Li gor çîrokekê, dibêjin di wext û zemanên berê da weliyekê Xwedê û jina wî hebûne. Herduyan bi hev ra jiyaneke pir xweş û aram borandiye.
Weliyê Xwedê rojekê xewneke pir balkêş dibîne. Di xewnê da jê ra tê gotin ku:
”Di demeke pir nêz da ewê baraneke zêde bibara, ewê aşît rabe, her der ewê di bin ava baranê da bimîne. Kesên ku ji kaniya ava baranê tevê bûye avê vexwin ewê tavilê dîn bibin.”Roja din mêrik xewna xwe ji jina xwe ra dibêje. Bi hev dişêwirin, dibêjin em çi bikin, çi nekin? Dibêjin ya baş ew e ku berî baranê em hemû fera û folên xwe tije av bikin, ji bo ku em ava baranê venexwin û dîn nebin.
Û radibin wisa jî dikin, hemû fera û folên malê tije ava paqij dikin û tenê ji wê avê vedixwin.
Piştî çend rojan, bi rastî jî baraneke bi zirp dest pê dike, dibare û dibare, her der di bin avê da dimîne, kaniya gund jî tije ava baranê dibe.
Haya gundiyan ji meselê tuneye, kî ava kaniyê vedixwe hiş berdide, dîn dibe.
Di demeke kin da bêyî weliyê Xwedê û jina wî her kes dîn dibe, di gund da kesekî biaqil namîne, her kes dibe rentele û zirdîn.
Lê ji ber ku hemû gundî dîn bûne, loma jî haya wan ji dînîtiya wan tunye, ji ber vê yekê jî ew, xwe biaqil û kesên ne weke xwe jî dîn dihesibînin.
Wisa dibe ku li gund, weliyê Xwedê û jina wî êdî ji alî gundiyan ve dîn tên hesêbandin.
Her çiqas di rastiyê da li gund yên biaqil tenê weliyê Xwedê û jina wî be jî, lê ji ber ku piranî di destê dînan da ye, lema jî dîn, bi çavên dînan li wan dinêrin û miamela dînan bi wan ra dikin.
Ev şêl û tevgera dînan jiyana wan zahmet dike.
Ji ber ku di nava dînan da ne, biaqilya wan li serê wan dibe bela, dîn, ji wan ra dibêjin ”vana dîn in., weke dînan dipeyivin...”
Weliyê Xwedî û jina wî dereke ku pê da biçin jî tunye, mecbûr in di nava dînan da û bi dînan ra bijîn û tehamulî paşgotiniyên wan bikin.
Ji ber ku dizanin ew biqail in, di serî da zêde guh nadin gotinên dînan, dibêjin tişt nabe, dîn in, dibê meriv kêmaqilî û dînîtiyên wan fêm bike.
Lê her ku diçe zixta dînan zêde dibe.
Dibêjin emê hinekî din jî tehamul bikin.
Ava wan jî pir e, ji xwe ra dibêjin, demeke din jî, heta ava kaniyê baş zelal dibe emê debar bikin.
Lê der û dor, dînên gund wan rehet nahêlin, henekên xwe bi wan dikin, her kes bi çavê dînan li wan dinêre, li pişt wan dibêjin vana dîn in, tiştên maqûl û rast nabêjin û gelek nav û nîçokên din bi wan va dikin.
Weliyê Xwedê dibîne ku jiyan êdî nayê kişandin, dibê çareyekê bibîne. Rojekê radibe ban xanima xwe dike û jê ra dibêje:
”Xanim, ez û tu dizanin ku em ne dîn in, em biaqil in, kesên ji me ra dibêjin dîn, esas ew dîn in. Lê ev rastî pere nake, çimkî dîn di piraniyê da ne, em çuqasî biaqil bin û tiştên biaqil bibêjin jî feyde nake, nakeve serê dînan.
Lê li alî din jiyan jî êdî bi vî hawî nayê kişandin. Li ber me du rê hene, ya emê heta û heta derdê dînan bikşînin û ji qehra merezarî bibin û yan emê jî ji ava kaniyê vexwin û weke her kesî dîn bibin û ji vî ezabî xelas bibin. Tu çi dibêjî?”
Jinik dibêje:
”Weleh tu rast dibêjî, hema ezê rabim herim satilek av bînin, emê vexwin û emê jî weke her kesî dîn bibin û weselam…”Û rîwayet ew e ku ew jî ji wê ava kaniyê vedixwin û weke hemû gundiyên din dîn û rentele dibin…
Û her cara ku ez çavên xwe li malperên kurdan yên tirkîparêz û tirkîhez digerînim û bi sedan sûretên kurdên bi tirkî nivîsandine dibînim ev çîrok tê bîra min û tu namîne ku ez jî ji "ava kaniyê" vexwim û weke wan dîn bibim…
Û helbet dûra jî weke piraniya kurdan dest bi nivîsandina tirkî bikim…
Xalo,
SvaraRaderaXêr e yaw, wîîî. Ê bash e xalo, gava me bi gotinên qirase ruh-î haleta wan "kunekan" (hasha!) bi bîr dixist, te chima bi cho u kevir u gulle bi ser me da digirt, hi?
Wellahî xalocan, heger tu tishtekî weha bikî tune, ez ê pelula herî bi shewat danîm serê te ellaxîme kîtabîme. Yanî xalo ez te tehdîd dikim haaa.
De tu hele navên wan teresan ji xwarziyê ra bêje, ka xwarziyê te tirrê ji wan berdide yan na. Chawan be ez van rojana nu bume ajanê Shêx Lotikxanê u destê min jî gelekî dixure yaho.
Silav
Beranê Meletiyê
Apo,wellahî chîroka te dîsan qirase bu. Ev chîrok rasterast tam halê me kurdan shîrove dike.
SvaraRaderaÊ tabî xalo ez fam nakim ku tu chima dikevî malperên kurdan yên tirkchî? Her weha te gotina "tirkîparêz, tirkîhez" jibo wan zirzopan bi kar haniye u ev navên pir nermik in. Ya wan qeshmeran ji vê jî bêtir e u ew kurdên "tirkîperest" in, yanî bi dîn u îman, dil u rih u mêjiyê bi gu (bibore!) pê va zeliqîne. Ango bune mubteleya xwîna dijminê miletê kurd, dijminê pîs u pespaye!
Wellahî jiber berdoshên weha te dilê hin hevalên kurdîperest u kurdperest ji xwe hisht u ew suh xistin, u dawiyê jî ew chun. Jibo kê xalo yaw, bi xwedê jibo kê? Jibo van xiyarên tirkîperest u tirkperest?
De dirêj nekim, yan na ez ê jî bi hêdîka rabim tapanan haaa.
Silav u hurmet
Zarayê Kurdîjen