08 februari 2010

Dîroknasê tirkan yê herî "mezin" got DEVE!

Dîroknasê Tirkiyê yê herî mezin û Mudûrê Muzeya Qesra Topkapiyê Prof. Îlber Ortayli di konferansa Meketeba Siyasetê ya MHP-ê da nîşan da ku ew merivekî çuqasî nîjadperest, cahil û vala ye.
Xwedêgiravî Îlber Ortayli, dîroknasê Tirkiyê yê herî mezin û herî medenî ye. Lê diyar dibe ku ”mezinayiya” wî vir e, bêbingeh e û hemû reqlam û propagandeya tirkan e.
Ortayli di axaftina xwe da li ser ”wesfê” miletê tirk tiştên wisa gotiye ku zarokên heft salî jî ewê pê bikene.
Ortayli wek dîroknas di vê sedsalê da bêyî fedî û ar milîtarîzim û darbeyên leşkerî parastiye û gotiye, ”ne mimkûn e ku artêş di siyasetê negere, di şertên ku siyaseta siwîl nikanibe xwe bi pêş xe darbeyên leşlerî mecbûrî ye.”
Tu dibêjî qey generalên tirk ji diya xwe jîr û biaqil dibin, hemû ji bo îdareya dewletê û welêt dên dinyayê.
Û siyasetmedar jî giş ehmeq tên dinyayê, tu wesfekî wan yê îdarekirina welatekî tuneye, ev wesf tenê bi generalên tirik ra heye.
Li Tirkiyê sebebê pêşdaneçûna ”siyaseta siwîl” û demokrasiyê ne ji ber ehmeqiya siwîlan e, ji ber çavsorî û midaxeleya leşkeran e.
Leşker xwe xwediyê dewletê û Tirkiyê dibînin û loma jî nahêlin siwîl bi tena serê xwe Tirkiyê îdare bikin.
Îlber Ortayli, ji dêlî ku wek dîroknas li dijî midaxeleyên leşkeran derkeve, demagojiyê dike û meselê bi xeşîmiya siwîlan ve girê dide.
Û merivekî wiha jî xwedêgiravî dîroknasê tirkan yê herî mezin e….
Ortayli di axaftina xwe da nîjadperestiya MHP-ê parastiye û bi vê yekê jî ruyê xwe yê paşverû û faşîst baş nîşan daye, gotiye,
”Neteweperestî, hezkirina civata tu mensûbî û di nava da jî ye. Di van salên dawî da li Tirkiyê hestên fedîkirina ji miletê xwe, hestên antîmilîtarîst û dijminê leşkeran tê pîjkirin.”
Wek tê dîtin Ortayli pir vekirî, nîjadperestiya tirk û milîtarîzmê diparêze û li Tirkiyê çend dengên demokrat û li dijî leşkeran jî neheq û şaş dibîne.
Tiştê herî komîk ew e ku Ortayli wesayeta leşkeran ya li ser siyasetê û darbeyên leşkerî bi wesfê miletê tirk ve girê dide, dibêje:
”Wesfê tirkan yê yekem miletekî leşker e”, qey loma jî tirk midaxele û serdestiya leşkeran qebûl dikin…
Yanî Ortayli midaxeleyên leşkerî bi ”genetîka” tirkan ve girêdide, li gor teoriya wî her tirk weke leşker tê dinyayê, meriv çi bike jî ne mimkûn e ku tirk bibin miletekî medenî.
Tirk miletekî leşker e û ancax ji disîplîn, emir, ferman û otorîteya leşkerî fêm dike, azadî, serbestî û demokrasî ne wesfê wan e.
Ortayli ji hin dengên li dijî midaxelaya artêşê ya siyasetê jî nerehet e û vê yekê bi pîjkirina ewrûpyan ve girêdide, dibêje:
” Li vir meriv nikane bibêje ku tiliya Ewrûpaya ku ne xwediyê van wesfan e(wesfên leşkerî, milîtarîst) tuneye. Ji mîlîtarîstbûna civata tirk dikane çi zirara Belçîkayê, Îswîçreyê hebe? Ewrûpaya wesfên xwe yên leşkerî wenda kriye, dixwaze ev wesfê li ba me heye ew jî wenda bibe.
Heger hunerê risim li Fransayêî miribe, Fransa dixwaze ev huner li dinyayê jî bimre, heger mîmarî li Îtalyayê miribe, îtalî ewê bixwazin mîmarî li hemû cîhanî jî bimre.Tu qewmek naxwaze wesfê ku wî wenda kiriye di qewmekî din da dom bike.
Însan ji sinetê leşkerî yê tirk, ji taybetiya civata tirk ya leşkerî nerehet dibin, lê em çi bikin, ev wesfê tirkan yê herî girîng e.
Li ba me hunerê risim, heykel tuneye, bi muzîkê ra mijûlbûn tuneye, fîlozof tuneye, lê hunera me ya nemir, wesfê me leşkerî ye.”
Rebeno dibîne ku bi rastî jî tu marîfet, huner û keşfeke tirkan kirbe û ew jî kanibe pê serbilind bibe tuneye, loma jî milîtarîzmê diparêze, tirkan dike miletekî "leşker".

Îcar ez nizanim vî ”miletê leşker” ka heta nuha çi kiriye?
Tirkiye xwediyê milyonek hêzên çekdar e, lê li gel vê jî ev 26 sal in ku nikane bi çend hezar gerîlayên kurd ra derkeve serî.
Di şerê Cîhanê yê yekem da ewrûpiyan qûş li we qetand, berî wê rûsa û gelên balkan hewetinê hûn tarûmar kirin.
Lê yekî hebekî zane û xwedî aqil dizane ku ferdên miletekî leşker ji diya xwe nabe, şerkirin, kuştin ne qerekter û xusûsiyeteke genetîk e.
Dema hewce dibe heywan jî, însan jî xwe diparêze û şer dike.
Ewrûpiyan îro jî wesfê xwe yê leşkerî wenda nekirine, heger sibe di nabêna Tirkiyê û welatekî Ewrûpa, em bibêjin Fransa, Îtalya, Englistanê da şerek derkeve hûnê ancax kanibin çend rojan li ber xwe bidin, tiştê hat serê Saddam ewê were serê miletê te yê "leşker jî."
Îro îdî ne dema şûr û mertalan e, zanîn û teknîka kê xurt be ew biserdikve. Numûneya herî berbiçav Îsraîl e, 22 dewletên ereban hene û nufûsa wan jî 20 qatî li ya Îsraîl e, lê dîsa jî nikanin bi Îsraîl. Di hemû teşebusên xwe da têk çûne.
Yanî tu mile ji yê din bêtir ne ”şerkar” e, hemû girêdayî zanîn, tecrûbe, îmkan û teknîkê ye.
Ewrûpî ne tenê di ilim, sinet, muzîk û mîmariyê da, di hunerê leşkerî da jî ji we pêşdatir in.
Sifra hazir li ortê ye, ka bibêjin çi yê we heye?
Hûn ne tenê di risim, muzîk, mîmarî û her şikil ilim da paşda ne, di zanînîn û keşfên leşkerî da jî hûn sifir in, heta bigihîje çek û çebilxaneyên we, helîkopterên generalên we lê siwar dibin, tank, top axir her tişytê we ji derve ye, malên xelk ne.
Îcar hûn li ku miletê leşker li ku?
Ev gotinên Ortayli nîşan dide ku ew merivekî çuqasî vala, nezan û prîmîtîv e, bi qasî zarokekî sinifa sisiyan jî ne zana ye.
Îcar gava dîroknasê miletekî yê herî bi nav û deng wiha vala be, wey li halê wî miletî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE