Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdarogluyê nîjadperest do ji serokwezîr Erdogan gelek gazin kiribû, gotibû Erdogan, di derbarê daxwaza kurdan ya duzimaniyê da çima heta nuha xwe kerr dike û bersîvê nada wan.
Qey ji bo ku Kiliçdaroglu zêde meraq neke û zêde netirse, Erdogan îro bersîveke tam li gor dilê Kiliçdaroglu da kurdan.
Erdogan di axaftina xwe ya meclîsê da daxwaza kurdan ya “Xweseriya Demokratîk” û perwerdeya duzimaniyê da ber topan, neqarata xwe ya ”yek milet, yek dewlet, yak al û yek ziman” dîsa dubare kir û got ”zimanê miletê min tirkî” ye.
Yanî kurd bûn miletê Erdoganê dewşirme û zimanê wan jî bû tirkî(!)
Erdogan, ji bo PKK-ê û BDP-ê û hin rêxistinên kurdan yên din weke hertim dîsa uslûbeke bêmistewa û lûmpenwarî bikar anî û got:
”Rêxistina terorê û dûvikên wê, wekî hercar berî hilbijartinê dîsa taşaroniyê dikin, dixwazin siyaseta hundur dîzayn bikin. Emê vê hewildana wan bêbersîv nehêlin. Emê ji dîtina xwe ya yek dewlet yek al, yek milet, yek zimanî tawîzê nedin tu kesî. Komara Tirkiyê yek milet, yek al, yek dewlet e. Zimanê resmî tirkî ye. Zimanê mişterek tirkî ye. Em tu teşebusa ku bixwaze vê rastiyê biguherîne qebûl nakin.”Wek tê dîtin di mesela ” yek dewlet, yek milet, yek al, yek zimanî” da serokên hemû partiyên tirk hemfikir in, di nabêna Erdogan, Bahçelî û Kiliçdaroglu da tu ferq tuneye, hemû jî eynî pîlaqa kevn lêdidin.
Ji bo misilmanan ”Şertên Îslamiyetê û yên îmanê” çi bin, ji bo siyasetmedarên tirk jî dubarekirina ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman” eynî tişt e, ew van şertan dubare nekin ji tirkîtiyê derdikevin.
Lê ew ji bîr dikin ku êdî ev yek tenê bi gotina wan nabe, heta ji wan tê bira vê çîroka vala dubare bikin.
Miletê kurd ev çîrok ji zûdaye pûç kiriye.
Serokê HAS Partiyê Nûman Kurtuluş beg jî îro xwe tevî vê minaqeşê kir û got , ”bi şertê ku tirkî zimanê perwerdeyê be, kurdî û zimanên din dikanin weke zimanê hilbijare(bi tercîh) werin xwendin.”
Wek tê dîtin li gor yên din camêr dîsa piçek "comerdî" kiriye, lê tu dibêjî qey sedeqeyê li kurdan belav dike.
Yaho ev tirk jî çi mirovin tima û cangiran in, heta meriv deynê xwe ji wan distîne çermê eniya meriv diqete.
Kurro ev dana piço piço çi ye, deynê we ye, zû dereng hey hûnê bidin. Loma jî ya baş ew e ku bi carê da bidin û xwe jê xelas bikin û weselam.
Çimkî rê bi çûyinê, deyn bi dayinê diqede, hûn çiqasî serî li xwe bigerînin û xwe bavêjin cahlê jî hûn xelas nabin, kurd deynê xwe û heqê ji bîr nakin û bi ser kesî da jî bernadin.
Dîrok şahidê vê hafizeya kurdan ya xurt e...
Ev 150 sal in hûn serî li xwe digerînin, berê we digot hûn nadin, nuha hûn dibêjin ”emê bidin lê ne gişî, hindik, hindik…”
Nuha kurd bi rehetî heqê xwe ji we dixwazin, lê hûn nadin, hûn kurdan mecbûrî zorê dikin, ev jî ewê ji bo herdu seriyan jî bi zirar be.
Hilbijartina riya rehet jî ya zorê jî di destê we da ye.
Ez dixwazim li vir, ji wan kurdên ku ji bo çareseriya mesela kurd hin ”hêviyan” ji vê ya jî ji wê partiya tirk, ji vî ya jî ji wî serokê tirk dikin ra gotinekê bibêjim. Her çiqas di nabêna partî û serokên tirk da hin ferqên nuansî hebin jî lê îro di mesela ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman” yanî berdewamiya bindestiya kurdan da hemû hemfikir in, hemû jî eynî tiştî diparêzin.
Û nêta kesî jî tuneye ku ji van şertên ku gav û saetê rêz dikin, yekî jî biguherînin.
Loma jî dibê kes xwe nexapîne û bi îdîa xwedêgiravî filan partî û filan serok”ewê mesela kurd hel bike” nebe hevalbendên van partiyan.
Heger em kurd bi rastî jî dixwazin tirk zû xwe biguherînin û mafê kurdan bidin, dibê em nebin endamên wan û rayên xwe nedin wan.
Heta ku kurd bibin berpirsiyar û parlamenterên van partiyên tirk û li Kurdistanê jî kurd rayên xwe bidin wan, tirk xwe naguherînin û tu mafî jî nadin kurdan….
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar