Gelî xwendevanan, ji êvara Xwedê da ye ez ketime taya sar û wek çûkekî qefilî di nav nivînan da dizikzik im, diricifim.
Min qazax û îşligek di serhev da li xwe kiriye, orxaneke zivistanê li xwe pêçaye û beteniyek jî di ser da avêtiye ser xwe, lê dîsa jî minn sar e.
Ji serma tebatî nayê min...
Tiştê min fêm kir, moza bapêşê li doram minn vingîn e, lê hîn tam zora min a nebiriye, heta sibe hela ka bê Xwedê çawa dike...
Esas gava meriv nexweş be ne hewceye ku meriv defa hawarê lêxe û haya hemû xwendevanan bigihînê.
Ji ber ku nexweşî ne xemsarî û tembelî ye, ez bawer dikim kurd jî mazereta nexweşiyê qebûl dikin.
Dema meriv nexweş be meriv naxebite, nanivîsîne...
Lê ez bi xwe niknim, dema nebêjim ji bo çi min îşev nenivîsand, rehet nakim, xewa min nayê.
Ev jî exlaqekî min e.
Dibe xwendevan bizanibe ji bo çi min nenivîsiye...
Hîskirina berpirsiyariyeke bi vî rengî bi hinekan dikane pir “ekstrem” û “anormal” were...
Çimkî ez dizanim gelek malperên kurdan hene ji nijişka va tên girtin û bi hefteyan, heta bi mehan ji xwendevanên xwe ra tiştekî nabêjin, tu agahdariyê nadin.
Hin nivîskar bi mehan quncikê xwe nuh nakin û dû ra jî mriv hew dinêre ku wa ye rojekê çend xêz lêxistiye.
Yanî agahdarnekirina xendevanan li ba kurdan esas ne kêmasiyeke pir mezin e, meriv malpera xwe digre digre, nanivîsîne nanivîsîne..
Ma heqê kê heye ku bibêje çi ma û ji bo çi?
Lê bira yê min derî dinyayê û derî kultura kurdan be...
Ez îşev tiştekî nanivîsim(esas va ye ev jî bû nivîs, min ditgot ezê du sê gotinan tenê bibêjim).
Lê wa ye dirêj bû, hema hema bû nisîske “balkêş”.
Neyse, ez bawer dikim hewqas ”naz” û agahdarî bes e….
derbasbuyî be Xalo Zinar.Xwedê sihatê bide te.
SvaraRaderaGelek sipas birayê delal.
SvaraRaderaNexweşiya min weke tava terezê(tava buharê)zû derbas bû, piştî saet 12.00 ez ji tayê derketim û hinekî baş bûm.
Vê sibehê dema ez bi xwe hesiyam, bîstekê min li bedena xwe guhdarî kir, çimkî min hîn baş nizanî bû ku ezê bikanim herim kar ya na, min dît ku nexweşî mexweşî tiştek nemaye.
Ji ber ku min hûn ji nexweşiya xwe "agahdar" kir, lema ez nuha jî we ji başiya/rehetiya(nenexweşiya)xwe agahdar dikim, ez gelkî baş im û nuha li kar im.
Esas ev îş hinekî jî bi daxwaziya meriv ve girêdayîye, gava meriv nexwaze nexweş be, meriv zû tê ser xwe, meriv nexweş namîne...
Temiya min li we, hûn jî weke min bikin û nexweş nemînin…
Mamo xwuda shifaya xêrê bide te
SvaraRadera