Ji do da ye li Stockholma xopan baranê venekiriye, dinya reş xeniqîye û em weke hefsiyan wer di hundur da ne, nikanin derkevin tenefusê jî.
Ji ber ku li Swêd bi piranî hewa wiha ye, loma jî swêdî dibêjin, “hewa xerab tuneye, tenê kincên xerab hene.”Yanî her hewa li gor wê kincên xwe hene, sar be, berf be, baran be jî ne xema swêdiyan e, mêrikan li gor hewê kincên xwe li xwe dikin û derdikevin derve. Lê em hîn weke wan ne jêhatî ne.
Deme hewa wiha ne xweş be û meriv nikanibe li hewşê ji xwe ra bîstekê rûne bîna meriv teng dibe.
Di rojên wiha da meriv bêtir li telewîzyonê temaşe dike, min jî îro wisa kir, xwe baş da ber telewîzyonê.
Ev cara pêşî ye ku di kanala TRT6-ê da ez li programa Aydin Aydin Çepik temaşe dikim.
Heta nuha min tu carî bi temamî li programa wî temaşe nekiriye. Ji ber ku programeke bêmistewa ye. Û Aydin bi xwe jî di programê da zêde şelafî û cilqiyan dike û li ciyê rehetiyê pir dike qîjewîj.
Loma jî ez qet li programa wî temaşe nakim.
Îro, gava min dît ku Muhsîn Kizilkaya li kêleka wî(Aydin) rûniştiye, min xwest bîstekê guh bidim programê.
Lê piştra ez û xanim em bi kursyê va zeliqîn û ji ber telewîzyonê ranebûn.
Ne ku Aydin Aydin guherî bû û îro baş bûbû.
Na, ji ber ku programa îro bi minasebeta şeva Culemêrgê bû. Ev cara pêşî bû ku programek bi her hawayê xwe bîna kurdbûnê jê difûriya.
Grûbeke govendê ya gelêrî, ya ku bi însanên xwe û bi cil û bergên xwe bi rastî jî gelêrî û otantîk bû ji Culemêrgê anîbûn.
Govendgir ne govendgirên ”profesyonel” bûn, ya gundî ya jî govendirên ji xelkê bûn, loma jî fîgur, meqam, rîtm û cil û berg û stranên digotin hemû jî orjînal û otantîk bûn û meriv heyran bû lê temaşe bikira.
Bi axaftin, lîstik, stran û kincên xwe nîşan didan ku ew ferdên miletekî din in, ji dûr û nêz va tu têkilya wan bi tirkiyê û tirkan ra tuneye.
Bêyî vê grûba govendê, du keçên geverî jî anîbûn. Van herdu keçan jî him bi stranên xwe û him jî bi kurdiya xwe ya şîrîn weke kurd serê min bilind û dilê min gelkî geş kirin.
Kinc û sergirêdana yekê gelkî bedew bû, min dixwest tabloyeke jineke kurda ya wisa li mala min bidarda bûya.
Dîtin û temaşekirina dîmenên wiha ez wisa bawer dikim ku ewê hestên kurdewariyê bi kurdan ra xurttir bike.
Pir baş e ku kurd bibînin bi tu tiştekî xwe ew naşibin tirkan.
Dema meriv li kesên ji herêma Meraşê, Bîngolê, Belîsê, Xarpêtê, Sêwasê, Erzînganê, Meletyê, Semsûrê û heta yê Ruhayê guhdarî dike meriv dibîne ku asîmîlasyonê çi felaket aniye serê miletê kurd.
Li van herêmên ku min li jor navên wan rêzkirin dewletê di warê ziman, muzîk, folklor û cil û bergan da tişteke di kurdan da nehîştiye.
Hemû cihêtî û taybetiyên kurdan yên netewî xeritandine, qalikekî vala, civateke sosiret hîştine.
Lê herêma Culemêrgê di warê cil û berg, ziman, kultur û folklorê da hîn jî weke kelake kurda ye, dijmin hin derb li vê kelayê jî xistibe lê weke herêmên din ev kela hîn terk lê neketiye, hîn nehedimîye, hîn jî kela û menbea kurdewariyê ye.
Ez hêvî dikim ku ji nuha û pê va jî welatê Mîrê Botan û warê Binevşa Narîn û Cembeliyê Mîrê Hekarî ji kurdayetiya xwe tiştekî kêm û wenda neke.
XXXX
Di rojnameya Mîllîyetê da Prof Celal Şengor, bi Devrîm Sevîmayê ra hevpeyvîneke balkêş kiriye, li ser înkarkirina kurdan çend peyvên di cî da gotiye.
Prof. Celal Şengor, di hevpeyvîna xwe da li ser durreyên tirk, yanî li ser donmeyên tirk jî rawestiyaye û gotiye ku, ”Ji sedî nodê(90)Tirkiyê ji alî etnîkî va(yanî bi eslê xwe, bi koka xwe) ne tirk e. Em hemû donm e(durre) ne. Lê tu pir mêr î bibêje.”Vê rastiyê êdî herkes dizane ezbenî...
Û ji xwe gelş jî ji vir dest pê dike.
Li Tirkiyê tenê kurd eslê xwe înkar nakin, dibêjin em kurd in, bi kurdayetiya xwe serbilind in û doza mafê xwe yê netewî dikin.
Lê hemû donmeyên/durreyên din, yên ji Balkan û ji Kafkasan li gel ku dizanin ew ne tirk in, ya gurcî ne, çerkez in, çeçen in, laz in, arnawit in û bosnî ne, ereb in jî eslên xwe înkar dikin û dev ji tirkîtiyê bernadin.
Di ser da jî dema kurd eslê wan bi bîra wan dixînin mêrikan xwe aciz dikin, dibêjin eslê me bi bîra men nexin, em dixwazin bibin tirk.
Û dixwazin em kurd jî weke wan eslê xwe înkar bikin û bibin tirk.
Yanî şerê kurdan îro ji tirkan bêtir, bi van donmeyan/durreyan ra ye.
Lê li gel vê jî pir baş e ku alimekî ji van durreyan bi xwe vê rastiyê qebûl dike û dibêje ji sedî 90 tirkiyê ne tirk e...
Dest xweş camêr Z. Xamo te pir baş aniye zimên ku li Tirkiyê 70 milet koka xwe inkar dike û tenê Kurd miletekî asîl asla xwe înkar neke û bi fedakarane li ber xwe dide. Ji avabûna komara tirk heya niha bi sed hezaran şehidên me ji bo doza xwe ya bimbarek jiyana xwe feda kirine. Bila li vir yên ku li miletê me lanet tînin van tiştan jî bibînin.
SvaraRaderaMuhsin û Kurditi
SvaraRaderaNıha Zınar qey tu MUHSİN naznakimerıvê kêye belli ninehevalê we DDKD ya bû paş 12 ilonê çû jı dewletçiyan re şiir û stranan xwend, bu hevlıngê M.Uzunew M.Uzun Jı bo pera bıhev ketın. Nıha ji şirketek karawan daniye jı xwe re lı ser navê kurda pera qezenc dıke.