Di rojnameya Tarafê da Neşe Duzel, bi xwediyê şîrketa lêkolînê A&G Alî Gur ra li ser anketa wan ya dawî hevpeyvînek kiriye.
Alî Gur dibêje, di pêvajoya rêvekirina li ber mesela kurd da wan pênc lêkolîn kirin.
Netîceya ji lêkolînan derketiye: "kurd û tirk tu carî bi hev nakevin, şer nakin."Tu tiştekî tirkan ne weke xelkê ye, di hertiştê wan da miheqeq kêmasiyek, derewek û sextekariyek heye.
Ne alimên wan alim in û ne jî lêkolînên wan lêkolîn in.
Lê bi taybetî jî dema mijar li ser kurd û Kurdistanê be.
Dema mijar dibe kurd û Kuristan êdî pir zahmet e ku meriv derew û rastiyê ji hev bigerîne, dibe weke porê dînan, li hev digere.
Alî Gur efendî xwedêgiravî merivekî lêkolîner e û ji bo ku rastî derkeve ortê anketek çêkirye, lê bi îhtîmaleke mezin netîceyên anketê rast nabêje, heta belovacî dike û li ser netîceyên anketê jî derwan li hev tîne.
Mesela dibêje ku netîceya ankêtê nîşan da ku ”kurd û tirk tu carî bi hev nakevin, şer nakin”Baş ev şerê ku 26 sal in berdewam e çi quzulqurt e?
Di van 26 salan da ji kurd û tirkan li dora 40-50 hezar înssanî hetine kuştin, bi hezaran kurd ji alî çete û qatilên dewletê va hatine revandin û wendakirin.
Li Kurdistanê li dora 3 hezar gundên kurdan hatine şewitandin, 3-4 milyon kurd bi darê zorê ji erd û avên xwe, ji welatê xwe hatine bidûrxistin.
Bi dehhezaran kurd hatine girtin, îşkenceyên netîdî dîtine, di zindanan da rizyane û bi sedan jî seqet mane.
Li bajarên Rojava tirk heroj êrîşî mal û dikanin kurdan dikin, kurdan li vir û li wir lînc dikin, davêjin ser malên wan bi darê zorê ji bajar û gundên xwe derdixin.
dibêjin em naxwzin bi kurdan ra bijîn...
Ji bo ku kurdek straneke kurdî dibêje ya jî bi di telefonê da bi kurdî dipeyive ji alî girseyên tirk va tê lînckirin û kuştin.
Lê Alî Gurê lêkolîner ji me ra hîn jî dibêje ku ”ankêtê nîşan da ku kurd û tirk bi hev nakevein…”
Diyar e Alî Gur, ji bihevketinê qey jenosîdî, qetlîameke weke ya ermeniyan fêm dike.
Kurr dema miletek, tehamulî ziman, muzîk û hebûna miletekî din neke ev bihevketin û şerekî mezin e, ji viya mezintir dijminatî û bihevketin nabe.
Lê sebebê nebûna qetlîamên mezin jî ne ku herdu milet ji hev hez dikin, na, şertên der û hundur vê îmkanê nade dewlet û miletê tirk.
Sebaba esasî ev e, ne hezkirina kurd û tirkan ya ji hev e.
Dîsa li gor îdîeya Alî Gur, ji sedî 79-ê kurdan û ji sedî 64-ê DTP-yiyan naxwazin herêmeke otonom ya xwedî meclîs û pûlis naxwazin.
Wey agir bi virên te keve, wê demê ev şerê ku 26 sal in dom dike ji bo çi ye?
Madem ji sedî 70-80-ê kurdan bira serxwebûn û federasyon li wir bimîne, otonomiyê jî naxwzin, wê demê ev librxwedana 30 sal î ji bo çi ye?
Dibê xwediyê anketê ev pirs jî ji kurdan bikira, bigota madem hûn otonomiyê, meclîsê û pûlisên kurd naxwazin, wê demê hûn doza çi li dewletê dikin û ev şerê we ji bo çi ye?
Anketên wiha beşekî ji şerê psîkolojîk e, dewlet ne bi teror û çekan tenê, bi ”anketên” wiha jî li hemberî kurdan şerekî psîkolojîk dimeşîne.
Vî aliyê meselê dibê meriv tu carî ji bîr neke.
Alî Gur dibêje, bi ankêtê derketiye ortê ku ji sedî 87-ê teviya tecivatê û ji sedî 64-ê kurdan li dijî efûyeke ji bo Ocalan e.
Lê ji sedî 76, 5-ê DTP-yiyan ji efûya ji bo Ocalan ra dibêjin erê.
Hejmara/prosenta civata tirk rast e, heta dibê hîn jî zêde be, nêzî sedîsed be.
Û tirk ne ji bo Ocalan tenê, ji bo hemû kurdan wiha difikirin, heger ji destê tirkan bê, ewê hemû kurdan, bi mezin û çûkan ve, bi baş û xeraban ve komî ser hev bike û bi carê da bikuje, ku ew jî ne mimkûn be hemû kurdan têxe zindaneke pir mezin û bi vî şiklî ji wan û daxwazên wan xelas bibe.
Lê îdîa ku ji sedî 64-ê kurdan jî li dijî berdana Ocalan e ne rast e, derewke bi boçik e.
Kesên ne hevalên PKK-ê ne û raya xwe nedane DTP-ê nayê wê maneyê ku dixwazin dewlet Ocalan bikuje.
Ji bo ku meriv bixwaze însanek heta dawiya jiyana xwe di zindanê da bimîne dibê meriv pir zalim û bêmerhemet be.
Bi vê îdîayê Alî Gur dixwaze nîşan bide ku tenê PKK û BDP-yî berdana Ocalan diparêzin, lê ji sedî nêzî 70-ê kurdan li dij in, dixwazin Ocalan di zindanê da birize, bimre.
Ev ne rast e, kurdên ji Ocalan heznekin jî wiha nafikirin û nabêjin.
Dîtin û şêleke pir nemirovî ye ku meriv bixwaze dijmin kurdekî, mixalifekî ji qewmê meriv di zindanê da birizîne, bikuje.
Çapemeniya kurd li hember belovacîkirinên wiha dibê pir şiyar û bi dîqet be û netîceyên anketên wiha weke ya anketên rastîn dibê neweşînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar