03 oktober 2008

Dinya bi dor e

Du roj berê bavê Laleşê Qaso û M. Alî Kut, kurdperwerê hêja Birahîmê Qaso di 75 saliya xwe da çû ser dilovaniya xwe. Bira gorra wî buhuşt û serê hemû dost, xizm û malbata wî sax be, Xwedê sebir û metanetê bide malbat û zarokên wî.
Li Swêd dema yekî swêdî dimre meriv naçe serxweşî û şînê. Adeteke wiha tuneye. Piştî mirinê divê malbat bi kul û derdê xwe ra tenê bimîne, kes neçe nereht neke.
Yekî swêdî mirina nas û dostekî xwe jî ji anonsên rojnameyan dibihîze. Heger meriv anonsên mirinê nexwîne meriv tu carî nizane kîjan nas, dost, heval ya jî merivê meriv miriye. Ji bo zanîna vê yekê, divê meriv anonsan bixwîne.
Ji bo vê yekê jî her swêdî miheqeq herroj li anonsên mirinê dinêrin.
Elhemdulîlah kurd hîn neketine vî halî, adetên bav û kalan didomînin, yanî xebera mirinê ne ji rojnameyan, ji dost û hevalan dibihîzin.
Wek tê zanîn, di civatên Rojhilat da meriv xebera mirinê ne ji rojnameyan, ji dost û hevalan dibihîze û bi bihîstinê ra jî meriv diçe serxweşiyê.
Ev adeteke pir paş e.
Dema swêdî çûn û hatinên me yên şîn û serxweşiyan dibînin dilê wan dibêje kizzzz. Ji vê hevkariya xerîban gelkî didexisin.
Ez ji mijarê dûr ketim.
Ez îro piştî kar ji bo serxweşiyê çûm mala Laleşê Qaso.
Ji ber ku mêrmalê birayê mezin e loma jî milet diçe mala wî û berê bi destê wî digre û ji wî ra dibêje bira serê te sax be.
Piştî kar min telefon kir û jê ra got ez têm. Mala wî û ciyê karê min li taxekê ne yanî em nêzî hev in. Camêr numra derî neda min, got ezê werim pêrgî te û wer jî kir. Li nîvê rê em rastî hev hatin.
Laleş merivekî zarşîrîn û sohbet xweş e, geriyaye û diryaye, gelek qewlik û çîrokan dizane. Lê piraniya çîrokên wî jî li ser Ocalan û tirkan e. Dema qala wan neke û navêje ji wan da zimanê wî diwerime.
Îro jî ne zêde lê dîsa jî çend xilik û xîç di Ocalan werkir û dilê xwe baş li tirkan rehet kir. Mijra me bûyerên Altinolukê û êrîşa tirkan bû. Me got tirk çi bikin jî li zirarê ne. Dema ew bi çavê dijmin li hemû kurdan dinêrin, kurd jî ji mecbûrî xwe didin ser hev.
Yanî tirk bi zulm û êrîşên xwe kurdan dikin yek.
Dîsa ez fêr bûm ku nivîsa min ya li ser Rêzan Tovjîn gelkî ketibû serê Laleş. Ji min ra got kurro min fêm nekir vî zilamî çima berê xwe daye te?
Ma ne divê esas berê xwe bida min, ji ber ku li gor min te tiştek negotiye, te tenê gotiye ”zarokekî 5 salî nikane wan gotinan bike. Lê ez herroj gotinên nemayî jê ra dibêjim, loma jî divê ne tu, ez rexne bikirama.
Yanî ji bo ku bela xwe di yekî bide li pelekî nexwendî digere. Lê kes newêre bela xe tê bide.
Dû ra jî got, ê qey mêrik ez ji malê hesibandime loma…
Ez çi bibêjim? Dibe ku rast be.
Çimkî ew yên hev in û hevûdu nas dikin û bi pîşikên hev dizanin.
Me bîstekê jî qala rahmetî kir.
Min got ma çend zarokên rahmetî hene?
Gotin wele yên mezin pir in lê yên biçûk tenê keçikeke 2 salî li destê dê ye.
Ez matmayî mam, min got ma rahmetî ne 75 salî bû?
Gotin weleh ewiya tenê Xwedê dizane, lê dibêjin di nabêna 75-80-î da bû.
Min got baş e, ev keçika 2 salî çawa dibe?
Gotin wele mêrên mala Qaso di vî warî da hinekî dilbijok û nefstenik in, tucarî bi jinekê nayên serî. Keçika 2 salî ji dêmariya me ye.
75 sal û bavê keçeke du sal î?
Weleh kurd jêhatî ne!
Dema dîtin ez pir matmayî dimînim, gotin lê li alî din jî, rahmetî li xwe tenê nedifikirî, di vî warî da tim hesabê tirkan jî dikir, digot li hember tirkan çiqasî pir bin hewqasî baş e. Loma jî ji dêmariya me jî 8 zarok çêkir.
Belê, dê û bavên me yeko yeko xatir ji me û ji vê dinya ronak dixwazin û berê xwe didin îsrehetgeha xwe ya ebedî.
Dora xatirxwestinê hîn ya wan e, hîn em neketine dorê.
Lê em li pey wan in, bere bere ewê dora xatirxwestinê were me jî.
Wê demê jî zarokên me ewê herin serxweşî û şînên hev, ewê jî weke me ji hev ra bibêjin bira serê we sex be!
Ê dinya bi dor e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE