Weke dihat payin wezîrê hundur yê Tirkiyê Beşîr Atalay, îro di heqê ”pakêta kurd” da di civîneke çapemeniyê da hin agahiyên balkêş da.
Lê Atalay, ji naveroka pakêtê bêtir, li ser usûl û medota, rê û rêbaza ku hukûmetê daye ber xwe rawestiya.
Atalay got, ”naveroka pêkêtê” ewê ji alî serokwezîr Recep Tayip Erdogan ve were eşkerekirin.
Herçiqas Atalay, li ser navaroka ”pakêtê” tiştek negot, lê li gel vê jî bi ya min tiştên gotin gelkî cidî û gelkî jî girîng bûn.
Min bixwe hewqasî hêvî nedikir.
Atalay got, ”ev gelş dibê êdî were helkirin. Me ji bo vê, gavên jixwebawer, bi ezm û cesûr avêtin û emê dom bikin bavêjin.”Di derbarê qonaxa xabatên hukûmetê yên di vî warî da jî Atalay got, ”xebatên hatine destpêkirin hîn negihîştine netîceyekê.”Ji bo çareserkirina meselê di derbarê atfosmera mewecûd da jî Atalay, pir optîmîst peyivî û got:
“Ji bo qedandina mesela terorê û destpêkirina mutabaqata civakî ji serokkomar bigre heta bi serokwezîr, ji nivîskaran bigre heta bi hemwelatiyan, bi hemû derûdoran ra tiştên baş tên kirin.”Atalay got, ji bo çareserkirina meselê, xebata wan bi rengekî berfireh berdewam e û wan ji hemû dezgehên eleqedar alîkarî xwestiye.
“Me ji hemû wezaretan û ji saziyên civakî dîtinên wan xwestiye. Me bi wan ra civîn çêkir, alîkarî xwest. Vana tên. Em li ser wan hemûyan radiwestin.”
Bêguman ev tiştên Beşîr Atalay dibêje gelkî cidî ne û vê carê bi rastî jî "hêviyekê" dide meriv.
Di axaftina Atalay da tiştekî din yê balkêş jî ew e ku, got, ew hemû xebat, axaftin û lêkolînên li ser vê mesela kurd hatine kirin jî digrin ber çavan û wan jî tetkîk dikin.
Heger bi rastî jî wisa be bêguman ev şêleke pir baş e, ji ber ku mesela kurd mesela miletekî ye, herçiqas hêzek, partiyek gelkî xurt be jî lê ev nayê wê maneyê ku dibê tenê dîtin û fikrên wan werin girtin, bi qasî yên wan, dibê dîtin û pêşniyarên hemû derûdorên siyasî û ronakbîran jî were girtin.
Atalay got, ew hewil didin ku herkesî beşdarî vê xebatê bikin û ji bo vê jî, “ ji hemû partiyan ewê alîkarî û piştgirî were xwestin. Hevdîtin ewê werin pêkanîn. Dezgehên siwîl di serî da, dîtinên rêxistinên meslekî û nivîskaran jî ewê were girtin.”
Vana soz û wadên pir cidî û pir baş in û ji bo çareseriyê jî hêviyekê dide meriv. Dema hukûmet di destpêkê da xwe ji hişkayî û bozbilindiyê kef bike, nebêje “em hertiştî ji herkesî baştir dizanin” û hewcedariya me bi aqil û pêşniyara kesî tuneye, tiştekî pir baş e.
Li ser şikil û metodê çareseriyê jî Atalay got:
“Nêta ma tuneye ku em metodên hin welatan li wealtê xwe bikar bînin, jixwe tiştekî wiah ne mimkûn e jî. Em hewil didin ku metodeke mexsûsî xwe, li gor welatê xwe, modela xwe bicî bînin. Piştî van xebatan, em dixebitin ku modeleke kanibe ji cîhanê ra jî bibe nimûne biafirînin.”
Maneya van gotinan ewe ku hukûmet û dewleta kûr îcar birastî dixwazin "hin gavên cidî" bavêjin.
Di derbarê medyayê da jî Atalay wiha got:
“Di pêşerojê da emê bi nûnrên medyayê ra jî hevdîtinan pêk bînin. Hemû tiştên hatine nivîsîn, mewzûyên hatine şirovekirin em taqîb dikin. Kitêb, meqale û lêkolînên li ser vê meselê heta nuha hatine kirin hemû di arşîwa me da ne û em hemûyan dinirxînin.”
Xwedê bike van tiştên Atalay dibêje hemû rast bin û bi rastî jî wisa bikin. Heger hekûmet metodeke wiha bimeşîne ji bo herdu seriyan jî ewê gelkî baş be û weke serokkomar Gul gotibû, bi rastî jî di rojên pêş da ewê tiştên baş biqewimin.
Lê di vir da bêguman tiştê herî girîng şêla Ocalan, PKK û em bibêjin heta dereceyekê ya DTP-ê ye, dibê ew xwediyê şêleke netewî bin û bazarê danexin dereka çend tawîzên biçûk yên xapandinê.
Perwerdeya bi zimanê kurdî, naskirina nasnameya kurd, qebûlkirina navê Kurdistanê, avabûna rêxistin û partiyên kurd û hin tiştên wiha daxwazên miletê kurd yên esasî ne.
Gelê kurd, ji bo azadî û serxwebûna xwe heta nuha bedelên pir mezin daye, loma jî dibê dibê ev ked bi avêda nere, erzan neyê heder kirin.
Dibê kurd vê firsenda dîrokî û ya dawî baş bikar bînin û erzan ji dest xwe bernedin, ev şansê dawî ye...
Xalo,
SvaraRaderaWellehî heta ku tirk gaveke berbichav neavêjin, ez ti carî nikarim li wan segbavan bawer bikim. Loma jî divêt:
"Perwerdahiya zimanê kurdî u nasnameya mîllî ya kurdan"
di qanuna esasî da wekî ya tirkan shuna xwe bigire.
Pahsê jî divêt tirk zirar u ziyana ku wan heta niha dane miletê kurd bi maddî u manevî telafî bikin. Jibo vê jî divê komîsyonên bêhêl werin avakirin. Ji serhildana Qochgîriyê heta ya Dêrsimê sê mîlyon kurd bi shiklên herî hovane hatin kushtin. Divê kurd hêsabê van komkujiyan derbixin holê u "rojên shîngirtinê" îlan bikin. U van barbariyan qet ji bîr nekin, bila bikin pirtukên dibistanan...
Silavên hêja
Pîran Tîr
Kek Zinar,
SvaraRaderaBi fikra min ev gotina:
"Perwerdeya bi zimanê kurdî, naskirina nasnameya kurd, qebûlkirina navê Kurdistanê, avabûna rêxistin û partiyên kurd û hin tiştên wiha daxwazên miletê kurd yên esasî ne." hinekî ne zelal e.
Wekî hin hevalan him min u him jî birêz kekê delal Pîran Tîr di shîroveya xwe ya li jor aniye zimên:
"Perwerdahiya zimanê kurdî u nasnameya mîllî ya kurdan" hebun u tunebuna kurdan e. Hemî daxwazên din bi van du daxwazên xwezayî va girêdayî ne.
Loma jî "rêxistin u partiyên siyasî ava kirin, navê Kurdistan'ê dan qebulkirin, sonda tirkan dan rakirin, gotinên tirk-î-perest yên ku li herderê Kurdistan'ê hatine nivîsên, azadiya weshanên bi kurdî, dibistanên bi kurdî li Kurdistan'ê u rakirina yên tirkî ..." tenê pelê darê ne, lê ne reh/kok bi xwe ne. Divêt mesela me ji binî va, ango ji rehê/kokê va were chareser kirin.
Wekî ku kek Pîran jî dibêje bila ew mijara jî were lêkolîn:
"Pahsê jî divêt tirk zirar u ziyana ku wan heta niha dane miletê kurd bi maddî u manevî telafî bikin. Jibo vê jî divê komîsyonên bêhêl werin avakirin. Ji serhildana Qochgîriyê heta ya Dêrsimê sê mîlyon kurd bi shiklên herî hovane hatin kushtin. Divê kurd hêsabê van komkujiyan derbixin holê u "rojên shîngirtinê" îlan bikin. U van barbariyan qet ji bîr nekin, bila bikin pirtukên dibistanan..."
Silav
Lawkê Cholemêrgê
Lawkê Colemêrga şîrîn, em eynî tiştî dibêjin, min tiştekî kêmtir negotiye.
SvaraRaderaJi bo ku dirêj nekim, min kin got, dîtinên min yên di vî warî da dibê hûn bizanin.
Hedefa min Kurdistaneke serbixwe ye
Xalocan,
SvaraRaderaEz dibêm tirk di nav rewsheke pirr zor da ne. Divêt miletê kurd wekî demên berê cartin bê aqiliyê neke u nerre hawara van zorbe u qetîlan. Li Malazgîrt'ê kurdan rê li ber van segbavan vekir. Bi peymana Qasr-i Shîrîn'ê kurdan destur da osmaniyan u farisan. Di sherê yekem ya cîhanê da kurdan dest bi sherê rizgariyê kir u careke din bun qurbana kêmaqiliya xwe.
DIVÊT EV ÎRO CARTIN DUBARE NEBE!
Shikandina pishta tirkên xwînmij divêt xewn u xeyela miletê kurd be!
Lewra ez jî wekî hevalan dibêjim:
"Perwerdahiya bi zimanê kurdî u nasnameya mîllî ya kurdan"!
U mîna ku birêz Pîran dibê:
"Pashê jî divêt tirk zirar u ziyana ku wan heta niha dane miletê kurd bi maddî u manevî telafî bikin. Jibo vê jî divê komîsyonên bêhêl werin avakirin. Ji serhildana Qochgîriyê heta ya Dêrsimê sê mîlyon kurd bi shiklên herî hovane hatin kushtin. Divê kurd hêsabê van komkujiyan bipirsin u "rojên shîngirtinê" îlan bikin. U van barbariyan qet ji bîr nekin, bila bikin pirtukên dibistanan..."
Silav
Zarayê Kurdîjen