Ahmet Turk du roj berê di grûba DTP-ê ya meclîsê da di dawiya axaftina xwe ya tirkî da çend gotin jî bi kurdî gotin.
Vê yekê ruyê Erdogan yê rastîn derxist ortê. Bi axaftina Ahmet Turk diyar bû ku Erdogan û AKP di mesela serbestkirina zimanê kurdî da çiqasî durû û nesamîmî û li pey ”xapandina” kurdan e.
Erdogan do di mitînga Afyonkarahîsarê da kurdîaxfatina Ahmet Turk ya li meclîsê rexne kir û got Ahmet Turk ”şov” dike.
Erdogan di axaftina xwe da DTP jî bi derxistina televliheviyê îtham kir û got, ”ewê tu carî destûrê nedin ku kurdî bibe zimanekî resmî û yê perwerdeyê.”
Ev gotinên Erdogan ji bo kurdan gelkî in. Çimkî li Kurdistanê siyaseteke wisa durû û fêlbaz dimeşînin, fena ku bi rastî jî nêta wan heye ku di pêşerojê da zimanê kurdî bikin zimanê perwerdeyê.
Di mitîng û xebatên xwe yên li Kurdistanê weke partiyeke kurd, ew jî ziman û herfên kurdî bikartînin, bi milet ra bi kurdî dipeyivin, afîş û bandrolên bi kurdî bidarda dikin
Çimkî mêrikan li gor felsefeya tirkan herekt dikin; ”heta ku meriv ji pirê derbas be dibê meriv ji hirçê ra bibêje xalo.”
Ew jî wisa dikin, heta ku karê xwe bi kurdan biqedînin û barê xwe bi firêqetiyê xin dibê li dijî beyivîna bi kurdî dernekevin û heta dema hewce be dibê ew bixwe jî bipeyivin.
Ji ber ku li ba wan siyaset derew û bêehlaqî ye, ji bo ku meriv bigihîje armanca xwe hertişt mybah e.
Lê axaftina Ahmet Turk, Erdogan îfşa kir, çira wî zû tefand. Çalakî û tevgerên wiha cî li tirkan teng dike. Divê kurd di vî warî da bêtir bidin ser pişta AKP-ê.
Erdogan di axaftina xwe da, Ahmet Turk bi gurkirina şer û berberiyê îtham kir û got:
”Tiştekî tim em dibêjin heye. Em ferqiyetên li welatê xwe yê ku dergûşa medeniyetan e bi tirk, kurd, laz, çerkez, gurcî, abaza, boşnax û arnawitan ve, kultur û xusûsiyetên folklorîk tim weke dewlemendiyekê dibînin.
Lê em dizanin ku gava em vana weke unsûrên dewlemendiyekê dibînin, hinek jî hene vê yekê ne weke unsûrên dewlemendiyê, lê weke unsûrên dijayetiyê bikar tînin. Li gel ku hukmê ”di xebatên meclîsê da bêyî tirkî zimanekî din nayê bikaranîn” dizanin jî şov kirin û berberî pîj kirin.”
Erdogan û aqilmendên dewleta tirk wisa bawer dikin ku kurd ê bi weşana TRT-ê û bi gotina Erdogan efendî ”TRT6 bi xêr be” werin serî û bêyî wê êdî tu mafekî din nexwazin. Heger serok û berêvebirin dewleta tirk wisa difikirin hesabê wan ji bin da şaş e.
Û Ahmet Turk jî bi du gotinan nîşan da ku dibê tirk di vî hesabê xwe yê şaş da israr nekin.
Esas tirk baş diznin ku kurd çi dixwazin. Lê bizanetî xwe li xamî û nezaniyê datînin, dixwazin wextê qezenc bikin.
Erdogan di axaftina xwe da li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derketiye û gotiye:
”Dibêjin bira kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Na hevalo tiştekî wisa tuneye. Li tu dera cîhanê tiştekî wisa tuneye…”
Ev ne cara pêşî ye ku Erdogan dibêje ”li tu dera cîhanê tiştekî wisa tuneye”, lê rast nabêje. Bêguman ew jî dizane ku li her welatê demokratîk û medenî qedexeya zimanan tuneye, herkes bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne.
Li gor îdîaya Erdogan, li Tirkiyê kurd û tirk xwediyê eynî mafan e.
Lê ev çawa wekheviye ku zimanê yekî serbest e û yê din jî qwedexe ye.?
Tirk hustuyê xwe di kêrê didin, him xwe û him jî me diwestînin. Û bi yê serhişkiya xwe jî zirarê didin xwe. Dibin sebebê ku tim li dû xelkê bimînin, tim ji dawiyê da bibin yekem.
Û heta ku hemû mafên miletê kurd yên netewî qebûl nekin tu carî ewê nikanibin di nava civata miletên pêşketî û demokratîk da ciyê xwe bigrin,
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar