Du roj berê kaseteke serokê CHP-ê Denîz Baykal ya seksê bi jineke(Nesrîn Baytok) bi mêr ya parlamentera partiya wî ra ji alî malpera Habervaktîm û çend malperên din va hate weşandin.
Bûyerê di çapemeniya tirk da olaneke pir mezin da û meriv dikane bibêje ku rojeva Tirkiyê serobinî hev kir.
Lê li ser giliyê Baykal, bi biryara dadgehê weşandina kasetê tavilê li Tirkiyê hate qedxe kirin.
Denîz Baykal ne merivekî laletaîn e, ne xort û berdûşekî kuça ye. Ew zewicî ye, bavê komek zarok e, kalekî 72 salî ye, serokê partiya herî mezin ya mixalefetê ye û dixwaze bibe serokwezîrê Tirkiyê.
A ev Denîz Baykal, li gor îdîayê, bi jineke parlamentera partiya xwe ra ku berê sekretera wî bûye û di ser da bi jineke zewicî ra razaye.
Dîmenên hatiye weşandin rast e, ne rast e em nizanin, lê li gor tiştên çapemenî dinivîse rast e.
Piştî weşandina van dîmenên ne xweş, gelek rojnameyên tirk yên berdevkê dewleta kûr û dengê şovenîzma tirk qiyamet rakirin, bi gotin û sernivîsên weke, “ev jiyana şexsî ye, şerm e, bêexlaqî ye, rezalet e, bênamûsiye”, meriv tişê wiha nake, bi yekdengî li dij derketin.
Lê halbûkî xebereke wiha zû bi zû bi destê rojnameyekê nakeve, loma jî dibê herkesî serserî xwe bavêta ji ser xeberê da.
Lê ji dêlî wê va, him kaset newşandin û him jî malper û rojnameyên kaset weşandibûn rexne kirin, gotin “viya jiyana şexsî ye”, dibê meriv îşê xwe jê neyne û nizanim çi û çi...
Media îslamî ya nêzî hukûmetê jî ji ber şêla AKP-ê ya li dijî “mezinkirina bûyerê” zêde neçûn ser meselê û pir bi îhtîyat qalkirin.
Yanî piraniya çapemeniyê ne diz, xwediyê malê, ne yê ev bêexlaqî kiriye malperên ku ev xeber weşandine rexne kirin.
Rast e, kesê ev fîlm girtiye sûcdar e, ji ber ku fîlm bi dizî girtiye, destûra herdu seriyan negirtiye. Lê Baykal jî bê haya jina xwe û mêrê jinikê û gel ev bêexlaqî kiriye, ew jî sûcdar e û heta sûcê wî gelkî mezintir e.
Loma jî dibê civat vê yekê bibihîze, veşartina bêexlaqiyê dibê ne karê çapemeniyê be.
Weşandin û neweşandina kasetê ji teref medîa tirk ve heta dereceyekê meriv fêm dike, ji ber ku di nabêna gurûbên medîa tirk da şerekî siyasî heye, loma jî weşandin û neweşandina wan, li gor berjewendî, emir û daxwaza na.
Lê ne weşandina Netkurdê min qet fêm nekir.
Malpera Netkurdê di xebera xwe ya li ser bûyerê da dibêje, ”Kaset ji bal Netkurdê jî hatiye daxistin lê me biryar daye ku em wê neweşînin.”
Min fêm nekir ji bo çi?
Ma parastina îtîbara Baykal bi me ketiye?
Merivekî wekî Baykal çuqasî rezîl û riswa û bêîtîbar bibe ji bo demokrasiya Tirkiyê û kurdan hewqasî baş û qezanceke pir mezin e.
Denîz Baykal merivekî pir xerab e, faşîst e û dijminekî miletê kurd e yê pir tahlûke ye, li Tirkiyê li hember demokrasiyê û her pêşketineke demokratîk asteng û kelemekî sereke ye.
Loma jî bêbextî û buhtan ne têda, lê ji bo ku îtîbara merivekî wiha xerab bişkê çi ji destê meriv were dibê meriv derax neke.
Baykal dixwaze koka miletê kurd biqelîne, em kaseteke ku wî bêîtîbar dike naweşînin.
Netkurdê sebebê neweşandinê negotiye, tenê gotiye “me biryara da ku ne weşînin.”
Xwezî Netkurdê sebeb jî gotibûya, wê demê meriv baş fêm dikir ku ji bo çi neweşandiye...
Heger emê bêexlaqiyên yekî weke Baykal jî veşêrin, wê demê dijayetî û şerê me yê li hember Baykal û faşîstên weke wî jî bêmaneye.
Haydê em bibêjin ku Netkurdê ya ji ber hin netîceyên “huqûqî” ya jî ji ber hin prensîbên “exlaqî” bi xwe kaset neweşand, lê dikanîbû bida malpereke weke Lotikxanê, bira wan ya jî hinekên din biweşanda.
Yanî çapemeniya kurd dibê ev fersend baş bikar bianiya, ne ku veşarta...
Bi dîtina min weke malpereke kurd, dibê meriv rê li ber pîsbûna yekî weke Denîz Baykal negre.
Loma jî bi ya min neweşandin ya jî bikarneanîna Netkurdê şaşiyeke mezin bû...
Denîz Baykal, bi jineke bi mêr ra razaye, yê din fîlmê vê rezalet û bêexlaqiya wî kişandiye, loma jî sûcê Baykal zêdetir e.
Bi rastî jî tiştê hate weşandin dîmeneke pir pîs, pir bêexlaq û pir rezîl e, ji bo serokê partiyekê, zilamekî zewicî felaket e, heger piçek heya pê ra hebûya dibê tavilê îstîfa bikira û ji jina xwe û ji gel uzrê xwe bixwesta.
Lê Baykal tiştekî wiha nekir, got ez îstîfa nakim û piraniya çapemeniya kemalîst jî piştgiriya wî dike.
Bes heta nuha kesî negotiye ew şexs ne Denîz Baykal e, kaset sexte ye, tenê dibêjin çima we weşandiye, dibê meriv tiştên wiha ne weşîne.
Çima neweşîne?
Kes nabêje yekî wek Denîz Baykal ku dixwaze bibe serokwezîrê Tirkiyê, çawa dikane bi jineke zewicî ra bêexlaqiyeke wiha bike?
Heger ev kaset ne ya Baykal, lê ya Erdogan, ya jî ya Abdullah Gul, ya serokekî îslamî, ya jî ya serokê BDP-ê bûya, van derûdor û van rojnameyan ewê wiha negotana, Hurriyet û Millîyetê û hemû çapemeniya nîjadperest û kemalîst ewê kaset û xeber bi qerepere û qîjewîjeke pir mezin biweşandana.
Lê ji ber ku Bayka merivê wan e naxwazin prestîj û îtîbara wî bixînin.
Tiştekî wiha heger li Welatekî Xerbê, mesela li Swêd bibûya, ewê qiyamet rabûya, wî şexsî ewê tavilê îstîfa bikira, ji gel û jina xwe uzir bixwesta.
Çend sal berê, di nabêna wezîrê maliyê yê wê demê û jineke wezîr ya sosyal demokratan da jî bûyereke wiha derket ortê.
Çapemenî çû ser meselê û kesî negot ev tiştekî “şexsî” ye, dibê meriv qal neke.
Bi vaciyî herdu serî jî pir hatin rexne kirin û di netîceyê da mecbûr man ji wezîrtiyê îstîfa kirin û mêrik ji jina xwe û jinik jî ji mêrê xwe feqiya û bi hev ra zewicîn.
Dîsa li Swêd, di van demên dawî da ji ber ku çend siyasetmedar û şaredaran bi hin jinan ra bi peran seks kiribûn hatin îfşa kirin û îstîfa kirin.
Yanî dema bêqanûnî û bêexlaqiyeke siyasetmedarekî derdikve, ew kes tavilê ji karê xwe îstîfa dike.
Ji ber ku li Xerbê jiyana siyasetmedarekî, jiyana yekî ku xizmeta civakê dike herkesî eleqedar dike.
Dibê siyasetmedar bi kirin, rabûn, rûniştin û jiyana xwe ji civakê ra bibe nimûneyeke baş.
Dema nebe, nikane siyasetê bike.
Serokê partiyekê, merivekî zewicî û xwedî nevî nabe ku bi jineke zewicî ra razê û kes wî rexne neke û li se karê xwe bimîne.
Li Xerbê tiştekî wiha ne mimkûn e
Lê ji bo Baykal prensîbekî wiha tuneye, ew xerîbê vê kulturê ye.
Çendakî berê hin rismên serokwezîrê Îtalyayê Berlusconî bi keçikeke ciwan ra hat weşandin.
Hemû çapemeniya cîhanê(ya tirk û swêdî jî) ew risim weşandin, kesî negot, ne rast e, “ev tiştekî şexsî ye, weşandin bêexlaqî ye, jiyana prîvat e”, dibê meriv neweşîne.
Kurd dibêjin Xweêdê neyne serê kesî, bêguman tiştê hatiye serê Baykal, meriv naxwaze were serê tu kesî, lê dibê neyê jibîrkirin ku “nûçegîhanî ne veşartin e, deşîfrekirin e.“
Û sûc û bêexlaqiyên faşîstekî wekî Denîz Baykal ji xwe dibê meriv qet û qet veneşêre, miheqeq deşîfre bike...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar