04 mars 2009

Tirk çi bikin jî kurd dîsa ji wan hez dikin

Heta nuha bi sedan caran li bajarên Tirkiyê tirkan xwestine mirovên kurd ji bo ku ji bajarekî Kurdistanê ne, ji bo ku kurd in lînc bikin.
Do dîsa bûyereke wiha qewimî, tirkan xwestin kurdekî lînc bikin.
Li gor xeberê, kurdekî ji qeza Batmanê sasonê bi navê Şerafettîn Kiliç, ku şeş meh berê li gundekî Muglayê bi navê Aktepeyê cîwar bûye, ji bo ku gotiye ”ez kurd im” bi sedan însanî xwestine wî lînc bikin.
Pêr êvarî bi îdîeya ku Şerafettîn Kiliç, ”li dewletê, li ala tirk û li Ataturk heqaret kiriye” hin gundîyan li ba cendirman gilî lê kirine û li ser vî giliyên wan, cendirme Kiliç digrin binçavan.
Piştî girtinê li dora 150 kesî li ber qereqolê kom dibin, li dijî kurdan sloganan davêjin û dixwazin wî lînc bikin.
Li gor Kiliç dibêje, li wî gundî çend dostên wî hebûne, 6 meh berê çûye ba wan û li vir bicî bûye.
J ber ku nas û dostên wî tunebûne zêde derneketiye der. Pêr ji bo ku ew û dostekî xwe hevûdu bibînin, li çayxaneyekê wext dane hev. Kiliç diçe wir lê karê dostê wî derdiketiye ew neçûye.
Li çayxaneyê çend kes jê dipirsin, dibêjin ”tu ji ku ye?Ew jî dibêje, ez batmanî me.
Li ser vê, dibêjin, ”ma tu kurd î?”Ew jî dibêje, erê ez kurd im.
Li ser vê bersîva Kiliç, jê ra dibêjin, kurd nikanin li vir bijîn.
Ew jî îtîraz dike. Di nabêna wan da minaqaşe dest pê dike, heqaretên nemayî lê dikin, jê ra xeberan didin.
Kiliç dengê xwe nake, ji mecbûrî çayxaneyê terk dike, dihere mala xwe.
Piştî ew diçe, hinek diçin lê gilî dikin, dibêjin wî "li dewletê, li ala tirk û li Ataturk” heqaret kiriye."
Cendirme diçin wî digrin û dibin qereqolê.
Kiliç li qereqolê abûqatekî dixwaze. Ji baroyê abûqateke bi navê Kadriye jê ra dişînin.
Lê xanima abûqat ji dêlî ku jê ra bibe alîkar, pê da diqehere. Pesnê Eregenekonê dide. Ji kurdan ra gotinên nemayî dibêje.
Jina Kiliç ji qeza Trabzonê Of-ê ye û mihendiz e. Ew jî ji bûyerê gelkî miteesîr bûye û gotiye dema ez çûm ber qereqolê li dora 100-150 kesî kom bûbûn. Ji AKP-ê, MHP-ê, CHP-ê, ji her partiyê însan hebûn. Li dijî kurdan slogan diqîriyan. Digotin ”vira Tirkiye ye, çi bextewariye ku kesê ji xwe ra dibêje ez tirk im” û gelek tiştên din.
Wek tê zanîn ev ne cara pêşî ye bûyerên wiha tên serê kurdan, heta nuha bi sedan carî tirkan êrîş birine ser mirovên kurd û xwestine lînc bikin.
Yanî kurd û him jî hemû kurd, weke navê xwe baş dizanin ku tirk ji miletê kurd, ji însanên kurd nefret dikin, naxwazin kurdan li gund û bajarên xwe bibînin.
Û vê kîn û nefreta xwe jî pir vekirî nîşan didin, dibêjin neyên welatê me, neyên ba me, em ji we heznakin…
Lê destê kurdan ji tirkan nabe, tirk ji wan nefret bike jî ew pir û pir ji wan hez dikin.
Tirk li kurdan xin jî, heqaretên nemayî li wan bikin jî, heroj bixwazin wan lînc bikin jî, dîsa kurd ji bajarên tirkan qut anbin, tirk wan di derî ra bavêjin der, ewê di pacê ra dîsa vegerin ba tirkan.
Zarokekî li şîr çawa ji pêsîrê nabe, kurd jî bi vî rengî ji tirkan nabin.
Tirk, çi weke dewlet û ji jî weke milet, çi zilm û zorê û heqaretê li kurdan bikin jî dilê kurdan tu carî ji tirkan namîne, ji wan naxeyidin.
Kurd xurtên hev in, ji bo sîleyekê bi salan dijminatiya hev dikin, hevûdu dikujin. Lê tirk çi heqaret û zilmê li wan bikin jî dilê wan ji tirkan namîne, pê ra dijminatiyê nakin, dîsa dihere gund û bajarên wan bicî dibe û dixwaze pê ra hevaltiyê bike.
Şerafettîn Kilicê me tu dibêje qey heta nuha li hîvê jiyaye, nizanîbûye ku tirk çi nefretê ji kurdan dikin, 6 meh berê çûye li Muglayê û him jî li gundekî wê bicî bûye.
Xanama wî jî tirk e. Tu dibêjî qey di nava kurdan da jin nemane, mêrik çûye ji OF-ê yeka laz ji xwe ra dîtiye.
Wiha dike, ji ber ku welat û nasname ji bo wî ne mihîm e, bi rehetî dev ji herduyan jî berdide. Lê a bixêr ku tirk qebûl nakin, tu bi heft avan xwe ji kurdîtiyê bişo jî tirk qebûl nakin, piştî ku tu ji Kurdistanê be ferq nake, ew te kurd û dijminê xwe dibîne.
Gelo yekî tirk di rewşa Kilic da bûya di van şertan da ewê welatê xwe terk bikira û bi yeka kurd ra bizewiciya?
Ez bawer nakim.
Hinek dikanin bibêjin kurd ji mecbûrî diçin welatê wan. Bêguman kesên ji mecbûrî çûne hene, lê ne hemû.
Ji mecbûrî dikanin li bajarekî Kurdistanê yê din bicî bibin. Ez bawer nakim ku her kurdê çûye rojava halê wî ji yê welatê wî çêtir e.
Ez bawer dikim gelek kurd dikanin li welatê xwe debara xwe baştir bikin, lê dîsa jî destê wan ji Tirkiyê û ji Stenbol, Îzmîr û Trabzonê nabe.
Dema kurdek li Kurdistanê bizanibe ku yek jê hez nake û dijminatiyê wî dike, ewê neçe nebe cîranê wî, ewê li xaniyekî din bigere.
Lê ji bo tirkan wiha nafikire.
Çimkî hest û şiûrê netewî pê ra kêm e, tirk jê nefretê bike jî ew dîsa jê hez dike.
Û sebebê vê jî rewşenbîr, edîb, û hêzên siyasî ne.
Meriv çi biçîne merivê wiya biçine.
Ji bo terbiye û perwerdeya zarokekî malbat çiqas mihîm be, siyaset û îdeolojiya hêzên siyasî jî ji bo miletan hewqasî mihîm e.
Ma yekî filîstînî halê wî çiqasî xerab be jî dihere xwe davêje dexil û bextê yekî cihû, diçe li gundê wî bicî dibe.
Ya jî eksê wê, yanî yekî cihû çiqasî feqîr û mecbûr be jî naçe li gundekî filîstîniyan bicî nabe. Ewê ji xwe ra li riyeke din bigerin.
Welhasil mesele ne te nê ji ber sedemên aborî ye, hin sedemên ji wê mezintir û kûrtir hene.
Hêzên kurd ji dêlî ku zanîn, hest û şiûra netewî li ba ferdê kurd xurt bikin, wê qels dikin, nahêlin kurd neyarên xwe baş nas bikin û jê qut bibin.

7 kommentarer:

  1. Xalo Zinar,

    Ez ji dil ji bo vê nivîsa te spas dikim. Bila xwedê teela tu xirabiyê neyîne serê te.

    Ez pishtî xwandina nivîsa te hinekî fikirîm u bi vî hawî jî min biryareke dîrokî ji bo xwe girt.

    Aniha ji vê gavê u shunda ez ê di temamê jiyana xwe da ji bo kurdekî/ê li ber xwe nekevim. Ez ê serê xwe pê neyêshînim. Ez ê li pishtî her kirineke hovane, bi dilekî ji gola Wan'ê mezintir bibêjim, yê ku li miletê kurd yê bê esil u rezîl bêtir xirabiyê neke, ew bê bav e, ew kerbavê kerbavan e.

    Herweha ez ê di temamê jiyana xwe da her u her lanetê li siyasetmedar u rewshenbîrên kurdan yên sextekar bînin u bi van lingên xwe yên chend kîloyî pê li bêsherefiya wan bikim.

    Êdî ez îro vê rupela gemar u bêsheref dadigirim, u tufî vî miletî dikim. Ez ê ji bo vî miletê lanetkirî zilikekî jî êdî ji erdê ranekim. Dawiya dawîn kurdan ez jî kirim dijminê kurdan u min. Bila bimire kurdayetî!

    Bi silavên tirkîhezî u tirkperestî

    Bîrjen Jehr

    Not: Ev nivîsa min ya bi celebî ya yekem u ya dawiyê ye.

    SvaraRadera
  2. Roj baş cîran.
    Tu neheqiyê li Şerafettin Kiliç dikî. Ew wî xwe ne bi heftava şuştiye. E wî gotiye ez ji Batmanê me û Kurd im.
    Filistînî jî jibo ku li ba cuhuya kar bikin ne heft bi heftê avî xwe dişon. A xerab te wisa kiriye ku
    ê wek Bîrjen jehr ji nezaniya xwe jehr ji devê xwe dibarînin.
    Slav.
    Cîranê te ê kevn.

    SvaraRadera
  3. Hevalno,

    Bi zanîna min xalê Zinar xwedî maf e. Min bi xwe jî gelek kurd dîtine, ji ber siyaseta kemalîzmê ya Evdo ketibum buhranên ruhî yên pir kur. Di vê rewshê da heta niha jî tu guhartin nehatine chêkirin. Gelek kurdan laneta xwe li wan demên borî anîne u xwe xistina nav jiyaneke ecêb. Gelo ewqas ked, ewqas xwîn, ewqas êsh ji bo kemalîzmê bu, ji bo shexsekî megaloman u narsîst bu?!

    Bi fikra min birêz Bîrjen Jehr jî yek ji wan kesan e ku êdî serî hildide u xatira xwe ji neteweya xwe dixwaze, bi dilekî shewitî... Oxir be cîgerim. Lê tu dîsan jî dev ji zimanê xwe kurdî bernede. DIbe ku rojekê dîsan shunda vegerî.

    Silavên germ

    Qirixê Amedê

    SvaraRadera
  4. Xalê Zinar,
    Ez carekê rastî nasekî berê hatim li ser kolanê. Camêr ji kesekî xerîb yê ku li wir derbaz dibu, pirsa êgir dikir, lê bi tewrekî ecêb. Pashê ez nêzik bum, min lê nihêrî u hinekî bi bishirîn jê pirsî: Ma tu min nas dikî? Yê me zîl u zirne serxwosh e. Li min mêze kir, pishtî chend saniyeyan got: Herê, hêrêêê, tu tu tuuu, yaw min navê te ji bîr kir! Pashê min hin tisht anîn bîra wî u dura jî navê xwe got. Kurdê me ji pishtî ewqas salan chuye serî li balyozxaneya tirkan daye ji bo ku bikaribe hin karên resmî chêbike. Lê camêr ji ber qehra xwe ya chuyînê dilê xwe bi alkolê hênik kiriye. Xwedê dizane, min ew wekî merivekî pir bi aram, sakîn u baqil nas kiribu. Lê di vê rewsha nu da her tisht berevacî vê bu. Chêr u lomeyên ku ji devê wî derdiketin, dilê mirov dishewitandin. Taybetî jî li Apo u Pkk'ê dida ha dida. Wî kesî bi salan wekî kuchik ji bo Pkk'ê xebat kiribu. Ji Mêrdîn'ê bu. Pashê min ew di wî halî da hisht u chum. Va ye chend sal in ku ew buyera ji serê min dernakeve, carna min wilo dipêche u diguvishe, dike ku ez mista xwe li tishtekî bixim.

    Gelo dewleta tirk nizane ku ew bi vegotinên Apo psîkolojiya miletê kurd xera dike? Belê, dizane. Lê Apo, ku evîndarê narsîstî u megalomaniya xwe ye, ji derî pesna xwe dayînê tishtekî din nizane, chima vê dike? Bi fikra min bersiva vê yekê "zir nezanî u ez-perestiya wî ye". Bila xwedê jê bipirse!

    Silav u rêz

    Eliyê dêrikî

    SvaraRadera
  5. Kek Hêja Zinarê Xamo,

    Bêguman sedîsed gotinên te rastî u kambaxiya civata me kurdan dihêne zimên. Mirov dikane mînakên vê xirabiya neteweyî pir-pir zêde bike. Ya rast di nav civata me da kesên kurdîhez, kurdperest u kurdistanperest gelekî kêm in, ango mirov bi tiliyên xwe dikare bihejimêre.

    Ez ji kek Bîrjen tika dikim, bila vê qehra xwe ya bi heq, vê dilshewata xwe ya kurdistanî hinekî din hasht bike. Heya ku mirovên bi her tishtê xwe kurdînî ne li ber xwe nedin, meydan ewê ji sheqelan ra bimîne u ewê rizgariya miletê me jî tenê di chîrokên ecuc-mecucan da derbaz bibe.

    Bi silavên germ

    Chavreshê Sêvas'ê

    SvaraRadera
  6. Wellehî xalê Zinar rast dibê. Em kurd xwelî li ser in u wesselam. Haaa, berî ku ez ji bîr bikim, naxwazim heqê ShêxLotikxanê bixwim. Kurdên herî saxlem u qirase tenê ji bo shorba nîskê di ShêxLotikxanê da belash kar dikin, boyî Kurdistan'a qedîm.

    Bimînin di xweshiya ShêxLotikxanê da

    Mêrdînî

    SvaraRadera
  7. Gelo di vê mijarê da kek Zinar bê heq e? Bi navê xwedê kim ku naaa!

    Bila birayê Bîrjen here Lotikxanê. Chiton be Lotikxane sînor mînorên tirkperest nas nake. Ji bo Kurdistan'ê wekî shêrên shêran sher dike bi keleshofên xwe yên shikestî. Here Lotikxanê kekê mino, hereee.

    Rêz u rêzdarî

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera

PARVE BIKE