14 februari 2010

Nav û rastî

Baş xerab, kût û ji hin derên xwe seqet be jî tê gotin ku li Tirkiyê demokrasiyeke temsîlî heye.
Bi kêmasî navê rejîma Tirkiyê ne monarşî ya jî olîgarşî ”Komara Tirkiyê ye.”
Milet bi riya hilbijartinan nûnerên xwe hildibijêre û dişîne meclîsê û ev nûnerên milet jî li ser navê milet dewletê û welêt îdare dikin.
Dema nûnerên hatine hilbijartin û partiya li ser hukum welêt baş îdare nekin, xizmeteke baş pêşkêşî milet nekin, di hilbijartineke din da milet raya xwe nade wê partiyê û ew partî ji ser hukum dikeve, îcar partiyeke din ya jî hin partiyên din tên ser hukum.
Yanî li Tirkiyê dema milet ji partiyekê ne razî be îmkan û mecel heye ku wê partiyê di hilbijartinan da bi rayên xwe ji ser hum da bixe û partiyeke din bîne ser desthilatê, îdare û birêvebirina dewlet û welêt bide destê hinên din.
Lê wek tê zanîn li Tirkiyê desthilat yanî îqtîdar ne di destê siwîlan tenê da ye, artêş jî şirîkê desthilatê ye.
Û heta meriv dikane bibêje ku heta nuha xwediyên desthilata rastîn tenê leşker bûn, meclîs û hukûmetên siwîl sûs û formalîte bûn, ji bo xapandina derve bû.
Cara pêşî di dema Ozal da û bi rengekî cidî jî di îqtîdara AKP-ê da ji bo kêmkirina desthilata leşekeran hewildan tê kirin.
Wek me got, dema milet ji îqtîdara partiyekê ne razî be bi dengê xwe dikane wê partiyê ji ser hukum da bixîne û partiyeke din bîne ser hukum.
Lê milet bi dengê xwe wek ku ji siwîlan distîne, nikane desthilatê ji leşkeran jî bistîne û wan jî ji ser hukum dûrxe.
Li Tirkiyê desthilata leşkeran ebedî ye.
Ji roja Komara Tirkiyê ava bûye û virdaye kîjan partî qezenc bike û were ser hukum jî ji bo leşkeran ferq nake, ew hertim şirîk û xwediyê îqtîdara rastîn in, tu kes nikane hukum ji dest wan derxe.
Rayên milet tenê ji bo siwîlan pere dike, ji bo leşkeran pere nake. Milet bixwaze nexwaze jî leşker tim li ser hukim in.
Leşker darbeyê jî bikin, serokwezîran jî bidarde kin, însanan bikujin, bibin çete, sextekariyê, diziyê, qetlê û her babet nerindî û xerabiyê jî bi milet bikin lê dîsa jî li ser kursiya xwe ne, ne milet û ne jî hêzeke din nikane dest bide desthilata wan û hukum ji dest wan bigre.
Eynî wek îktîdara padîşahiyê, padîşah heta mirinê li ser hukum e û dema dimre jî kursiya wî weke mîrat ji ewlad û xizmê wî ra dimîne.
Li Tirkiyê jî sîstem eynî ye, serekerkanek dihere yekî din tê.
Li gel ku milet ew hilnebijartine, bi darê zorê bi wezîrên hukûmetê ra rûdinin û biryara îdareya welêt didin.
Ji salên 1950-î û virda ye li Tirkiyê bi dehan partî bûne îktîdar û dûra jî wenda kirine, lê generalên tirk tu carî wenda nakin, weke padîşan ew hertim li ser kursiyên xwe ne.
Şerê nuha di nabêna AKP-ê û artêşê da dom dike şerê parkirina vê desthilatê ye, artêş dixwaze bira hertişt weke berê dom bike û AKP jî vê yekê qebûl nake, ya jî hin tiştan qebûl dike û hin tiştan jî qebûl nake.
Lê artêş naxwaze sîstma berê xera bibe.
Li cîhanê li hin welatan hîn sîstema monarşî weke sembolîk heye, lê qenebe navê wan monarşî/qiralîyet e û herkes vê yekê dizane.
Mesela Swêd yek ji van welatan e.
Ya Tirkiyê jî eynî sîstem e û di ser da jî ne sembolîk e, bi rastî jî serekerkan wek padîşahekî tim li ser hukim e.
Serokerkanek dihere, yekî din tê li dewsa wî rûndine û îcar ew wek padîşahekî hukum digre destê xwe.
Lê navê sîstemê cihê ye û kes nizane ku li Tirkiyê ne demokrasiyek temsîlî, di rastiyê da sîstem padîşahî ye.
Ji bo ku li Tirkiyê ev sîstema dîktator û monarşîk ji kok da were guhertin û leşker ji ser hukum werin bidûrxistin alîkariya ji derve lazim e, AKP û hêzin hundur bi tena serê xwe nikanin zora vê hêza ceberût bibin.
Di virda berendametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê ji tirkan û me kurdan jî şans û îmkaneke pir mezin e.
Heger ne hebûna prosesa Yekîtiya Ewrûpayê bûya, li Tirkiyê leşker îro nediketin vî halî, general nedihatin girtin, AKP-ê ewê newêrêbûya hewqasî bi cesaret hereket bikira.
Dibê em ji bîr nekin ku di vê sekna AKP-ê da rol û tesîra Yekîtiya Ewrûpayê pir mezin e.
Û ji îro pê da jî bêyî piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê ne mimkûn e ku em kurd û tirkên ku li dijî wesayeta leşkerî ne kanibin zora artêşê bibin, demeke din jî hewcedariya me bi alîkariya Yekîtiya Ewrûpayê heye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE