11 april 2009

Tu kesê dewsa wî neyê dagirtin tuneye

Bêguman her însan li gor xwe bêemsal e, pir hindik miheqeq hin taybetiyên her însanî yên xas hene.
Ev yek, ji yê herî dîn bigre, heta bi yê herî biaqil wiha ye.
Li vê cîhanê teqrîben 31.000 masiyên binavkirî hene, lê yek jî tam naşibe yekî din.
Însan jî weke masiyan e, miheqeq hin taybetiyên wan yên xas hene kul i ba kesên din tunene.
Rojhilata Navîn welatê pêxemberan e, her 25 pêxemberên ku navên wan di Quarana Pîroz da derbas dibin li vê herêmê hatine dinê û li vê herêmê bûne pêxember.
Însanên Rojhilata Navîn pir dilsoz û xwîngerm in, însanan zû mezin dikin, dikin serok û pêxember.
Lê dibê em baş bizanibin ku li vê cîhanê tu însanê ku dewsa wî neyê dagirtin tuneye.
Heger ne wisa bûya dinya nedigihîşt vê merheleyê.
Însanek çuqasî mezin, jêhatî, jîr û xwedî meziyetên baş dibe bila bibe, bi tunebûn û bi mirina wî dinya xera nabe, miletê wî nabe kevir, kevir û agir ji asîmanan da nabare.
Ev dinya wiha ye, însan tê dinyayê, demakê di piyesa jiyanê da bi wezîfe û rolê xwe yê tayinkirî radibe û piştra xatir dixwaze.
Û dûra hin qehreman û lîstikvanên din derdikevin, îcar ew rolê xwe dilîzin û ev îş wiha dom dike.
Yanî rolê piyesa berdewam çiqasî zor û zahmet dibe bila bibe, miheqeq lîstikvananek derdikve rabe û dewsa yê çûyî dadigre.
Fîlozofekî çînî li ser kesên ku xwe bêemsal dibînin teqrîben tiştekî wiha gotiye:
Rojekê gava ku tu pir tirsiya, hinavê te qetiye.
Rojekê gava ku tu gihîştî zîrweya jiyanê ya herî bilind.
Rojekê gava te bawer kir ku tu ji gelekan çêtir î.
Rojekê gava tu gihjîştî wê baweriyê ku piştî te tu kes nikane dewsa te dagire.
Hema tenê wiha bike:
Cerekî(kûzekî) bigre û tije av bike.
Destekî xwe têxe û dûra derxe.
Ew şopa ku destê te di avê da li pey xwe hîşt, pîvana wê yekê ye ku ewê çuqasî li te bigerin û bîriya te bikin.
Dema destê te di avê da ye heta ji te tê bike çelpeçelp, heta tu dikanî di wê cerê biçûk da pêlan jî peyda bikî, lê gava tu yek deqîqeyê jî bisekinî, tu yê bibînî ku av weke berê dîsa sakin e.
Ev ji bo me gişan wiha ye.
Di jiyanê da tu bi çi mijûl dibî bibî, heta ji te tê ji dil û baş bike, lê ji bîr neke ku li vê cîhanê tu kesê ku dewsa wî neyê dagirtin tuneye.
Loma jî dibê “em” xwe pir nerûçikînin û bi serok ra nekevin û ranebin.
Li vê cîhanê tu benderuhê ebedî tuneye, herkes ewê rojekê miheqeq ji nava me koç bike.
Dixwaze bira ev kes pêxember ya jî serokekî pir û pir mezin be, miheqeq ewê bimre, çimkî tu kesê dunêdî tuneye.
Ya girîng hêvî ye, dibê meriv bêhêvî nebe, tu kes û serokê dewsa wî neyê dagirtin tuneye, dîrok şahidê vê yekê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE