”her kes” qest kurd in, bêyî kurdan kes doza mefekî netewî nake. Ma tirkên doza çi bikin, ji xwe dewlet ya wan e.
Daxwaza wan ew e ku kurd devê xwe bigrin û ew jî eynî mafî nexwazin.
Hasa Kaya, dû ra jî bi îftîxar çend numûne ji dûruşmeyên partiya xwe dane, gotiye, ”demokrasî, edalet, wekhevî, parvekirina aborî” û hin tiştên din da hesasiyeteke wan heye.”Yanî tiştên hemû partiyên tirkan ji kurdan ra dibêjin. Lê herçî rasterast mesela kurd e, partiya wî jî qebûl nake.
Kaya bi serbilindî numûne daye, gotiye:
”Ne ku yê elewî wê Elewitîya xwe, yê Kurd wê kurdiya bide pêş.”
Weyla te arî li serê "min" kiro, ma qey tiştekî pir baş e ku elewî nikanibin elewîtiya xwe û kurd jî nikanibin kurdîtiya xwe bidin pêş ?
Ê ji xwe hemû partiyên tirk jî eynî tiştî dibêjin.
Ji kurdan ra dibêjin, heta zikê we diteqe qala demokrasiyê, wekheviyê, azadiyê, heq û huqûq bikin”, lê dibê hûn kurdayetiya xwe nedin pêş, doza mafê xwe yê netewî nekin.
Û Hasan Kaya yê ku 13 salan serokatiya dezgehên kurdan kiriye, vê yasaxê wek tiştekî pir baş dibîne...
Û camêr dixwaze vî şertê înkara miletê kurd weke tiştekî baş bifroşe me jî…
Wisa xuyaye Hasan Kaya, kurdan pir nezan û cahil dihesibîne, loma jî wêrîbûye vê numûneya înkara miletê xwe bide.
Ev numûme îsopata înkara miletê kurd e, dibêje hûnê nebêjin em kurd in....
Îcar ku dera vî şertî baş e min ew fêm nekir?
Ji ber ku tirk dibînin ku dar(ço) û çîroka ”demokrasiyê, biratiyê” tenê têra kurdan nakin, loma jî nuha dîsa dîn xistine dewrê.
Diyar e Hasan Kaya jî ji vê siyaseta serokê xwe feyz girtiye, loma wî jî xwestiye bi Hz. Adem kurdan îqna bike, gotiye serokê wî dibêje em hemû ji Adem û Hewa çê bûne, loma jî ew tu ferqiyetê naxe nabêna kurd û tirkan; yanî hemûyan jî tirk dibîne.
Îcar Adem û Hewa ji me kêm korro?
Kaya, wek ku tiştekî pir girîng û baş be gotiye:
”Ya duyemîn, serokê me yê gistî dibêje ku; em hemû zarokên Adem in. Nabêje em hemû zarokên Muhamed in. Yan jî em zarokên Îslamî ne, yan jî cihekî din. Em zarokê Adem in.Yanî em Yahûdî, Misilman, File, Êzîdî, Kurd, Ermenî, Tirk, Ereb em hemû birayê hev in li ser vê xakê. Eyn wisa me nivisiye di bername xwe de.”Min digot piştî ku Kaya bûye serokê Enstîtuya Kurd û PENA KURD miheqeq merivekî pir jîr û biaqil e...
Lê ev nimûne ne nimûneya merivekî biaqil e.
Nuha serokê te yê giştî bibêje em hemû zarokên ”Adem” in ya jî yên ”Mûhamed” in çi ferq dike? Ma ev peyva merivekî biaqil e?
Tirk, ji bo ku hebûna me qebûl nekin dibêjin ”em hemû însan in , em hemû bira ne, em hemû musilman in, em bûne goşt û nenûk” û nizanim çi û çi.
Ma Bahçelî û Erdogan jî nambêjin em hemû birayên hev in?
Ew jî eynî tiştî dibêjin.
Em ne li pey birayetiyê ne, em ne birayê tirka ne.
Tirk dibêjin “em yek in, em bira ne, ferqa me tuneye”.
Em jî dibêjin na, em me yek in , em ne bira ne, ferqa me heye, hûn tirk, em jî kurd in.
Em dixwazin tirk ferqa me qebûl bikin, ji ber ku em ne tirk in, em cihê ne, lê tirk dibêjin na, em hemû bira ne û hwd.
Erdogan û partiyên din dixwazin bi çîroka “em hemû musulman” me bixapînin, lê Hasan Kaya îcar Hz. Adem derxistiye, ew jî dixwaze bi Hz. Adem me bike tirk.
Do di hin malperan da min dît Hasan Kaya xwe daye kêleka cîgirê Has Partiyê Mehmet Bekaroglu.
Bi min wisa hat, fena ferdekî ji malê ji dizan ra rêberiyê bike, dizan bibe bera neqeba mala xwe de û ew jî jê ra paşmêriyê bike...
Bifikire ku siyasetmedar û rewşwenbîrekî filistînî here bibe endamê partiyeke cihû û serokê wê bibe walatê xwe û ew jî jê ra rêberiyê bike.
Ma tiştekî wiha dibe?
Ji bo ku ez wisa his dikim belkî ez ne bêaqil im, belkî ez dîn im.
Lê weke kurd, ez endametî û berpirsiyariya partiyeke tirk ji bo siyasetmedar û rewşenbîrekî kurd tiştekî pir şerm dibînim.
Piştî vê saetê meriv nabe berpirsiyarê partiyeke tirk û yekî tirk nake serokê xwe û li welatê xwe nake serdest.
Bifikire siyasetmedarekî ji başûrê Kurdistanê bibe berdevkê Malikî û li Hewlêrê li kêleka wî rûne û ji kurdan raya bixwaze.
Ma li hember tabloyeke wiha emê çi bibêjin?
Bifikire ku tirkekî qibrisî eynî tişt bikira, gelo tirkan ewê çi bigota?
Lê bêguman bêyî Kurdistana bakur li tu derke din ne mimkûn e ku tiştekî wiha biqewime.
Filîstînî yekî cuhû, tirkekî qibrisî yekî yûnan, kurdên başûr erebekî nakin serokê xwe, nadin dû wan.
Lê siaysetmedar û rewşenbîrên me dikin, çimkî xwe kurd nabînin, çimkî doza welatekî nakin, çimkî di tirkbûna xwe da tu şaşiyê nabînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE