Şerê di nabêna leşker û hukûmeta AKP-ê da bi şiklekî bênabên û pir întensîf îro jî dom kir.
Trafîka di nabêna serokerkan Îlker Başbûg, serokwezîr Erdogan û serokkomar Abdullah Gul da îro jî betal nebû, bi çûn û hatinê malneketan bîn li hev çikandin.
Hemû şer û teşxele li ser biryara meclîsê ya pêr e.
Pêr derengê şevê, meclîsê bi biryarekê rê li ber dadgehkirina leşkeran ya siwîl vekir.
Yanî ji nuha û pêva dema leşker teşebusî darbeyeke leşkerî bikin, ji bo vê armancê rêxistinan deynin, ewê ne ji alî dadgehên leşkerî, ji alî dadgehên siwîl va werin dadgehkirin.
Leşker li dijî vê biryara meclîsê ne û dixwazin hukûmet vê biryarê paşda bigre, yanî serokkomar Gul wê ”veto” bike.
A ev sê roj in leşker û hukûmet li ser vê biryara meclîsê û girtina mîralay Dûrsûn Çîçek hevûdu dibin û tînin.
Di mesela Dûrsûn Çîçek da hukûmetê do daxwaza leşkeran bicî anî û mîralayê(Dûrsûn Çîçek)ku îmzeya wî li bin plana xistina hukûmeta AKP-ê bû berdan.
Di vir da leşkeran 1-0 qezenc kir.
Lê di mesela birayara meclîsê da hîn li hev nekirine.
Bes wisa xuyaye ku hukûmetê di vî warî da jî ewê daxwaza leşkeran bicî bîne û biryarê paşda bişîne meclîsê û dûra jî biguherîne.
Yanî ji nuha da meriv dikane bibêje ku leşker 2-0 li pêş in.
Ji bo ku formula guherandinê bibînin, îro Erdogan, alîkarê wî Cemîl Çîçek û wezîrê edaletê Sadullah Ergîn ”zîrweyeke biçûk” çêkirin.
Piştî vê civînê, Erdogan îcar berê xwe da Qesra Çankayayê, çû ba Abdullah Gul û bi wî ra jî li dora saetekê peyivî.
Tiştê xuyaye artêş bi tu hawî qebûl nake ku dadgehên siwîl wan mahkime bike.
Pir eşkereye mêrikan naxwazin kes bikanibe hesabê sûcê ku ew dikin ji wan bipirse.
Ev yek pir vekirî ye.
Lê biryar carê ji meclîsê derbas bûye.
Loma jî ji bo guherandinê dibê riyekê bibînin.
Riya guherandinê jî Abdullah Gul e, bi riya Abdullah Gul, ewê biryarê bidin wetokiririn û hukûmetê jî ev yek qebûl kiriye.
Li Tirkiyê edalet tuneye, lê ”wezîr û Wezareta Edaletê” heye. Esas dibê vê wezaretê lewx bikin, çimkî edalet jî, huqûq jî hemû bi serê sunguya leşkeran ve ye, ew çi bixwazin huqûq mecbûr e xwe li gor emrê wan eyar bike.
Mêrikan dema dilê wan dixwwaze ji bo ku dest bidin ser hukum rêxistinên îllegal çêdikin, terorê dimeşînin, însan dikujin û didin kuştin, leşkerên xwe dikujin û dixin hustuyê kurdan, lê dibêjin gerek kes me mahkime jî neke, kes hesabê van sûcan ji me nepirse.
Çima?
Ji ber ku tivinga wan heye, ji ber ku çekdar in û loma jî dibê kes hesab ji wan nepirse.
Çiye çiye, efendim dadgehên leşkerî hene…
Kuro dadgehên leşkerî carê emir qûlî ne, ev yek û ya din jî bi pranî ew bixwe jî di nava van çeteyan da ne.
De îcar çete qey ewê rabin xwe mahkime bikin?
Leşkeran rêxistina Eregenekonê danîne, mêrikan xwestine darbeyeke leşkerî bikin, bi sedan sûcên bêqanûnî kirine, xwstine serokwezîr û gelek kesên din bikujin, însan kuştine û dane kuştin.
Û di vî warî da jî bi hezaran delîl û belge ketine destê dozgeran.
Baş e heta nuha dadgehên leşkerî di vî warî da çi kirine, kîjan general ceza kirine?
Ne yek jî.
Bi vacayî hemû jî bêsûc hatine dîtin û hatine berdane.
Ez nizanim çima navê Tirkiyê, ”Komara Tirkiyê” ye?
Ya rast dibê navê Tirkiyê ”Komara Leşkeran” be. Ji ber ku bi rastî jî kes nikane destê xwe bide leşkeran, Tirkiye buhuşta wan e…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar