Neşe Duzelê îro di rojnameya Tarafê da bi kurdekî ku navê xwe dizî digre ra hevpeyvînek kiriye. Di hevpeyvînê da navê wî weke ”Balikçi” yanî Masîvan derbas dibe.
Esas di pêşgotina nivîsê da meriv fêm dike ku ”Balikçi” kî ye û çi kes e.
Lê ji ber ku Neşe xanimê bi xwe navê wî eşkere nekiriye loma ez jî li vir texmîna xwe nabêjim.
Dema yekî Diyarbekirî nivîsê bixwîne fêm dike ku ”Balikçi” kî ye û heta nuha ji kê û kê ra zilamtî kiriye.
Ji xwe navê wî yê rastîn li vir pir ne girîng e jî, sibe dusibe ewê eşkere bibe û her kesê nas bike.
Balikçî di hevpeyvînê da dibêje, ”ji sala 1996-an û virda ye ew di nabêna Ocalan û dewletê da nabênkariyê dike.”
Balikçi, wek serokekî PKK-ê yê piştperdê dipeyive, dibêje:
”Baweriya Ocalan bi min heye, heta nuha min ew qet şaş nekir. Wî jî ez. Siyaset û stratejiya agirbesta 1996-1998-an û ya referandûmê aidî min e.”Heta nuha her kesî wisa bawer dikir û siyaseta PKK-ê ji teref Abdullah Ocalan ve û hinekî jî ji bal birêvebirên PKK-ê ve tê tayinkirin û meşandin.
Lê bi saya vê hevpeyîvînê em fêr dibin ku ev texmîn ne rast bûye, mîmarê esasî yê van agirbestan, esas ”Balikçi” bûye, wî biryara van agirbestên van herdu salên dawî daye.
Lê li gor ”Balikçi” dibêje, ew ne endamê PKK-ê ye û tu carî jî nebûye endam.
Neşe Duzelê, di pêşgotina nivîsa xwe da ”Balikçi” beg wiha daye nasîn:
”Ew ronakbîrekî kurd e. Qet nebûye PKK-yî. Belovacî wê, ji siyaseta PKK-ê gelkî dûr, ji nava Partiya Komunîst a Tirkiyê tê. Demakê di nava HEP-ê da siyaset kiriye. Berê du caran ji teref PKK-ê da hatiye birîndarkirin. Lê li gel vê jî baweriya Ocalan gelkî pê tê. Ji her tiştê ku li pişt perdê diqewime xeberdar e.”Wek tê dîtin camêr serolê PKK-ê yê li derve ye lê haya me jê tuneye.
Çimkî ji bo ku meriv bikanibe ”ji her tiştê li pişt perdê diqewime xeberdar be” ya dibê meriv merivê Ocalan û PKK-ê be ya jî yê dewletê be.
Ji xwe li gor gotina ”Balikçi” ew merivê dewletê ye, çimkî dewletê qasid şandiye pê, bi israr xwestiye ku ew bibe "nabênkarê" Ocalan/PKK-ê û dewletê.
Yanî rutbeya wî pir bilind e.
Balikçi, di dawiya hevpeyvîna xwe da li ser ”xweseriya demokartîk” ya jî otonomiya demokratîk jî radiweste û dibêje, ”tiştekî wiha bi gotin heye, lê bingeha wê tuneye. Ji xwe ji alî coxrafî da şansê çêbûna ”xweseriya demokartîk tuneye.”
Li ser matmayina Neşe Duzelê, "Balikçi", dîtina xwe zela dike, dibêje:
”Ez carnan bi kesên di medyayê da weke stratejîst tên zanîn da dixeyidim. Ji kereme xwe ra xerîteyekê bigrin destên xwe û heger hûn kanin sînorên xweseriy/otonomiyê xêz bikin, bikin. Ma ev mimkûn e? Hûnê Antalyayê têxin ku? 600 hezar kurd lê hene. Mêrsînê hûn têxin ku? 800 hezar kurd lê hene. Edeneyê hûnê têxin ku? Yek milyon kurd lê hene. Îzmîrê, Stenbolê hûn têxin ku? Sê çar milyon kurd lê hene. Êdî şansê we yê ku hûn cetwelê bigrin destê xwe û xerîteya Kurdistanê çêkin tuneye. Ji bo milîyetçiyên tirk jî buhurtî be û ji bo milîyetçiyên kurd jî buhurtî be. Di 1950-î da ev mimkûn bû lê belê piştî 1950-î bi koça hundur van şansên xwe wenda kirin. Sosyolojî êdî musaedeyî Kurdistanê nake.”
Neşe Duzelê, ev rebnê ku ruhê xwe firotiye dewleta tirk û bûye amîgoyekî wan yê herî bêqalîte kiriye "ronakbîrekî kurd.”
Wey înşelah em ji "ronakbîrên2 weke te bê ronakbîr bimînin....
Însaekî ronakbîr û xwedî şexsiyet çawa dikane bi ”wendabûna” welatê xwe hewqasî kêfxweş bibe, bibêje bira serê we sax be, êdî Kurdistan mir, ”sosyolojî destûrê nade Kurdistanê”?Însan mexlûqatekî pir ecêb e, ku carê xwe pîs bike û bibe xizmetkarê dijmin, êdî dikane her babet rezîlî û bêşexsîyetiyê bike.
Însan carê dest ji xîretê berde dikane her rezîliyê bike.
Ne ev Balikçiyê reben tenê, gelek kurdên din jî di van salên dawî da koça kurdan ya Xerbê weke ”qedandina” Kurdistanê dibînin û wisa propagande dikin.
Balikçi jî yek ji van rebenên bêbawerî û bêhêvî ne.
Însanên wiha navên wan mezin be jî ew bi xwe pir biçûk in, loma jî ufka wan têrî îdîal û dozên wiha mezin nake.
Kesên wiha ancax dikanin bibin tahsîldarê dewletê, ew nikanin ji bo miletekî doza welatekî û serxwebûnê bikin.
Balikçi û kesên weke wî, ji dêlî ku siyaseta dewletê ya îşxalkar û nîjadperest ku bûye sebebê vê koça kurdan rexne bikin, dibêjin nîvê nufûsa kurdan ji Kurdistanê koç kiriye loma jî êdî daxwaza Kurdisyanê, daxwaza dewleteke kurd xeyal e, dibê kurd dev ji vê xeyalê berdin û realîteya îro qebûl bikin.
Yanî bibin tirk.
Wey rebeno, wey pepûko....
Ronakbîrên cihûyan piştî 2500 sal jî dev ji doz û xeyala avakirina dewleta Îsraîl bernedan û wek van pepûkên me negotin daxwaza Îsraîleke serbixwe xeyal e...
Lê piraniya siyasetmedar û ronakbîrên me kurdan piştî 30 salî teslîm bûn û dibêjin Kurdistan xeyal e, çimkî bi milyonan kurdan koç kiriye.
Tu dibêjî qey ji bo avabûna Kurdistanê divê nufûsa kurdan miheqe 30-40 milyon be û li derî Kurdistanê jî kurd tunebin.
Dixwaze bira li Kurdistanê nufûsa kurdan 3 milyon be û li Tirkiyê jî 30 milyon be, ev yek nabe sebeb ku em kurd dev ji daxwaza rizgarkirina Kurdistanê û avakirina dewletê berdin.
Li welatên Emerîka Latînî hin welat hene ji nîvê nufûsa wan bêtir koçî Emerîkayê kirine, lê ev yek nabe sebeb ku ew dewlet nemînin.
Nîvî nufûsa Polanyayê, ji nufûsa Qibrisiyan bêtir li derveyî welatên xwe dijîîn, lê ev welat her hene û kes nabêje ji ber ku piraniya nufûsa wan koçî derve kiriye loma jî dibê welatê wan jî nemîne.
Bi kurtî ji bo ku kurd doza Kurdistanê û dewleteke serbixwe bikin ne şert e ku nufûsa wan nizanim çend milyon be.
Em li Kurdistanê 3 milyon kurd bimînin jî daxwaza Kurdistanke serbixwe, federe mafê meye ye.
Bêtalihiya miletê kurd ew e ku bi piranî kesên reben, pepûk û ne xercên sifet û meqamên xwe bûne serok, û ronakbîrên kurdan....
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar