Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, do li ser riya Qazaxistanê di balafirê da li ser hin pirsên rojnamevanan gotiye, ”li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin mesela kurd e.”Gul gotiye, ”Hin kes vê gelşê wek ya başûrêrojhilat, hin kes wek ya terorê û hin kes jî wek ya kurd binav dikin. Hûn çewa binav dikin bikin, hûn dixwazin bêjin ”teror”, ”pêrgîvekirina demokratîk” ya jî ” gelşa kurd”, ferq nake, nuha gelşa Tirkiyê ya herî mezin ev e. Û dibê ev gelş were çareserkirin”
Vana gotinên di cîda û pir rast in, pêwîst nake ku meriv tiştekî lê zêde bike. Bi rastî jî derdê Tirkiyê ya herî mezin mesela kurd e, heta ku ev mesele çareser nebe, li Tirkiyê ne demokrasî bicî dibe û ne jî gelşên aborî çareser dibin.
Ji serê serê salan ve ye ku kurd vê meselê hewqas dubare dikin ku êdî mû bi serê zimanê me wan ve hatiye.
Jixwe li Tirkiyê yê ku vê rastiyê nizane tuneye, herkes weke navê xwe dizane ku ev mesele wiha ye.
Lê siyasetmedar û berpirsiyarên dewletê xwe li kerrîtitiyê datînin û naxwazin vê gelşê bi navê wê yê rastîn(mesela kurd)bi nav û qebûl bikin.
Loma jî dibêjin ”teror”, ”bêkarî”, feqîrî”, ”paşdamayina herêmê” û welhasil gelek navên din lê dikin.
Abdullah Gul, berê jî çend caran tiştên wiha anîbû zimên û gotibû ”di rojên pêşda ewê tiştên xêrê bibin.”Lê heta nuha tu tiştekî mezin û berbiçav ku bikanibe vê gelşê çareser bike nebûye, teror, şer, girtin û kuştin hîn jî berdewam e.
Yanî mesele di gotinê da dimîne, di praktîkê da zêde tişt nayê kirin û naguhere. Dewlet, bi şiklekî cidî û samîmî dev ji siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bernade, rast nîşan dide, lê çep lêdixe…
Madem ku hûn dizanin gelşa Tirkiyê ya herî mezin ”gelşa kurd” e, ê wê demê çima hûn çareser nakin?
Ma kê bi destê we girtiye?
We nizanîbûya me yê bigota de hadê nizanin, lê wa ye hûn bixwe jî dibêjin ku ”gelşa Tirkiyê ya herî mezin gelşa kurd e.”Ê wê demê zû hel bikin, hûn li bende çi ne?
Kurd gav û saetê banga diyalogê û çareseriyeke aştiyane li we dikin, lê hûn guh nadinê, hûn dibêjin ku hûn bi ”terorîstan” ra rûnanin.
Baş e, kesên ku hûn jê ra dibêjin ”terorîst” bi wan ra rûnenin, lê bi hinekên din ra rûnin, ya jî bêyî ku hûn bi kesî ra rûnin, hin gavan bavêjin û mafên kurdan yên netewî bidin.
Kurd êdî ji peyv û sozên girover û bênetîce têr bûne, ji gotinê bêtir li bendî gavên berbiçav in.
Heger bi rastî jî hûn qebûl dikin ku “promlema Tirkiyê ya herî mezin meseleya kurd e”, wê demê li gor wê, girîngiyê bidin meselê û rojekê berî rojekê çareser bikin.
Gotin tiştekî hel nake, kirin pêwîst e...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar